'Bêdengiya hikumeta Iraqê rê li ber êrîşên dewleta Tirk vedike'

Rêveberê Şaredariya Serdeştê Hacî got, "Dewleta Tirk a dagirker dixwaze li Şengalê çeteyên DAÎŞ’ê zindî bike û desketiyên Êzidiyan tine bike. Bêdengiya hikûmeta Iraqê û ya herêma Kurdistanê dihêle ku dewleta Tirk a dagirker bi hêsanî êrîşî Şengalê bike."

Rêveberê Şaredariya Serdeştê Xelîl Hacî tevlî bernameya me ya Radyoya Dengê Çira Şengalê bû û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê nirxand. Hacî bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ku dixwaze DAÎŞ'ê ji nû ve zindî bike û li dijî destketiyên gelê Şengalê bide êrîşkirin.

Hacî diyar kir ku ti êrîş û hêz nikare wan radest bigire û encam çi be bila bibe wê li ber xwe bidin. Hacî bal kişand ser rista YBŞ'ê ya parastina Şengal û gelê Êzidî û wiha got; "3’ê Tebaxa 2014’an dewleta Tirk a dagirker dixwest bi êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê gelê Şengalê qir bike û ji holê rake. Lê belê gelê Şengalê li ber vê rabû û bû xwedî helwesteke berxwedêr. Gelê Şengalê got ku heta em hebin em ê li ber xwe bidin û dev ji ax û nirxên xwe bernedin. Ji wê demê ve Yekîniyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) jî li ser esasê ku heta dawiyê parastina civak û axa xwe bikin, hate avakirin. Ew gelê ku li Şengalê diman gotinên wan ev bûn, 'Yan em ê bimirin, yan jî em ê li ser axa xwe bijîn'. Ev helwesta gelê me bû û heta niha jî li ser vê helwest û biryardariya xwe ye.

YBŞ ji fermana 3’ê Tebaxa 2014’ an heta niha bûye xwedî risteke gelek girîng, li dijî DAÎŞ'ê şer kiriye û parastina hebûnê kiriye. Fermandarê me Zerdeşt Şengalî yek ji wan kesan bû ku ji Reqaheta Dêrezorê, ji bo rizgarkirina keç û jinên Êzidî şer kir. Kengê pêşengên civaka Êzidî derkevin dewleta Tirk wan dike hedef.Lewma di 15’ê Çileya 2020’î de fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî û sê hevrêyên wî şehîd bûn."

Hacî diyar kir ku gelê Êzidî êdî hişyar bûye, dost û dijminê xwe baş nas dike û wiha pêde çû; "Gelê Êzidî bûye xwedî îrade, hişyar bûye, li azadiya xwe xwedî derdikeve; êdî dagirkeriyê qebûl nake. GelêÊzidî xwe kiriye hêz û li hemberî dijminê bi sedan sal in li ber xwe dide. Dewleta Tirk niha bi hinceta ku PKK li Şengalê heye êrîş tîne ser şervanên YBŞ’ê. Destpêkê bi gotin û hincetên derew digotin 'PKK li filan cihî ye, em li PKK'ê didin'. Lê niha êdî gel jî fêm kiriye ku ev hincet ne rast in. 15’ê Çile li gundê Dugirê êrîşî cihê YBŞ’ê kir û di encamê de şehîd û birîndarî çêbûn. Dewleta Tirk dixwaze di şexsê pêşengên civakê de hemû gelê Şengalê bê îrade bike, lewma jî pêşengên civakê dike hedef. Dixwaze wisa peyemekê bide gelê Êzidî  ku vaye ez pêşengên we şehîd dikim, êdî hûn nikarin xwe biparêzin! Lê me bi sedan pêşeng afirandine û li pey şopa şehîdên xwe dimeşin, heta dawiyê dê ev şopdarî û berxwedan bidome.

Dewleta Tirk dixwaze di nava civaka Êzidî de şerekî taybet bimeşîne. Her roj gefan li Şengalê dixwe û dibêje ez ê êrîş bikim. Bi van gefên xwe,DAÎŞ’ê jî zindî dike û li dijî Şengalê har dike. Lê belê gelê Şengalê ji wan gefên Erdogan natirse. Hem gelê Şengalê û hem jî şervanên wê bi yek helwestî ne û em dibêjin ku heta yek ji me jî bimîne em ê parastina gelê xwe û axa xwe bikin."

