Bayik: Li dijî dagirkeriyê divê gelê Kurd welatê xwe neterikîne

Bayik: Li dijî vê dagirkerî û qirkirinê pêwîst e gelê Kurd bi her şêweyî li ber xwe bidin û welatê xwe terk nekin.

Hevserokê Konseya Rêvebir a KCK Cemîl Bayik, li ser mijara êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji ANF'ê re axivî.

Di salvegera komployê de dewleta Tirk hem êrîşî Rojava kir hem jî êrîşî navçe û gundên Bakurê Kurdistanê yên li ser sînor dike. Armanca van êrîşan çi ye?

QSD, YPG-YPJ û gelê Bakur û Rojhilatê Suriyê, di şerekî dîrokî de ne û di berxwedaneke bi rûmet de ne. Ez wana hemûyan silav û pîroz dikim. Ji bo wan serkeftinê dixwazim. Lazim e gelê Bakur û Rojhilatê Suriyê û QSD, YPG-YPJ bizanibe ku Kurd hemû, wijdanê însaniyetê li gel berxwedana wan a dîrokî ye. Li ku derê ji bo rûmetê berxwedan hebe, li ku derê ji bo wîjdanê însaniyetê berxwedan hebe, însaniyet li gel wan e. Yê ku ji bo wan têkoşîn û fedayitiyê bike, daîm jî bi ser dikeve. Berdêl çi dibin bila bibin, êş çi dibin bila bibin, encam digirin. Ji bo wê jî gelên me yê Bakur û Rojhilatê Suriyê, QSD, YPG-YPJ, di vê berxwedanê de çiqas berdelên mezin bidin bila bidin, çiqas biêşin jî wê bi ser kevin. Ji ber ku gel û însaniyet li gel wan e. Şerekî meşrû dimeşînin, şerekî rûmetê dimeşînin, şerekî azadî û demokrasiyê dimeşînin. Tu kes nikare li pêşiya vî şerî bisekine. Dewleta dagirker, qirker û faşîst a Tirk sîlah û teknîkên giran çiqas dişixûlîne bila bişixûlîne, ti caran nikare îradeya rûmetê, berxwedanê, azadî û demokrasiyê bişkîne. Niha ew êrîşên dewleta Tirkiyê di 9’ê Cotmehê de dest pê kir, wateyek wê heye. Her însanekî Kurd, yê ku girêdayî nirxên însaniyetê, wijdan û nirxên însaniyetê temsîl dike, dikare maneyeke bide vê. Tê zanîn di 9’ê Cotmehê de Komploya Navnetewî li Suriyê xistin pratîkê. Da ku Rêber Apo ji Suriyê derbixin û di şexsê Rêber Apo de Tevgera Azadiya Kurdistanê tasfiye bikin. Da ku qirkirina gelê Kurd bi ser bixin. Vê komployê ji bo vê pêş xistin. Çiqas ku ew komploya pêşxistin û xwestin vê encamê wergirin jî, encam wernegirtin. Ji ber ku Rêber Apo, gelê Kurd, dostên gelê Kurd, şervanê azadiyê, PKK hemû bi pêk ve li dijî vê sekinîn. Ji bo vê komplo neçû serî. Gelek aliye vê komployê vala hatin derxistin. Careke din di 9’ê Cotmehê de dîsa li Suriyê, li ser gelê me yê Rojava, li ser gelê Bakur û Rojhilatê Suriyê komployek pêş xistin. Wateya wê çiye? Dixwazin komploya navnetewî pêş bixin û bi ser bixin, encam wergirin. Li Suriyê dest pê kirin, dîsa li Suriyê berdewam dikin. Dixwazin komployê bigihînin hedefê. Yanî Rêber Apo, têkoşîna ku Rêber Apo ji bo Kurdan, gelên Rojhilata Navîn, ji bo însaniyetê dimeşîne tasfiye bikin. Da ku li ser vî esasî qirkirina Kurdan pêş bixin û encam wergirin. Ji ber ku dizanin heta PKK tasfiye nekin, nikarin qirkirina Kurdan bi ser bixin. Ji bo vê bi hemû îmkanên xwe tên ser Hareketa Azadiyê, tên ser gele Kurd. Niha ew êrîşa ku dagirkerê faşist û qirker yê Tirk îro li Rojava, Bakur û Rojhilatê Suriyê pêş dixe, lazim e Kurd û însaniyet armanca vê êrîşê baş fêm bikin. Hedefa wan ew e ku dixwazin him li aliyê Bakur him jî li aliye Rojava Kurdan ji sînor dûr bixin. Da ku bikaribin têkiliyên beşên Kurdan ji hevûdu qût bikin. Da