'Berxwedan ji bo bidawîkirina tecrîdê ye, ne ji bo hevdîtinekê ye'

"Bidawîkirina tecrîdê ji bo gelê Kurd gelekî girîng e. Berxwedêr û gelê Kurd ji bo hevdîtineke bi parêzeran a jî malbatê li ber xwe nadin. Ji bo tecrîd bi temamî bi dawî bibe li ber xwe didin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, wateya berxwedana li dijî tecrîdê di gotara xwe de ya li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê nirxand.

Karasû destnîşan kir, bidawîbûna tecrîdê ji bo gelê Kurd gelekî girîng e û got, "Gelê Kurd naxwaze bi tecrîdê bijî. Têkoşîna bi biryar a Leyla Guven, berxwedêrên li zindanan û dayikên xavik spî, israra ji bo bidawîkirina tecrîdê ye. Berxwedêr û gelê Kurd ji bo hevdîtineke bi tenê ya parêzeran an jî malbatê li ber xwe nadin. Ji bo tecrîd bi temamî bi dawî bibe li ber xwe didin. Berxwedana bi hezaran mirovî ya bi mehan e didome tê vê wateyê. Berxwedana li zindanan û li derve û hêza raya giştî ya demokratîk kir ku parêzer karibin Rêberê Gelê Kurd bibînin. Ya ku ev hevdîtin pêk anî, berxwedana li dijî tecrîdê ye."

Karasû diyar kir, li gel pêkhatina hevdîtinê jî tecrîd didome û got, "Tifaqa AKP-MHP'ê ya li pêşberî berxwedanê zehmetiyan dikişîne, ji bo zemînê mafdar û rewa yê têkoşîna li dijî tecrîdê lawaz bike, gaveke taktîkî avêt. Ji xwe Rêber Apo jî got, 'Eger di vê hevdîtinê de karibim nêrînên xwe bînim ziman, hingî ez ê tevlî hevdîtinê bibim' û bi vî rengî tevlî hevdîtinê bû. Bi vî rengî Rêber Apo di hevdîtinê de peyamek ji heft xalan a ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd pêşkêş kir. Naxwe ev peyam ne ji ber diyalog an jî hevdîtineke li Îmraliyê derkete holê. Desthilatdariya AKP'ê ji ber ku li pêşberî berxwedanê zehmetiyan dikişîne, gihîşte wê baweriyê ku hevdîtin wê bi kêrî wan jî bê, lewma destûr da ku hevdîtin pêk were."

Karasû bal kişand ser helwesta berxwedêran û diyar kir, "Berxwedêran dan xuyakirin ku tenê bi hevdîtinekê tecrîd bi dawî nebûye."

Karasû daxuyaniya Wezîrê Edaletê yê Tirk Abdulhamît Gul bi bîr xist ku îdîa kiribû, qedexe rabûye û got, "Eger bi vî rengî be wê demê divê daxuyaniyê bide û diyar bike ku parêzer û malbat bêyî astengiyan ji niha û pê ve dikarin bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê bikin. Ji ber ku ji wan tê ku îro hevdîtinekê bidin kirin, bi mehan an jî bi salan nedin kirin."

Mûstafa Karasû peyama Ocalan a ji heft xalan nirxand û destnîşan kir, Rêberê Gelê Kurd pêşdîtina xwe ya ji bo Tirkiye û Kurdistanê nîşan daye.

Karasû got, "Ya ku gelê Kurd û hêzên demokratîk niha divê bikin; xwedîderketina li peyama ji heft xalan a Rêber Apo ye ku ji raya giştî re eşkere kir. Ji bo pêkhatina armancên vê peyamê divê têbikoşin. Xwedîderketina li vê peyamê û pêkanîna armancên wê, wê ji bo hêzên demokrasiyê bibe serketineke mezin."