Şopdarê rastiyê, dildarê azadiyê: Rizgar Adanmiş

Kedkarên çapemeniya azad yên li pey heqîqet û ronahiyê her tim bûn hedefa dagirker û hevkarên wan. Tevî hemû zilm û zorê jî kedkarên ragihandina azad dest ji rêya heqîqet û ronahiyê bernedan. Yek ji van jî Rizgar Adanmiş (Rizgar Deniz) bû.

Îro yekemîn salvegera şehadetê ya kedkarê çapemeniya azad Rizgar Adanmiş (Rizgar Denîz) e. Rizgar Denîz di zarokatiya xwe de hovîtî û nijadperestiya dewleta Tirk dît û tevî malbata xwe neçar man koçî Başûrê Kurdistanê bikin. Evîndarê bajarê Amedê bû û dilsozê gelê Rojava bû. Ji bo siyasetên qirêj ên li dijî gel tên kirin eşkere bike, beşdarî nava xebatên rojnamevaniyê bû û geşedanên şoreşa Rojava û berxwedana Şengalê bi pênûs û kameraya xwe belge kir û da ser şopa şehîdên ragihandina azad şopand. Di ronîkirina ezmanê Kurdistanê de bû stêrkek.

Rizgar Adanmiş 19'ê Sibata 1991'an de li bajarê Sêrtê ya herêma Botanê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik dibe û di nava malbateke welatparêz de li ser fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezin dibe. Malbata têkoşer Rizgar Adanmiş weke sedan malbatên herêma Botanê hovîtiya dewleta Tirk dît. Di encamê de malbat neçar hate hiştin ku sala 1996'an berê bide Başûrê Kurdistanê. Piştre di nava gelek kampên koçberiyê de hatin veguhestin. Di dawiyê de malbat li wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ku 240 km'yan li bakurê paytexta Iraq Bexdayê dikeve, bi cih bû.

Sala 1996'an dema ku malbata têkoşer Rizgar Denîz gihîşt Başûrê Kurdistanê rewşeke gelekî dijwar dît, nemaze ji ber ku kampa tê de hatiye bicihkirin beyarek bû û ti alîkarî bi wan re nehat kirin. Têkoşer Rizgar ji zaroktiya xwe ve rewşa derdora xwe nas dikir û hovîtiya li dijî malbata wî û bi sedan malbatên din didît û her tim pirsa sedema vê hovîtiyê dikir.

Wî jî wekî malbata xwe dil da Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan. Dema zarok bû xwişka wî ji ber pênceşêra xwînê jiyana xwe ji dest da. Rizgar hemû hêrsa xwe ya li hemberî dijminên mirovayetiyê zêde kir. Evîna xwe ya ji bo azadiya xwe û civaka xwe geştir kir.

Weke tê zanîn taybetmendiya gelê Kurd berxwedan e, li ser vê yekê koçberan tavilê di kampa Mexmûrê de dibistan vekirin û dest bi perwerdeya zarokan kirin. Tevî ku di wê demê de rewşa ku tê re derbas dibûn gelekî dijwar bû. Têkoşer Rizgar Adanmiş beşdarî dibistanê dibe û ji refa yekemîn heta sêyemîn di dibistana seretayî ya Nûrî Dêrsimî de dixwîne û paşê jî dibistana xwe ya seretayî di dibistana Qara Sungur dewam dike.

Rizgar ji zaroktiya xwe ve bi çalakbûyîn û rûyê xwe yê li ken dihate nasîn û di nava hemû hevalên xwe de jî pir dihate hezkirin. Bi rûkeniya xwe dihate naskirin, nemaze di xwendina xwe de jî serketî bû û vê yekê hişt ku di nava dost û hevalên xwe de gelekî were hezkirin. Têkoşer Rizgar her wiha gelekî girêdayî rastiyê bû û li dijî derew û xiyanetê dixebitî.

BI BELAVKARIYA ROJNAMEYÊ DEST BI KARÊ ROJNAMEVANIYÊ KIR

Li Başûrê Kurdistanê çû zanîngehê û beşa ragihandinê xwend. Lê ji bo rojnamevaniyê bike, li benda qedandina zanîngehê nema. Diviyabû bi awayekî bibûya parçeyekî vê têkoşînê. Sala 2012'an li Mexmûrê bi belavkariya rojnameya Rojevê dest bi rojnamevaniyê kir. Rizgar li vê derê ne bi tenê li taxa xwe, li taxên ku hevalên wî rojname lê belav nekiriye jî rojname belav dikir. Di germa Mexmûrê de bi saetan rojname belav dikir, lê tu carî gazin nedikir.