ku bikaribin komkûjiyan li ser Kurdan pêş bixin û qirkirinê pêş bixin û encam wergirin. Binerin, çiqas li Rojava, Bakur û Rojhilatê Suriyê dagirkerî, qetlîaman dimeşînin, di heman wextê de li ser xetê, ji Cizîra Botan bigire heta Pirsûs û Bîrecikê jî li ser sînor, li aliye Bakur êrîşî gel dikin. Topan diavêjin, şehadet û birîndaran çê dikin, dibêjin QSD ev kiriye. Ev derewên mezin in. Bi xwe diavêjin. Him însanên me dixwazin bikûjin û birîndar bikin, bitirsin û koçber bikin. Bi zorê jî dibêjin şer heye, lazim e hûn ji Serêkaniyê, Sûrûc, Bîrecik, Cîzre û wan derên din vala bikin. Di bin perdeya şer de dixwazin li aliye Bakur li navçe û gundan Kurdan derbixin. Rastî ev e. Ji bo vê gelên me, li aliyê Bakur, ji malê xwe, bajar û gundên xwe lazim e dernekevin. Çiqas hawan û topan diavêjin bila bavêjin, çiqas komkujiyan dikin bila bikin, lazim e kes ji gund, bajar û malên xwe dernekevin. Eger ku derkevin wê xizmetî siyaseta dagirkeran bikin. Dagirker bi vî şerî dixwazin navbera Bakur û Rojava qût bikin. Li her du aliyan dixwazin temamê Kurdan bar bikin. Da ku bikaribin qirkirinê çêbikin. Ji bo vê him li Rojava, li Bakur-Rojhilatê Suriyê vê siyasete dimeşînin, him jî li Bakurê Kurdistanê vê siyasete dimeşînin. Him li Bakur, him li aliye Rojava gelê me lazim e ji gund û bajarên xwe dernekevin. Eger ku derkevin careke din nikarin vegerin gund, bajar û malên xwe. Ev mirina Kurdan pêk tîne. Gelê Kurd ji man û nemanê re derbas dibin. Eger ku Kurd dixwazin bi nasnameya xwe, bi nirxên xwe, bi ziman û çanda xwe azad jiyan bikin, lazim e hemû berdêlan û êşan bidin ber çavên xwe; li dijî dagirker û qirkeran bisekinin. Wê wextê dikarin jiyan bikin. Wisa nebe, hedefa dagirkeran kuştina Kurd e, bi navê Kurd û Kurdistan çi hebe ji holê rakirin e. Vê venaşêrin jî. Ji bo vê gelê me lazim e li dijî vê siyasetê heta dawî bisekine. Eger ku bisekine dikare encam wergire. Eger ku nesekine, bêje şehîd nekevim, birîndar nebim, ji bo vê jî koçber bibe û daxwaziya dagirkeran pêk bîne; wê deme bi desten xwe mirina xwe hazir dike. 

Beriya êrîşê bi nîqaşa “Herêm û Mekanîzmaya Ewlehiyê” ve herêm bêhêz û bêçek hat hiştin û piştre jî rêya êrîşê vekirin. Di êrîşê de rola hêzên navnetewî çi ne, hûn çawa dinirxînin?

Rast e. Her kes jî dizane ku Amerîka û Rûsya ji bo berjewendiyên xwe gelê Kurd dike qûrban. Gele Kurd, ji bo însaniyetê, heta ji bo wan jî xizmeteke pir mezin kir. Li dijî DAÎŞ kes nesekinî, Kurd sekinîn. Şervanên azadiyê sekinîn û gelek şehîd û berdêl dan. Derbên mezin li DAÎŞ’ê xistin. Ew dewletana, însaniyetê ji belayekî mezin xilas kirin. Her kesek deyndarê Kurdan e. Li şuna deynên xwe bidin, çi dikin? Tam terse vê, alîkariya DAÎŞ dikin. Alîkariya Erdogan dikin. Da ku Erdogan û DAÎŞ tola xwe ji Kurdan rakin. Komkûjiyên ku li ser Kurdan pêş xistin, dixwazin temam bikin. Alîkariya wê dikin. Vê jî ji bo berjewendiyên xwe pêk tînin. Li dijî DAÎŞ şer kirin. Amerîka çi got, “Têkiliya me bi YPG-YPJ re ne siyasî ye, askerî ye.” Tu caran têkiliya siyasî pêş nexistin. Tu caran Xweseriya Demokratîk qebûl nekirin. Xwestin ku ji şervanên fedaî, şervanên azadiyê ji bo armancên xwe di şer de jê feyde bibinin. Li Tirkiyê civînek çêbû. Tirkiye, Îran û Rûsya. Di