Bayik: Heta ku em tecrîdê neşkînin, em ê nesekinin

Cemîl Bayik: Em ê hemû peywirên xwe bi cih bînin. Em heta ku tecrîda li Îmraliyê neşkînin em ê nesekinin. Gelê me ew ê xwedî li berxwedêr, şehîd û Rêbertiya xwe derkeve.

Hevserokê Konseya Rêvebir a KCK’ê Cemîl Bayik li ser ekranên Stêrk Tvyê êrîşên dewleta Tirk ên ji bo şikandina çalakiyên greva birçîbûnê nirxand. Bayik got: “Bi pêşengiya Leyla Guven li zindanan, li Rojhilata Navîn û li derveyî welat gelek çalakger ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertiya me û ji bo têkbirina faşîzma li Tirkiyeyê peywireke girîng wergirtine.  Di şexsê Leyla Guven de ez serkeftinê ji hemû çalakgeran re dixwazim û wan silav dikim.”

‘DIVÊ HER KES LI HEMBERÎ BERXWEDANA GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BI HURMET BE’

Bayik diyar kir ku çalakiya grevên birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin li Hewlêr, Galler, Strasboûrg, Toronto û li gelek bajarên Rojhilata Navîn didome û got:“Divê her kes li hemberî van çalakiyan bi hurmet be. Wekî ku tê zanîn li ser Rêbertiya me, PKK û gelê Kurd tecrîdeke mezin tê kirin. Hewl didin derbên griran li Tevgera Azadiyê bixînin. Li hemberî van êrîşan Leyla Guven çalakiyek da destpêkirin. Ji bo piştgiriya van çalakiyan li gelek cihan çalakiyên piştgiriyê hatin destpêkirin. Çalakgeran bi îradeya xwe dest bi çalakiyeke wisa kirine. Ji ber vê jî kes nikare ji wan re bibêje ku çalakiyên xwe bidin sekinandin. Ji ber ku wan hemû berdêl dane ber çavên xwe. Çalakgeran gotine ku berdêla wê çi dibe bila bibe em ê çalakiya xwe bidomînin. Ji ber vê jî divê hemû çalakger guh bidin vê biryarê. Divê tu kes çalakiya xwe nede şikandin.”

NAVENDA ŞERÊ TAYBET DIXWAZE ÇALAKIYÊ BIDE ŞIKANDIN

Bayik diyar kir ku dewleta Tirk Mehmet Ocalan bi lezûbez biriye hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwestiye peyama ‘Hûn dikarin dev ji berxwedanê berdin’ bidin. Bayik wiha pêde çû:“Di vê hevdîtinê de, hevdîtina bi malbatê re nehatiye kirin. Dewlet di rojeke betlaneyê de birayê Rêbertiya me biriye Îmraliyê. Lê endamên din ên malbatê jî hene. Ew çima nehatine birin? Di heman demê de li Îmraliyê hevalên din jî hene. Divê malbatên wan jî bihatina birin. Tê dîtin ku ev ne hevdîtina bi malbatê re ye. Navenda şerê taybet xwestiye çalakiyê bide şikandin.  Armanca wan ev bûye. Dewletê xwestiye berxwedana di şexsê Leyla Guven de bide şikandin. Di heman demê de parêzarên Guven jî şandine ba hevdîtina bi Guven re. Lê Guven gotiye ‘Dibe ku hevdîtinek pêk hatiye lê tecrîd nehatiye rakirin. Ev senaryoya dewleta Tirk e.”

BI GEŞKIRINA BERXWEDANÊ BERSIV HATE DAYÎN

Bayik diyar kir ku divê gelê Kurd li hemberî polîtîkayên şerê taybet bihistyar be û wiha anî ziman: “Divê gelê me ji van lîstikan haydar be. Divê tu kes çalakiyan nedin şikandin. Armanceke berxwedêran heye û li gorî wê tevdigerin. Ev çalakî zextan li ser dewleta Tirk dike. Divê tu kes îradeya çalakgeran nede şikandin. Leyla Guven vê lîstika wan pûç kir. Piştre Sebahat Tûncel jî tevlî çalakiyê bû û li hemberî helwesta dewleta Tirk berxwedan hate geşkirin.