Bi belavkariyê re Rizgar dest bi nûçegihaniyê jî kir û di nav ciwanên Mexmûrê de bû kesê ku herî zêde bi pêş ve diçe. Bi daxwaza xwe ya fêhmkirin, hînbûn û hilberandinê her dem xebitî û hilberand. Pê re jî hevalên xwe jî îhmal nedikir.

BERXWEDANA DENÎZÊ BERÊ WÎ DA ŞENGALÊ

Rizgar ku dilsozekî xurt ê welêt bû, wekî ku dilsozê têkoşîna xwe bû, dilsozê hevalên xwe jî bû. Rizgar bi şehadeta rojnameger Şehîd Denîz Firat re hejiya, careke din soza xwe ya rojnamegeriya li ser xeta çapemeniya azad dubare kir. Dema ku PDK'ê Mexmûr û Şengal ji DAÎŞ'ê re hişt û berxwedana Denîzê berê Rizgar da Şengalê. Li Şengalê êşên civaka Êzidî, qehremaniya gerîlayên HPG, YJA-STAR û YPG û YPJ'ê bi kamera û pênûsa xwe gihand ji cîhanê re.

Rizgar ku her dem di nava lêgerînekê de bû, bi coşeke mezin berê xwe da Rojava. Rizgar li vê derê di Ajansa Nûçeyan a Hawarê de xebitî.

Rizgar zarokê malbateke berxwedêr bû. Bi qasî êş û pênaberiyê, wî rûmeta berxwedan û hêviyê jî dizanibû. 

Têkoşer Rizgar dibistana xwe ya navîn û amadeyî li dibistana Şehîd Koçerîn bi dawî kir û di van salên xwendina xwe de gelek dostanên xwe di nava welatiyên kampê de çêkirin û êdî ji aliyê hemû welatiyên kampê ve dihate nasîn. Danûstandin û pirsên têkoşer Rizgar bi welatiyan re her tim zêde bûn. Peywendiya têkoşer Rizgar heta xala dawî ya şehadetê bi welatiyên kampê re dewam bû.

Piştî ku têkoşer Rizgar dibistana xwe ya amadeyî bi dawî dike, berê xwe dide zanîngeha Selahedîn a bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê û sala 2010'an de dest bi xwendina xwe ya fakûlteya Ragihandinê dike û di sala 2013'an de xwendina xwe bi dawî dike. Li gorî ku têkoşer Rizgar ji dost û hevalên xwe re gotibû, sedema pejirandina wî ji beşê ragihandinê re ew e ku desthilatdariya li ser gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî desthilatdariya Tirkiyeyê ku di encama wê de malbata wî koçber bûye, teşhîr bike û rastiya gelê Kurd ji cîhanê re ragihîne.

Rizgar baş nas dikir ku ew ê bi rêya ragihandinê bikaribe rastiya gelê xwe yê berxwedêr vebêje û desthilatdarî û zilma ku li gelê Kurd tê kirin bicerisîne, ji ber vê yekê di xwendina xwe ya beşê ragihandinê de bi israr bû û beriya xwendina xwe bi dawî bike sala 2012'an beşdarî saziya ragihandinê ya Mexmûrê bû. Dest bi şopandina çalakiyên ku di kampê de dihatin lidarxistin kir.

Rizgar beriya ku zanîngeha xwe bi dawî bike, Tebaxa 2011'an li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Başûrê Kurdistanê bi komekê ji Başûrê Kurdistanê tevlî çalakiya mertalê zindî dibe. Wê mehê dewleta Tirk çiyayên Kurdistanê bombebaran dikir û li Başûrê Kurdistanê jî ji gelek bajaran ciwanan berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Lê koma destpêkê ku xwe gihandibû çiya koma ji Hewlêrê bû û di nava wan de têkoşer Rizgar Deniz jî hebû. Rizgar Denîz li çiya bi şehîd Rustem Cudî û şehîd Sakîne Cansiz re dicive, beriya ku 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê di komployekê de tê şehîdxistin. Rizgar di vê hevdîtina xwe de bi kesayeta jinên Kurd ên berxwedêr gelekî bi bandor dibe û li ser vê bingehê dest bi xwendina berhemên têkoşer Sakîne Cansiz dike. Naskirina xwe ji felsefeya azadiya jinan re bêhtir dike û ji ber vê yekê cudayî ciwanên derdora xwe bû û bi çanda kapîtalîstê bi bandor nebibû. Lê belê dildarê azadiya jinan bû û ji bo wê têdikoşiya.