encamê civînê de çi gotin, “Em Xweseriya Demokratîk qebûl nakin. Em îdareyeke wisa qebûl nakin.” Paşê Amerîka û Tirkiyê got, “Me ji bo sînor hêzek çêkir. Em ê sînor biparêzin.” Wisa gotin û dest bi dewriyên hevbeş kirin. Balafirên Tirk û Amerîka geriyan, wesayîtên wan geriyan. Piştî çend rojan û şûn ve jî Amerîka got, “Em eskerên xwe dikişinin.” Piştî wê Tirkiyê zaten êrîş kir. Yanî Amerîka, bi navê parastina sînor, ji bo ku Tirkiyê bikevê Bakur û Rojhilatê Suriyê rê vekir. Bi vê tîfaqê ve rê vekir, ketina Tirkiyê jî meşru kir. Ew rê girtîbû, meşrûbûneke Tirkiyê jî nebû. Lê belê bi wê tîfaqê Amerîka him teşwîq kir him rê vekir û him jî meşru kir. Jixwe Rûsya ji berê ve gotibû, ketina Tirkiyê meşru ye. Yanî pêk ve ew plana pêş xistin. Ji bo berjewendiyên xwe pêş xistin. Halbuki Kurdan ji bo wan xizmetek kiribû. Ji bo wan dewletan û însaniyetê. Li şuna ku deynên xwe bidin, dijminiya mezin ji bo Kurdan kirin. Ji bo vê ji her kuştinekî, birîndariyekî Amerîka, Rûsya, Neteweyên Yekbûyî û Tirkiyê berpirsyar in. Nikarin ji vê berpirsyartiyê birevin. Hîn jî çi dikin? Erdogan li pêşberî Neteweyên Yekbûyî eşkere eşkere got, “Ez ê Bakur û Rojhilatê Suriyê dagir bikim.” Kesekî jî li dijî vê derneket. Ev şermeke mezin e, bêexlaqiyeke mezin e. Dîsa hinek dewlet dibêjin “Em ê çekan nefiroşin Tirkiyê”, hinek dibêjin “Me çek firotin daye sekinandin.” Dirûtiyên mezin dikin. Çima vê dikin? Him ji bo ku li dijî wan bertekên însaniyetê pêş nekevin, bertekên gelên wan pêş nekevin him jî dixwazin bi şeklekî Kurdan jî bixapînin. Yanî xapandinê esas werdigirin. Ji bo Kurd bixapînin, gelên xwe, însaniyeta azadî û demokrasiye dixwaze, bixapînin wisa daxûyaniyan didin. Ji bin ve jî dîsa çekan didin Tirkiyê. Dîsa krediyan didin Tirkiyê. Têkiliyên xwe yên Tirkiyê wisa ji bin ve berdewam dikin. Lazim e gelên me vê bibînin. Vê ji bîr nekin. Lazim e guhên xwe nedin van axaftinan. Ev axaftinên vala ne. Vana temamî xizmetê dagirkerê qirker û faşist a Tirkiyê dike. Da ku Tirkiyê bikaribe qirkirina Kurd berdewam bike. Hinek hevdîtinan dikin, daxûyaniyan didin, lê belê tu caran li dijî Tirkiyê helwestekî nagirin. Nabêjin “Çi şixûlê te li Bakurê Suriyê nîn e. Lazim e tu derhal eskerên xwe bikişîne.” Li dijî Tirkiyê tu biryaran nagirin. Bi axaftinên xwe li pişt Tirkiyê cih digirin. Ji Tirkiyê re dibêjin tu berdewam bike. Tirkiye jî berdewam dike. Ji bo vê Tirkiyê ew dagirkerî û qirkirina xwe nasekinîne. Heta hinek dibêjin Tirkiyê wê erdek, mintiqeyekî bigire û wê bisekine. Ev derew e, dixwazin gelê me bixapînin. Erdogan bi xwe aşkere got, “Ji Firatê heya Dîcle, Hesekê û wan deran hemûyan ez ê bidest xwe bixim.” Ji ber ku plana Tirkiyê daye pêş xwe ew e ku li Rojava lazim e Kurd nemine. Divê gele me yê Rojava vê heqîqetê baş bizane. Wisa guhê xwe nede van daxûyaniyan. Bi xwe û şervanên xwe bawer bike. Bi şervanên xwe re heta ku dagirkerê Tirkiyê ji erda Suriyê derkeve berxwedaniya xwe ya bi rûmet lazim e berdewam bike. Ya rast ev e. Wekî din tişteke ku Kurdan bide jiyankirin, nîn e. Tene berxwedan, di berxwedanê de jî serkeftin wê Kurdan bide jiyankirin. Derveyî vê tu rê nîn e ku Kurdan bide jiyankirin, rêyên din mirina Kurdan çê dike. Lazim e Kurd vê baş fêm bikin.