Hacî li dijî bêdengiya dewleta Iraq û hikumeta başûrê Kurdistanê jî nerazîbûn nîşan da û wiha dewam kir; "Dewleta Iraqê jî naxwaze gelê Êzidî bibe xwedî îrade û hêza wan ji wan bi xwe be. Dewleta Iraqê nikare asîman û erdê xwe jî ji êrîşên dewleta Tirk biparêze. Lewma li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker  ên li ser gelê Êzidî jî bêdeng e. Hikûmeta herêma Kurdistanê jî heta niha ji ber van êrîşên li ser destketiyên gelê Êzidî helwestek raber nekiriye û bêdeng e. Ev bêdengî dihêle ku dewleta Tirk a dagirker bi hêsanî êrîşî Şengalê û hêzên parastina wê bike. Ev bêdengî tê wateya ku rê  li ber êrîşên dewleta Tirk vebike û bi van êrîşan dilxweşin. Lê belê em dizanin ku bêdengî, hevkariya êrîşan e."

Hacî derbarê 2’yemîn Salvegera dagirkirina Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatibû jî da zanîn ku li Efrînê jî dewleta Tirk bi heman awayî çavtengî û zikreşî li dijî destkeftiyên gel kir û wiha got:

"Efrîn herêmek bi ewle bû. Hemû pêkhateyên cuda li Efrînê bi hev redijiyan. Sazî û dezgehên xwe avakiribûn. Efrîn bi xwezaya xwe, bi mirovatiya xwe dihate nasîn. Dewleta Tirk vê naxwaze, ji azadiya gelan ditirse.Dema gel pergala xweseriyê ava bike û li hemberî desthilatdariyê serê xwe rake, Erdogan bi hemû hêza xwe ve êrîş dike û dixwaze gel bi giştî qirbike.

Têkoşîna ku gelê Efrînê û şervanên wê li hemberî dewleta Tirk pêk anîn, bala hemû cîhanê kişand. Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe nêzîkî du mehan li Efrînê êrîşî wan şervanankir, van şervanan jî  li hemberîtang û topên wanberxwedanî kirin. Efrîn wisa zû û rehet neket, ji ber ku ti kesî nekarî du mehan di bin balafirên dewleta Tirk de li berxwebide;Ji bilî şervanên azdiyêû gelê Rojavayê Kurdistanê! Ev berxwedanî, berxwedaniyek pîroz û bi nirxe."

Hacî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li Serêkaniyê û Girê Spî û wiha domand, "Piştî ku dewleta Tirk li ber çavê hemû cîhanê Efrîn dagirkir, çav berda deverên dîtir jî. Ango bi êrîş û dagirkirina efrînê re jî sînordar nema û êrîşên xwe yên hovane birin ser Girê Sipî û Serêkaniyê jî. Bi sedan xelkê sivîl bûn qurbaniya êrîşên dewleta Tirk û ew herêmên bi ewle dagir kirin. Dixwaze Osmaniya nû ava bike û li ser gelê azadîxwaz serdestiya xwe çêbike."

Di berdewama axaftina xwe de Hacî, bal kişand ser rewşa xelkê Şengalê yê ji 3’ê Tebaxa 2014’an ve koçî Başûrê Kurdistanê bûne û niha di bin konan de dijî jî wiha got; "Berî 4 rojan xortekî ciwan bi navê Enwer ku li kampên Başûrê Kurdistanê dimîne, dawî li jiyana xwe aniye. Em ji malbata wî re sersaxî dixwazin. Em dizanin ji ber ku gelê me yê niha li kampên Başûrê Kurdistanê dijî bêçare ne. Lewma nikarin pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Xelkê me yê ku di wan kampan de jiyana wan wekî zîndanekê ye, zexteke mezin li ser wan heye, nikarin rehet nêrînên xwe bînin ziman. Çiqasî zilm û zordestiyê dibînin jî dîsa nikarin dengê xwe derxînin. Ji ber ku siyaseta PDK'ê jî li ser wî gelê me yê ku ev 5 sal in di bin wan konan de dijî, her roj dijwartir dibe û ti kes li hemberî wan nikare bi azad nêrînên xwe bîne ziman. Ji ber ku azadî bedel û kedeke mezin dixwaze. Xelkê me yê niha li kampên Başûrê Kurdistanê dimîne jiyana wan jî gelekî di metirsiyê de ye, ji ber ku cihê me Şengal e û axa me jî Şengal e."