Piştî ku têkoşer Rizgar zanîngeha xwe bi dawî dike, xebatên xwe yên girêdayî ragihandina azad zêde dike û rêgez û armancên wê bêhtir nas dike. Li rex vê yekê bi israr dixwaze rola xwe di ragihandina azad de bilîze û rastiyê eşkere bike. Li ser vê bingehê havîna 2013'an berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û beşdarî perwerdeya Ekîn Cûmalî ya akademiya Gurbetelî Ersoz ya ragihandinê dibe.

Rizgar di hemû karê xwe de gelekî çalak bû û ji xwendinê gelekî hez dikir û lêgerîna xwe di çarçoveya pêşxistina nûçegihaniya xwe de gelekî zêde bû. Her wiha rewşa siyasî û civakî dişopand. Rizgar her tim hewl dida siyasetên qirêj ên li dijî gelê Kurd bicerisîne, bi taybetî ji ber ku ew bi xwe di nava malbateke Bakurê Kurdistanê de siyasetên qirêj ên dewletê dît û bi darê zorê hat koçberkirin.

Rizgar dewreya perwerdeyê ya Ekîn Cûmalî ya akademiya Gûrbetelî Ersoz piştî sê mehan bi dawî dike û dîsa vedigere kampa Maxmûrê. Li vir bi awayekî bêhtir pispor li rex nûçegihan Denîz Firat ku di 8 ê Tebaxa 2014'an de dema ku êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê li dijî kampa Mexmûrê dişopand şehîd ket, beşdarî karê ragihandina azad dibe.

Têkoşer Rizgar bi kesayeta nûçegihan Denîz Firat gelekî bi bandor dibe. Ji bo karibe şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji nêz ve bişopîne berê xwe dide wir. Wê demê têkoşer Denîz jê dixwaze ku bi berpirsyarî xebatên xwe yên nûçegihaniyê bimeşîne û weke nûçegihanekî serketî bi pênûs û kameraya xwe geşedanên şoreşê belge bike. Li ser vê bingehê têkoşer Rizgar bê dudilî berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê.

Rizgar dema ku digihêje Rojava li Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) weke nûçegihan û edîtor cihê xwe digire. Dema ku nûçeya şehadeta têkoşer Denîz Firat li ser destên çeteyên DAIŞ'ê dibihîse gelekî bi hêrs dibe û coşa wî ji bo riswakirina hêzên tarî yên alîkariya DAIŞ'ê dikin zêde dibe. Li ser vê yekê dest bi bicihanîna wesiyeta têkoşer Denîz Ferat dike.

Hezkirina têkoşer Rizgar ji bajarê Amedê re gelekî zêde bû û her tim behsa wê dikir. Digot, hêviya wî ew e ku Amedê bibîne. Li ser vê daxwazê sala 2015'an sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de derbas dike û berê xwe dide bajarê Amedê. Li vir serdana keleh, sûr û gelek deverên bajêr dike.

Rizgar piştî ku hesreta dilê xwe ya serdana bajarê Amedê dişkîne dîsa vedigere Rojava û di vê derbarê de wiha gotibû: "Beriya ku ez bimirim min hêviya xwe ya serdana Amedê pêk anî." Her wiha destnîşan kir ku ew dixwaze xebatên xwe yên nûçegihaniyê li Bakurê Kurdistanê bimeşîne û desthilatdariya hikumeta Tirkiyeyê li ser gelê Kurd bicerisîne. Her tim digot ku bi xebatên xwe yên nûçegihaniyê herî kêm wê beşekî ji êşa gelê Kurd ku ji ber hovîtiya hikumetên Tirkiyeyê yên li pey hev bi serê wan ve hat, ragihîne.