Hinek dewletên Ereb hene, helwestên wan baş in. Dibe ku di aliye pratik de zêde nikaribin li ser Amerîka, Neteweyên Yekbûyî, Ewrûpa, Rûsya zextan çêbikin, biryaran pêş bixin. Lê belê helwest û biryarên ku wergirtine, baş in. Bi taybet yê Misir û Filîstînê, em wan silav dikin. Ji bo vê gelê me divê bizanibe ku komployeke pir mezin li ser me heye. Ne tenê li ser Rojava, li ser tevahî Tevgera Kurd û hemû beşên Kurdistanê ye. Li ser Rêber Apo ye. Li ser PKK’ê ye, gerilla ye, li ser şervanê azadiyê ye, li ser Kurdên azad e. Komplo di vê astê de tê meşandin. Gelek hêz di vê komployê de cih digirin. Ji bo ku gelê me fêm neke jî, hinek daxûyaniyan didin, dirûtiyê dikin. Siyaseta ku dimeşînin çi ye? Bireve û bigire. Yanî bila Kurd û dewleta Tirk şer bikin, bila her du jî têk biçin, em her duyan jî têxin xizmeta xwe. Siyaseta ku dimeşînin ev e. Kurd lazim e ji bo xwe bin; ji bo kesekî din têkoşînê û berxwedanê nekin. Nebin yê kesên din. Ji bo xwe bin û ji bo însaniyetê bin. Lazim e berxwedan û têkoşîna xwe bimeşînin. Ez di wê baweriyê de me ku gelê me him rastiya Amerîka û him jî ya Rûsya baş fêm kiriye. Dîtin ku vana li ser qûrbanbûna Kurdan berjewendiyên xwe pêş xistin. Ji bo vê nikare pişta xwe bide vana. Berê jî me gotibû, gele Kurd lazim e bi xwe bawer bike, li ser hêza xwe rabe, bi hêz û îmkanên xwe têkoşînê bike. Bi gelan ve tifaq û berxwedana xwe pêş bixe. Wisa dikare encam werbigire. Eger ji vê rêgez û pîvanê dûr bikeve; hinek dewletan ji xwe re esas bigire, yan jî daxûyaniyên wan ên xapandin û dirûtiyê esas bigire; wê demê mirina xwe bi destên xwe hazir dike. Ez bawerim dikim ev dagirkeriya Tirkiye,  li Bakur û Rojhilatê Suriyê vê rastiyê bi hemû Kurdan, hemû beşan û derveyî Kurdistan jî daye fêmkirin.

Piştî êrîşê rêvebiriya Bakur û Rojhilatê Sûriye bi Rûsya û rejîmê re li ser parastina sînorê li hev kirin. Hûn vê lihevkirinê çawa dinirxînin? 

Ew rast e. A ku pêwîst jî ew e. Ji ber ku Bakur û Rojhilatê Sûriye, beşek ji Sûriyeyê ye, ne li dervayê wê ye. QSD, YPG, YPJ jî, hemû gelên mintiqe jî, ji Sûriyeyê ne. Ji destpêke heta niha jî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye tevahi, çi Kurd bin, Ereb bin, Suryanî bin, Asurî bin, Ermenî bin, Çerkez bin, Tirkmen bin, ji kîjan ol, mezhep, çandê dibin bila bibin gotin, “Em beşek ji Sûriyeyê ne, em yekitiya Sûriyeyê esas digirin. Em li dijî perçebûna Sûriyeyê ne.” Ne tenê bi daxuyanî û axaftina xwe, di pratîkê de jî, bi şerê li dijî DAİŞ meşandin vê îspat kirin. Ji bo vê pêwîst e Sûriye jî wisa nêzîkî meseleyê bibe. Suriye lazim e vêya baş fêm bike, Tirkiye dibêje min artêşeke netewî ji bo Suriye ava kiriye. Arteşeke netewî avakirin, Suriye qebûl nekirine, li dijî Suriye, Suriyekî din pêş xistin e. Tirkiye bi van çeteyan Suriyeyeke weke dixwaze ava dike. Ev jî dikeve xîzmeta pergala modernîteya kapîtalîst a NATO’yê. Ji ber ku Tirkiye dewleteke NATO’yê ye. Ev çeteyan hemû jî girêdayî Tirkiyeyê ne. Ne weke hêzeke cuda ne. Temamî di xîzmeta Tirkiyeyê de ne. Tirkiye vana rêxistin kiriye, dimeşîne. Bi van re dixwaze Suriyekî nû çê bike, rejîmê têk bibe, rejîmeke din li Suriye ava bike. Vêya bi eşkere tîne ziman. Suriye lazim e vê yekê bibîne. Tirkiye dibêje ez bi