Bayik: PKK ruhê Kurdan e

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku PKK'ê reh berdaye nava civaka Kurd; bûye ruh, mejî û paşeroja civakê û got, "Hûn nikarin PKK'ê tasfiye bikin. PKK êdî tevgerek nîne, PKK gel bi xwe ye."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bû mêvanê bernameya Ulkeden Ozel a Medya Haber TV û bersiv da pirsên nûçegihan Esra Mîkyaz. Bayik di beşa ykeemîn a bernameyê de têkoşîna PKK'ê ku ketiye sala 41'ê û biryara DYA'yê ya li dijî pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd ku ew bi xwe jî di nav de ye, nirxand.

Cemîl Bayik bal kişand ser polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd tên meşandin û diyar kir, ji bo Kurdan ji azadiyê hêjatir tiştek nîne.tiştekî din ji bo Kurdan hêja nîne.

Bayik bi bîr xist, di dîroka Kurdistanê de hemû tevgerên derketin holê yek bi yek tasfiye bûn, piştî her tasfiyeyê civaka Kurd şikest û hêzên dixwestin Kurdan qir bikin ji vê yekê cesaret girtin û got, "Diviyabû ev têgihiştin ji holê bihata rakirin. Pêwîstî bi wê hebû ku ders ji dîrokê bihata derxistin û civaka Kurd li ser vê bingehê bihata birêxistin û tevlî têkoşînê bihata kirin."

YA KU OCALAN KIR EV BÛ

Bayik got, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev yek bi ser xist û wiha bi mijarê daket: "Yên ku digotin, 'Kurd nema dikarin rabin ser piyan', civakeke welê li hemberî xwe dîtin ku di her şert û mercî de ji bo azadiyê li ber xwe dide. Ev rewş ne normal bû. Civakeke azad a Kurd li hemberî wan ava bû. Civakeke ku ji bo azadiya xwe berxwedan daye ber çavên xwe. Felsefeya mirinê êdî têk biriye û qebûl nake. Ji wê felsefeyê, felsefeya jiyanê diafirîne. Ji mirinê jiyanê diafirîne. Paşeroja xwe ewle dike. Hem ji bo xwe, hem jî ji bo hemû gelên bindest têkoşîneke bi vî rengî dike.

HER KU ÊRÎŞ ZÊDE BÛN, BERXWEDAN JÎ MEZIN BÛ

Piştî ku ev rastî dît, êrîşên xwe zêde kir. Ji wan hebû ku bi êrîşan dikarin pêşî li vê bigirin, lê her ku êrîş kir, gelê Kurd jî bi geşkirina berxwedanê bersiv da. Êrîşên wan bi ser neket û gelê Kurd bi rengekî mezin bi ser ket. Destketiyên ku ti gelî di demeke kin de bi dest nexistin, Kurdna bi dest xistin û niha bûne gelekî bijarte yê li Rojhilata Navîn. Ji bo mirovên li qada navneteweyî dixwazin li ber xwe bidin û ji bo azadî û demokrasiyê têbikoşin, bûn hêviyeke mezin."

KOMPLO JI HEV HAT XISTIN

Bayik diyar kir, yên ku ji wan hebû ku bi rêya komploya navneteweyî dikarin encamê bigirin, xwe xapandine û anî ziman, Ocalan, PKK'ê û gelê Kurd komplo berevajî kirine û ji wir jî pêşketinên mezin afirandine. Bayik got, "Komplogeran bi êrîşeke nû bersiva vê yekê dan. Xwestin komployê di sala 2003'an de bixin nava rêxistinê û bi vî rengî rêxistinê bi dest bixin. Piştî ku ev yek ji wan nehat, vê carê xwestin parçe bikin, qels bikin, bê bandor bikin û teslîm bigirin. Ev jî bi ser neket. Tevger niha ne tenê li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn jî mezin bû; li qada navneteweyî jî ji bo tevgerên sosyalîst, tevgerên jinan, hêzên dixwazin ji bo azadî û demokrasiyê têbikoşin bû hêviyeke mezin. Ji wan re bû çavkaniya moralê. Wan sewqî berxwedanê dike."

DÎTIN Û BIRYARÊN NÛ GIRTIN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ragihand, aktorên komployê ev yek dîtin û biryarên nû girtin. Bayik işaret bi biryara li dijî sê kesayetên tevgera azadiyê ya Kurdistanê kir ku ew jî di nav de heye û got, "Hewl didin pêşî li pêşketina tevgerê bigirin. Çawa ku bi komploya navneteweyî û hewldana sala 2003'an encamek bi dest nexistin, wê vê carê jî encamê negirin. Gelê Kurd êdî ev baş fêhm kiriye. Gelekî evîndarê azadiyê ye, ji bilî jiyaneke azad tiştekî din qebûl nake. Koledariyê qebûl nake. Demên berê ji bo Kurdan êdî nîne. Divê her kes êdî vê fêhm bike.

PKK RUH Û MEJIYÊ KURDAN E

PKK niha li her derê reh berdaye nava civaka Kurd. Bûye ruh, mejî û paşeroja gel. Lewma gel dibêje 'PKK em e'. Yanî hûn nikarin PKK'ê ji holê rakin, nikarin teslîm bigirin, nikarin tasfiye bikin. PKK êdî tevgereke biçûk nîne, PKK êdî gel e. Gel dibêje 'Em e'. Xwedî li Rêberê xwe, li plartiya xwe, li nirx û berdêlên xwe derdikeve. Têkoşe. Ji têkoşînê xwe venagire, wê xwe venegire.

MEZINAHIYA PKK'Ê Û OCALAN

Çi kesên ku xwe weke dostên Kurdan nîşan didin, çi jî hêzên dijminatiyê li PKK'ê dikin û dixwazin komployan bikin, di ser PKK û Rêber Apo re siyasetê dikin. Eger di ser vê yekê re siyasetê nekin, wê birçî bimînin. Wê nikaribin tiştekî bikin. Siyaseta wan bi temamî il ser PKK û Rêber Apo ye û bi vî rengî li ser piyan dimînin. Xwe ji vir xwedî dikin. Ev yek jî nîşan dide bê Rêber Apo û PKK çiqasî mezin in; ji bo gelên bindest û xizan, ji bo alîgirên azadî û demokrasiyê hêzeke mezin e ku têk naçe. Eger Rêber Apo û partiya PKK'ê nebûya, eger ruhê azadiyê yê Kurdan neafirandibûya, eger civak û mirovên jiyana azad dernexistibûya holê û li nava gelên din belav nekiribûya, eger bandor li wan nekiribûya û nexistibûya nava liv û tevgerê, herhal wê li dijî Rêber Apo û PKK'ê biryarên wiha negirtibûna. Her mirovekî Kurd, her rewşenbîrekî Kurd, her mirov û hêzên li gelemperiya cîhanê ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşe, vê yekê dibîne."