Piştî ku dewleta Tirk di vê lîstikê de têk çû, hesabê twîtterê yê Omer Ocalan hate şikandin û li ser navê wî derbarê Rêbertî agahiyên derew hatin dayin. Bi van lîstikan re hewl didin îradeya çalakgeran were şikandin. Piştî vê jî dibe ku lîstikên cihê werin kirin. Divê gelê me îtîbarê nede van lîstikan û gelê me li hemberî van lîstikan helwesta xwe diyar bike.”

 ERDOGAN-BAHÇELÎ TERORÎSTÊN CÎHANÊ YÊN HERÎ MEZIN IN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê anî ziman ku polîtîkayên dijminahiyê ya dewleta Tirk a li Kurdan û rejîma Erdogan-Bahçelî DAÎŞ û El Qaîde bi hêz kir û got: “Yek ji aliyê din ê şerê deronî yê dewleta Tirk ew e ku dibêjin; ‘Kurd birayên em ne, em di dîrokê de Kurd parast. Me nanê xwe bi wan re parve kir.’ dibêjin; ‘Em ne dijminên Kurdan in, dijminê PKK û YPG’ê ne’. Şerekî deronî yên wisa ziran dikin ku tu kes qetlîamên li ser Kurdan nebînin. Tirk tu Kurdan napejirîne. Ji ber wê ye her roj dibêjin; ‘Em ê koka Kuran biqelînin, tine bikin.’ Tenê bi gotinê namîn e, pêk jî tîne. Eger ku bixwazin biratiya bi Kurdan re bibînin, bila biçin li Efrînê binêrin, wê baş bibînin bê ka çi kirine. Efrîn bajarekî yê Kurdan e. Bi salan li Sûriyeyê şerek hebû. Li Efrînê şer hebû. Lê li Efrînê, biratî, aştî û azadî hebû. Li wir gelek kes hatin girtin, hatin tinekirin. Kurd li wir derbeder bûn. Demografiya wê diguherînin. Dewleta Tirk li Agirî, Zîlan, Dersim, Palû, Roboskî, Cizîr, Amed, Şirnex û Nisêbînê bi hezaranb Kurd qetilkirin. Cenazeyê gelek kesan jî nehatin dîtin. Gorên wan hatin hilweşandin, tinekirin. Dixwazin xeyalên Kurdan tine bikin. Dixwazin her tiştên li ser navê Kurdan tine bikin. Kurdan qir dikin, digirin û êşkence dikin. Vê yekê her kes dibîne. Ji bo vê ye dewleta Tirk dijminê serekî yê Kurdan e. Dijminahiya dewleta Tirk a li Kurdan kirî ti hêzê nekiriye.

Dewleta Tirk ne tenê dijminahî li Kurdan li Ermeniyan, li Asûrî-Sûryanî, Êzidî û Elewiyan jî kiriye. Gele gel tine kirine. Niha jî dixwazin Kurdan tine bikin. Gelek hêz jî vê dibînin. Dibêjin;‘Kurd hene’. Dibêjin; ‘Em rê nadin dewleta Tirk Kurdan qir bikin.’ Wê demê bi erka xwe rabin. Em bala xwe bidinê; li herêmê terorîst ne tenê Seddam bû. Erdogan-Bahçelî terorîstê herî mezin ê herêmê ye. Trorîzim, dagirkerî, faşîzm û qetlîamên wan kirî ti hêzê nekiriye.