navê Kaniyê Aştiyê vê tevgerê dimeşînim. Di vê kaniyê de xwîn diherike. Her roj însanên Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez, Tirkmen, Ermenî tên kuştin. Bi sedan kuştî û birîndar hene. Gund û bajar wêran dibin. Tiştê ku çê dibe ev e. Vê yekê tevî çeteyan pêş dixe. Ew çeteyan êdî ji artêşa Tirkiyeyê ne. Mirov pêwîst e wana cuda nebîne. Tirkiye li ser wana dixwaze armanca xwe ya Osmaniyên Nû pêk bîne. Li Sûriyeyê hemû însanan kişandin Tirkiyeyê, bi mîlyonan. Tirkiye bi rêxistinî vê kir. Him li dijî Ewropa dixebitîne, gelek encaman werdigire, him wana rêxistin û perwerde dike ku karibe Suriyekî nû ava bike, ew bibin bingeha wan. Him jî di nava wan de her tim çeteyan derdixîne, hêzên leşkerî ava dike. Bi wan re jî şer dimeşîne. Yê ku di rastiyê de Suriye xerab kir; Tirkiye ye. Hîn jî dixwaze vê xerabiyê dewam bike. Ez bawerim Suriye vê rastiyê fêm kir. Ji bo vê bi QSD, rêvebiriya Xweseriya Demokratîk re, bi YPG re hinek gav avêtin. Ji bo Suriyeyê jî, ji bo Kurdan jî, ji bo hemû gelên Bakur û Rojhilatê Suriye jî ev gav, gavên erênî ne û pêwîst e hîn pêş de jî bên avêtin. Pir dereng ma, dereng be jî di cih de ne, em vê ya di xîzmeta hemû gelan de dibînin. 

Piştî êrîşên dagirkeriyê gelê Kurd bi taybet Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û Ewropayê rabûn ser piyan. Li dijî teknîka herî dawî jî şervan bi çekên xwe yên sivik û bi îradeya xwe di wê eraziya biçuk de berxwedaneke dîrokî dimeşînin. Hûn asta berxwedanê çawa dinirxînin? 

Berxwenadeneke rûmetê ye, dîrokî ye, berxwedanekê namusê ye, berxwedaneke azadî û demokrasiyê ye, berxwedaneke însaniyetê ye. Destpêkê jî min got, Kurd di man û nemanê de derbas dibin. Ji bo vê Kurd li ku derê dibin bila bibin, li kîjan beşan dibin, li derveyî welat li ku derê dibin bila bibin, lazim e bizanibe ku dagirkerê faşîst û qirker a Tirk bi şerê ku li dijî Kurdan dimeşîne, dixwaze Kurdan ji holê rake. Ji bo Kurd li holê ranebin, weke hemû gelan li ser erdê xwe, bi nasnameya xwe, zimanê xwe, çanda xwe, bi azadiyê bikaribe jiyan bike çi lazim be, divê bike. Çi ji destê wan were divê bikin. Ji ber ku mafdar in û rewa ne. Têkoşîna ku pêş xistin;  ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû mirovahiyê pêş xistin. İnsaniyet ji belayeke mezin xilas kirine. Îro belaya herî mezin jî Erdogan bi xwe ye. Ji ber ku yê li pişt Nusra, DAİŞ’ê Erdogan e. Vêya her kes dizane. Gelê Kurd li dijî vê belayê têkoşînê dikin û berdêlên mezin didin, êşên mezin dikişînin. Însaniyet lazim e vê bibîne. Ê ku vîjdanê însaneyetê temsîl dikin vê dibînin û li gel Kurdan cih digirin. Ev tevger û têkoşîna gelê Kurd hîn jî mafdar û rewa dike. Ji bo vê gelê me li hemû beşan, li derveyî welat li ser piyan e. Li xwe, li kerametê xwe, li rûmetê xwe xwedî derdikeve, li pêşeroja xwe xwedî derdikeve. Bi vê wesîleyê ez hemû gelê me yê qehreman silav dikim, pîroz dikim. Ez dibêjim vê berxwedanê lazim e hûn hîn jî xurt bikin. Ê ku Kurd nas nake, lazim e Kurd jî wan nas neke. Ê ku dixwaze Kurdan qir bike, lazim e Kurd jî li dijî wan bi her şêweyê bisekine. Ev jî mafê wan e. Ê ku me nas dike em dikarin nas bikin. Ê ku li pişt Tirkiyeyê eşkere an jî veşartî cih digire, ê ku alîkariya qirkirina