Berxwedêrên Serêkaniyê: Ev şerê man û nemanê ye

Şervanên ku li Serêkaniyê li dijî dagirkeriya Tirk berxwedaniyeke bêhempa didin, gotin, ev şerê manûnemanê ye, bang kirin ku divê Kurd hemû rabin û li ber xwe bidin.

Li ser propagandaya dewleta Tirk a dagirker ku digot, ''navenda bajêr a Serêkaniyê hatiye bidestxistin'' rojnamevanê me Ersîn Caksû bi fermandarên nav berxwedanê re axivî.

EM XWEDAN VÎNEKE QEYÎM IN

Şervana YPJ'ê Nûdem a li eniya Til Xelef wiha got: ''Eva pênc roj in em li vir in. Êrîşê tînin lê êrîşên wan ti caran em neşikandine. Ji ber ku em xwedî vîneke qeyîm in. Serêkaniyê di dest me de ye, berxwedana hevalê me didome. Ti tiştek nikare moralê me xira bike Em bi raman û felsefeya Rêbertiya xwe, xwe xurt dikin. Vîna me xurt e, ji ber vê teknîk bi me nikare Moralê me a zehf baş e, moralên hevalên me jî a zaf baş e û şer bi moralê didome.

'MORALÊ ME PIR BAŞ E'

Ji fermandaran Sîdar Qamişlo jî got, ''Duh êrîşeke giran hebû. Saet 10.00'an dest pê kir û em ketin nav xelekê. Balafirên şer jî bi ser me de bombe barandin. 7-8 hevalên me birîndar bûn. Em tenê 4 heval saxlem man. Ji sibehê heta 02.00'an em di nav xelekê de man. Ji bo ku em hevalên xwe yên birîndar xils bikin û ewlehiya wan bi cih bînin me ji xwe xelekê derxist. Piştre jî me dîsa operasyon da destpêkirin û cihên ku hatine dagirkirin kontrol kir.''

Qamişlo got, ''Serêkaniyê bi kontrola hevalên me ye'' û domand, ''Moralê me zehf baş e. Ji ber ku serfirazî ya me ye. Me serfirazî daniye ber xwe, têkçûnê qebûl nakin. Şervanên me yên QSD'ê bi coşiyeke mezin tevlî nav operasyona Serêkaniyê dibin.''

EV ŞERÊ MANÛNEMANÊ YE, RABIN SER PIYAN

Qamişlo herî dawî wiha bang li gelê Kurdistanê kir: ''Divê hemû Kurd rabin ser piyan û li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst û êrîşên Erdogan rawestin. Ti kesek, çi kesê ku ji xwe re dibêje ez Kurd im divê rabe ser piyan. Ev şer ji bo Kurdan şerê manûnemanê ye.''