Balafirên şer ên Tirk bombe li Zap, Xakurkê û Çelê barandin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li herêmên Zap, Xakurkê û Çelê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di 14'ê Sibatê de balafirên şer saet di 11:30'î de qadên Cîloyê Biçûk û Şikefta Birîndaran, saet di 15:00 de qadên Goşînê û Sinînê yên Xakurkê û saet di 16:30'î de jî qada Kunişka ya Zapê dan ber bombeyan.

Di 15'ê Sibatê de jî balafirên şer saet di 16:00 de qada Saca ya herêma Zapê û qada T Harfî ya navçeya Çelê ya Colemêrgê bombe kirin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."