Kurdan dike, Kurd lazim e wana tu carî qebûl neke, wana dijminê xwe bibîne. Kurd lazim e tiştê ku îro li ser Kurdan tê pêşxistin, tu carî ji bîr neke. Eger ji bîr bike, tunekirina xwe qebûl dike. Baweriya min ew e ku gelê me wê tu carî vana ji bîr neke, hesabê wê jî mezin bipirse. Niha li Başûr 14 partiyan biryarek wergirtiye, parlamentoya Başûr biryar girtine. Ez wan biryaran di cih de dibînim, silav dikim, hurmetê wan digirim. Ez dibêjim bila van biryaran di pratîkê de pêk bînin. Ne di axaftin û li ser kaxizan bimîne. Ji bo vê pêwîst e sînorê Rojava bi temamî vekin, pêşiya gel vekin. Kesên ku dixwazin biçin Rojava û di şer de cih bigirin, bila biçin, pêwîst e tu astengiyan ji bo wan çênekin. Bi her aliyan ve pêwîst e alîkariyên madî û manewî ji bo qehremanên Rojava bikin. Ya rast ev e. Li beşên din, li derveyî welat ciwanên Kurd, keç û xortên Kurd, lazim e berê xwe bidin Rojava. Ên ku biçin bila biçin, ên ku naçin li cihên ku dimînin li dijî dagirkeriyê têkoşîna xwe bi her awayê pêş bixin. Kes nikare bêje hûn çima van tiştan dikin. Heqê me ye. Ji ber ku dagirkerên Tirk, faşîstên Tirk dixwazin bi navê Kurd û Kurdistanê her tiştî ji holê rakin. Kurd vêya qebûl nake, însaniyet vêya qebûl nake. Kurd ji bo ku jiyan bikin, him jî bi azadî jiyan bikin, çi ji destên wan were wê bikin. Ev jî mafê Kurdan e. 

Bang û peyamên we yê dawî ji bo gelê Kurd, şervanên Kurd û hemû dostên Kurdan çi ye?

Niha min di destpêkê de jî got; dewleta faşîst, dagirker û qirker a Tirk dixwaze li ser sînorê aliyê Bakur de navçe û gundan vala bike. Da ku careke din Kurd venegerin wir û bi vî awayî karibin qirkirina Kurdan temam bikin. Ji bo vê li Bakur gelê me lazim e gundê xwe, bajarê xwe, malên xwe terk neke. Bimire jî terk neke. Ya rast ev e. Li dijî dagirkeriyê wisa bisekine, bi biryar, bi cesaret! Eger wisa bisekine, dagirker nikarin vê biryarê pêk bînin. Niha diçin li pêş avahiyên HDP, dixwazin daxuyaniyan bidin. Ev şaş e. Dagirker vêya dizanin, ji bo vê tedbîrên xwe digirin. Li pêş wan avahiyan polîs, MÎT û zilamên wan hazir, amade ne. Kesên tên wir nahêlin bicivin, daxuyaniyeke bidin. Ji bo vê ne lazim e biçin wan avahiyan. Ne lazim e biçin navenda bajaran. Her kesek li kolanên xwe, li kuçeyên xwe dikarin derkevin protestoyan bikin. Eger wisa be li hemû kolan, kuçe, gundan li her derê li dijî dagirkeriyê serê xwe rakin, dagirker nikarin kontrol bikin. Wê pêşiya kî/kê bigirin? Wê kî/kê bigirin? Nikarin! Gelê me ew zilma wan, zextên wan wisa dikare perçe perçe bike. Dikarin serhildaneke wisa mezin pêş bixin, li Tirkiyeyê dawî li faşîzmê bînin. Lazim e gelê me tevahî çi li Bakur be, li beşên din be an jî li derveyî welat be, divê bizanibe ku heta ew desthilatdariya faşîst a AKP-MHP têk neçe, zîhniyeta dagirkeriyê, qirkeriyê nayê guhertin. Tu caran Kurdan qebûl nakin, bi Kurdan re têkiliyê ava nakin, pirsgirêkê çareser nakin. Kengî ev desthilatdarî şkest, wê demê mimkun e Kurdan qebûl bikin, çareserkirina pirsgirêka Kurd qebûl bikin. Wisa nebe dixwazin Kurdan ji holê rakin. Bi navê Kurdan tiştekî nehêlin. Ji bo vê êrîşî hemû tiştên Kurdan dikin. Kurd van tiştan dibîne. Ma wê Kurd wisa jiyan bikin! Ev ne jiyaneke, ji bo Kurdan mirine. Ji bo vê, rojek