Balafirên şer ên Tirk bombe li kampa Mexmûrê barandin -NÛ BÛ II

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li derdora kampa Şehîd Rustem Cûdî barandin. ji ber bomberdûmanê du sivîl birîndar bûn.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li kampa Mexmûrê ya li Başûrê Kurdistanê barandin.

Bombe li derdora kampê hatin barandin û li gorî agahiyên destpêkê kesî ji ber bomberdûmanê jiyana xwe ji dest nedaye.

Lê belê du kesên ji ber teqînê di bin axê de man bi sivikî birîndar bûn. Şêniyên kampê birîndar ji binê axê derxistin û birin nexweşxaneyê. Hate ragihandin ku rewşa du birîndaran baş e.

Bomberdûmanê her wiha zerar da bax û baxçeyên şêniyên kampê.

Şêniyên kampê piştî êrîşê derketin derve û nerazîbûn nîşan dan.

Êrîşê li gorî dema herêmê saet 00:10 dest pê kir û herî kêm sê caran bombe hatin barandin.

Piştî bomberdûmanê û dengê sê teqînan hate bihîstin, balafirên keşfê li herêmê geriyan.

Şêniyekî kampê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku li devera ew lê ne PKK'î nîne, qadên sivîlan hatine bombekirin.

Beşek ji şêniyên kampê ji herêmên teqînê dûr ketin û hinek jî ji bo hîn bibin ku tiştek bi kesî hatiye yan na çûne cihê teqînê.

Dewleta Tirk mehên dawî bi rêk û pêk êrîşî qadên sivîlan ên li Başûrê Kurdistanê dike.

Balafirên şer ên Tirk hefteya derbasbûyî jî bombe li gundê Spîdar ê navçeya Amediyê ya Duhokê barandibûn û di encamê de sê sivîl birîndar bûbûn.

Dawiya Hezîranê jî ji ber êrîşa hewayî ya artêşa Tirk li herêma Kortekê ya Qendîlê sê sivîl hatibûn kuştin pênc jî birîndar bûbûn.

Kampa Penaberan a Mexmûrê jî ku zêdeyî 12 hezar penaber lê ne ne cara yekê ye ku dibe hedefa êrîşên dewleta Tirk.

Di êrîşa 13'ê Kanûna 2018'an de 4 sivîlên ku ewlekariya Mexmûrê dikirin hatibûn qetilkirin.

Hikumeta Iraqê û PDK li dijî êrîşên li herêmên sivîlan bêdeng in.