Gelek faşîst wan ji bo xwe dikin mînak. Dewleta Tirk li gelek deveran qetlîamê dike. Lîderê Lîbyayê gotibû; ‘Tirkiye lîdertiya terorîzma cîhanê dike’. Ji ber ku Tirkiye li gelek welatan piştgiriya hêzên DAÎŞ’ê û El Qaîdeyê dike, perwerde, destek dike û li Tirkiyeyê derman dike. Ji ber ku navenda wan Tirkiye lîderê wan jî Erdogan û Bahçelî ye. Ne em in vê dibêjin, berpirsyarên Lîbyayê û lîderên cîhanî yên ji derveyî van dibêjin. Em li dijî vê faşîzmê têkoşînê dikin. Em ne tenê ji bo Kurdan, ji bo gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê li dijî faşîzma Tirkiyeyê têkoşînê dikin.

Dewleta Tirk a faşîst her rojê behsa qelandina koka Kurdan dike. Vê jî li pêş çavê cîhanê hemûyê dibêje. Tenê vê bi gotinê nabêje û pêk tîne jî. Li Bakur, Başûr û Rojava qira Kurdan tîne. Heqaret dike. Êdî Kurd koçberî, heqaret, êşkence, qetlîaman napejirîne. Ne mumkine ji vê re me bêjin jiyan. Destûrên ji bo her kesê derbas dar ji bo Kurdan derbas nabin. Eger Kurd hebin, nexasim rêveberê Îngilîz dibêjin; ‘Em denyndarên Kuran in, Em deyndarên QSD’ê ne.’ wê demê çima destûrên navneteweyî ji bo her kesê derbasdar in, çima ji bo Kurdan derbas nabin. Çima li hember qetilkirina Kurdan bi erka xwe ranabin. Divê gelê me vê yekê bipirsin.”

DIVÊ TU KES BI LÎSTIKÊN DEWLETA TIRK NEXAPE

Bayik da xuyakirin ku Kurd gelekî bi şeref û rûmet e ji bo wê zilma ku li ser tê kirin napejirîne û wê berxwedanê hê mezintir bike û wiha nirxand: “Kurd jî tevgera me jî divê zilmê û qetlîamê nepijîrîne. Divê bi her awayî li dijî wê bê derketin. Li kû dibe bila bibe Kurdek bi şeref hebe di bin çi şert û mercan de be divê li dijî faşîzm û qetlîaman têkoşînê bike. Divê xwedî li vê berxwedana bi pêşengtiya Leyla Guven hatî destpêkirin bê derketin. Kurd hemû, derdorên azadîxwazên demokratîk û sosyalîst, yên dibêjin em girêdayî nirxên mirovan in, li dorî van çalakiyan kom bibin. Li her derê li dijî faşîzma dewleta Tirk raweste, wê demê wê bi ser bikeve. Ev çalakiya bi Leyla Guven destpêkirî enceq bi vê ser bikeve, tecrîd bişkê. Ev çalakî enceq wisa bibe malê mirovahiyê. Çalakvanan jî armancên xwe li ser vê yekê anîne ziman, bang hemû jî li ser vê esasî tên kirin. Dibêjin; ‘Divê her kes wiha têbikoşe.’ Dibêjin; ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin’ dibêjin, ‘Em ê bi vê azadî, aramî û demokrasiyê ava bikin.’ dibêjin; ‘Ji bo pêkanîna vê armancê me her berdêl daye pêş çavê xwe. Divê bi me re çalakî pêş bikevin. Divê tu kes bi lîstikên dewleta Tirk nexapin.

Em jî vê wiha esas digirin. Divê her kes jî wiha bibîne. Erka dikeve ser milê me em ê pêk bînin. Heta tecrîda li Îmraliyê bidawî nebe û faşîzim têk neçe em nasekinin. Gelê me gelekî bi şeref û keramet e. Bi ti awayî rê nade ku rûmet û kerameta wan li bin lingên faşîzma Tirk bikeve. Wê xwedî li berxwedêr, şehîd, Rêbertî, nirx û siberoja xwe derbikevin.

Carekî din berxwedêran silv û rêzdariyên xwe pêşkêş dikim û wan pîroz dikim. We ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê erkekî dîrokî hildane ser milên xwe. Em ê bi hev re vê çalakiyê bi ser bixin.”