pêş de lazim e vê qebûl neke, red bike, bide bin lingan. Eger rabe ser piyan dibe ku berdêlan bide, lê belê wê bi vêya jî jiyan bike û wê vê siyasetê perçe perçe bike. Niha li Bakur, gelê me lazim e vê bike. Li her cihekî rabe ser piyan. Li kolanên xwe, li kuçeyên xwe, li cadeyên xwe, li taxên xwe, li gundên xwe… Wê demê gelo dagirker wê ku derê kontrol bikin? Nikarin! Wê wisa bişkên. Bi şêwazê heyî rehet dikarin kontrol bikin, bêbandor bikin. Ji bo vê jî kes nikare li dijî vê bisekine. Pêwîst e di vê mijarê de guhertineke esasî were kirin. Niha li Tirkiye yên ku li dijî faşîzmê; çi gel dibin, ol dibin, mezhep dibin, çand dibin; hemû di eniyekê dijî faşîzmê de lazim e bigihêjin hev. Li ser çend xalan dikarin bigihêjin gel hev. Ne lazim e wisa li ser gelek tiştan werin gel hev. Li dijî faşîzmê dikarin pîvanek ji bo xwe esas bigirin, demokrasî ji bo xwe esas bigirin, azadî û edaletê ji bo xwe esas bigirin. Vê ya her kes dikare qebûl bike. Li ser vê dikarin li dijî faşîzmê bisekinin. Ê ku li Tirkiyeyê dibêjin em li dijî faşîzmê ne, em demokrat in, em sosyalîst in, em welatparêz in, eger li gel Kurdan cih negirin, dawiya wan qirkirin e. Eger ku hîn jî jiyan dikin, ji ber ku Kurd têkoşînê dikin, ji ber vê jiyan dikin. Eger Kurd di qirkirinê de werin derbaskirin, ew yek jî namînin. Lazim e vê rastiyê her kesek bibîne. Niha Tirkiye bi navê gelê Tirkiye dibêje ez vî şerî dimeşînim. Gelo gelê Tirkiye vê qebûl dike an nake, lazim e vê diyar bike. Tirkiye bi hemû îmkanên gelên ku li Tirkiyeyê jiyan dikin, vî şerî dimeşîne. Ev gel wê vêya qebûl bike, an neke? Niha ji bo gelê Tirkiye hemû jiyan bûye jehr. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê hemû derfetan dixe xîzmeta şer. Pê ve qirkirina gelan pêş dixe. Ji bo vê ew pirsgirêka aboriyê tê jiyankirin. Gelo wê vêya qebûl bikin an nekin. Lazim e vê biryarê eşkere bidin, bi cesaret bidin. An wê qebûl bikin, teslîmî faşîzmê bibin û bibin şîrikê sûcê wan an jî wê li pêşiya wan bisekinin û li gel Kurdan pêk ve, wê dawiya faşîzmê bînin. Derveyî vê rêyek din tune ye. Li hemû beşên Kurdistanê jî gelê me lazim e bizanibe ku eger li Rojava xwedî dernekeve û berxwedana rûmetê bi ser nexe, li hemû beşan gelê Kurd wê ji qirkirinê derbas bibe. Dewleta Tirk vê biryarê daye. Dibêje ez êdi 3’emîn Şerê Cîhanê de dikarim vê pêk bînim. Dibêje “Min di 1’emîn û 2’emîn Şerê Cîhanê de Ermenî, Suryanî, Asurî, Pontus, Yahûdî û hwd. hemûyan ji qirkirinê derbas kir, ez dikarim di vêya de jî Kurdan ji qirkirinê derbas bikim.” Ji bo vê Kurd di navbera xwe de dibe ku fikrên xwe cuda bin, pirsgirêkên xwe hebin, bila dîsa hebin, lê belê di mijarên netewî de lazim e dest bidin hev, li xwe xwedî derkevin. Ji bo vê bi lez konferanseke netewî lazim e were lidarxistin. Di vê aliyê de hin bangawazî çêbûn, em piştgiriyê didin. Lazim e ew di axaftinê de û dereng nemîne. Îro ji bo Kurdan ji av, hewa û nan hîn zêdetir pêwistî bi Konferansa Netewî heye. Lazim e ew konferans bi lez kom bibe, biryaran bigire. Wê demê ew têkoşîna Kurd hîn xurt dibe, dagirker nikarin wisa li ser Kurdan qirkirinê bimeşînin, kes nikare wisa li ser Kurdan berjewendiyên xwe pêş bixe, ji bo berjewendiyên xwe jî Kurdan bikin qurban. 

