Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Bagera Eta xisareke mezin da Emerîka Navîn

Bagera Eta ku bandoreke giran li peravên Emerîka Navîn kiriye, xisareke mezin da Nîkaragûa û Hondûrasê.

Bagera ku dawiya hefteyê li Derya Karabîkê bi bandor bû, doh li Hondûras û Nîkaragûayê gihîşt asteke metirsîdar.

Heta niha li Hondûrasê herî kêm kesekî ji ber bagerê jiyana xwe ji dest daye û ji ber bê û baranê xisareke mezin li herêmê bû.

Hate ragihandin ku dijwariya bagerê saetê bi leza 230 kîlometre ye. Li gorî agahiyan bagerê li Nîkaragûayê bi taybetî bandor li peravên bakur kiriye. Bagerê li herêmê bandor li 100 hezar kesî kiriye.

Li gorî agahiyên ku lîderê xelkê Prînzapolka yê xwecihî Kevîn Lackwood da, ji ber bagerê li gelek deveran banê xaniyan xera bûn.

Li her du welatan karê lêgerîn û rizgarkirinê hatin zêdekirin. Hate ragihandin ku heta niha bi deh hezaran ton madeyên xwarinê, xurek ji herêmê re hatine şandin.