Niha li cîhanê ragihandin nûçeyên di cih de belav dikin, nirxandinên di cih de pêş dixe; yanî vîcdanê mirovahiyê tîne ziman. Ev baş in. Ragihandin li ser qada navnetewî, li ser dewlet û hikumetan jî bandoran dike. Dikare biryarên wan biguhere. Ji bo vê lazim e em vê bibînin û ragihandinê xurt bikin. Alîkariya ragihandinê jî bikin ku ragihandin karibe  têkoşîna tê meşandin nîşan bide. Ev dikeve xîzmeta gelê me. Dîsa yê ku wîjdanê mirovahiyê temsîl dikin, li gel Kurdan in, li dijî dagirkerê faşîst ê Tirk disekinin, li dijî hikumetên xwe disekinin. Ew jî baş e. Bi vê wesîleyê ez him gelê me him dostên gelê Kurd ê ku wîjdanê mirovahiyê temsîl dikin, hemûyan silav dikim, pîroz dikim. Ez dibêjim eger ew berxwedana rûmetê, ew şerê ku niha tê meşandin di her aliyan de were pêşxistin, dewletê dagirker, faşîst û qirker nikare pêşiya wê bigire. Dibe ku çekên wan hene, hinek dostên wan ên veşartî jî hene, bi alîkariya wan dikare gelek berdêlên giran bi Kurdan re bide jiyankirin, êşan bide jiyankirin, jixwe dide jiyankirin jî, lê belê gelê me jî, şervanên QSD, YPG-YPJ jî, gelê Bakurê Suriye tevahî jî bi qehremanî li dijî dagirkerî, faşîzmê, qirkirinê şer dikin. Hemû berdêl dane ser milên xwe. Hemû êş dane ber çavên xwe û dibêjin em erdên xwe, gundên xwe, malên xwe terk nakin. Em rûmeta xwe nadin ber lingan. Ji bo vê ez wana silav dikim, pîroz dikim. Rêya rast ev e. Derveyî vê rêyê rêyeke din nîne. Kurd wê bi berxwedanê, di berxwedanê de jî bi serkeftinê dikare encam bigire. Derveyî vêya ji bo Kurdan rêyeke din nîne. Eger derveyî vê rêyeke din bide ber xwe, dikeve xîzmeta hinekan. Dibe qurbaniya berjewendiyên hinek dewletan, weke Rûsya, Amerika kiriye. Eger gelek xwedî îrade, biryar, cesaret be û têkoşîneke rewa, mafdar bimeşîne; him jî ji bo zaferê vê têkoşînê bimeşîne, kes nikare îradeya wan bişkîne, teslîm bigire, nikare wana tasfiye bike. Dibe ku êşên mezin jiyan bikin, berdêlên mezin bidin, lê belê wê di encamê de qezenc bikin, him jî mezin qezenc bikin. Îro Kurd ne tenê ji bo rûmeta xwe têkoşînê dikin, êşê dikişînin, berdêlan didin; ji bo tevahî gelê mintiqê, Rojhilata Navîn, ji bo mirovahiyê, ê ku wîjdanê mirovahiyê temsîl dikin, ê ku ji bo edaletê, demokrasiyê, azadiyê, wekheviyê têkoşîn dikin, ji bo van hemûyan van berdêlan didin, êşan dikişînin. Ji bo vê mirovahî xwedî li vê têkoşînê derdikeve. Kurd ji bo ku fêm kiriye dewleta faşîst û qirker a Tirkiyeyê dixwaze bi navê Kurd û Kurdistanê çi hebe ji holê rake, ji bo vê li Rojava, li wê têkoşîna rûmetê xwedî derdikevin. Li wê xwedî derketin li xwe xwedî derketin e. Ji bo vê hemû berdêlan dide ber çavan. Ji bo vê jî di encamê de wê gelê Kurd qezenc bike. Him jî wê mezin bide qezenc kirin. Li ser van esasan careke din ez wan silav dikim, pîroz dikim. Lazim e QSD, YPG-YPJ, gelê Bakur û Rojhilatê Suriye tevahî, di serî de Kurd û Ereb, Suryan, Asurî, Çerkez, Ermenî, Tirkmen, çi çand, mezhep, gel hene, divê bizanibin em li gel wan in. Bi hemû îmkanên xwe ve em li gel wan in. Em ê têkoşînê bikin, em ê qezenc bikin. Li ser vî esasî ez ji we re serkeftinê dixwazim.