Têkoşer Rizgar dema ku weke nûçegihanê ANHA'yê li bajarê Qamişlo dixebitî gelek dost û hevalên xwe li bajarê Qamişlo çêkirin û dema ku çalakiyek dişopand hemû nasên wî berê xwe didan wî û her tim bi rûkenî pêşwaziya hevalên xwe dikir.

Der barê karê wî yê li Qamişloyê têkoşer Rizgar wiha digot: "Ez gelekî ji bajarê Qamişlo hez dikim ji ber ku şehîd Berxwedan bi bîra min tîne. (Şivan Îsmaîl ku 25'ê Kanûna 2014'an li gundê Ebû Qesayêb ê gundewarê Qamişlo şehîd dikeve)."

Piştî ku nûçegihan Denîz Firat Tebaxa 2014'an şehîd dikeve, têkoşer Rizgar bi israr destpêka sala 2015'an berê xwe dide Şengalê û ji bo qenala Çira TV nûçegihaniyê. Berxwedana şervanan li dijî çeteyên DAIŞ'ê radigihîne.

Têkoşer Rizgar şahidê berxwedana rizgarkirina bajarê Şengalê bû ku Mijdara 2015'an ji destên çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin. Têkoşer Rizgar bi deng û dîmen şahiya rizgarkirinê ji tevahiya gelê Kurd re ragihand.

Rizgar ji zarokatiya xwe ve ji xiyanetê nefret dikir û li ser vê bingehê derbarê dîroka Kurdî û xiyanetiyên bi serê Kurdan hatine lêkolîn dikir. Her wiha ji ber êrîşên pêşmergeyên Partî Demokratî Kurdistanê (PDK) li dijî gelê Şengalê gelekî dilxemgîn bû û evan êrîş jî ragihandin û keysbaziya PDK'ê her tim eşkere dikir.

Têkoşer Rizgar her tim dilsozê hevalên xwe bû û gelekî alîkariya wan dikir. Dema ku berxwedana Şengalê dişopand, li dijî fermana li Êzidiyan rabû gelekî dil bi êş bû û li ser vê yekê dîrok û rastiya ola Êzidî lêkolîn dikir.

Bihara 2017'an têkoşer Rizgar careke din berê xwe dide Rojava û xebatên xwe yên nûçegihaniyê li dewam dike. Wê demê tavilê berê xwe dide herêma Reqayê û xebatên berxwedana rizgarkirina bajarê Reqayê radigihîne. Li vir nûçegihaniya Stêrk TV dike. Destpêka meha Îlonê dîsa vedigere nava ajansa ANHA'yê û xebatên xwe yên nûçegihaniyê dewam dike.

Weke zarokê gelekî yê ku ziman, çand û welatê wê hatiye înkar kirin, her wiha êş û elema gelê xwe ji dil ve hîs dike û di bin her şert û mercî de wê disepîne. Rizgar lêgerînerekî rastî û azadiyê bû. Kedkarên çapemeniya azad ên li pey heqîqet û ronahiyê her tim bûn hedefa dagirker û hevkarên wan. Tevî hemû zilm û zorê jî kedkarên ragihandina azad dest ji rêya heqîqet û ronahiyê bernedan û bi îdîayeke mezin li pey rastiyan beziyan. Rizgar Adanmiş, Dilîşan û Hogir ên dema pêngava Bagera Cizîrê dişopandin şehîd bûn, şopdarên rastî û ronahiyê bûn. Weke Gurbetelî Ersoz, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Mustafa Mihemed, Xerîb Welat, Mazlûm Bagok, Agirî Banê, Fîraz Dag, Vedat Huseyîn Elî û gelek mîna wan. Rizgar, Dilîşan û Hogir jî şopên mezin ên berxwedanê li dîroka ragihandina Kurdistanê zêde kirin.

DEMA KU PÊNGAVA BAGERA CIZÎRÊ DIŞOPAND, JI BER ÊRÎŞA DAÎŞ'Ê ŞEHÎD BÛ

Nûçegihan Rizgar Denîz ku ji bo dengê gelê xwe bigihîne cîhanê li Mexmûr, Başûrê Kurdistanê, Şengal, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava, Bakurê Sûriyeyê nûçegihanî kir, bi wê coşa xwe Pêngava Bagera Cizîrê ji destpêkê ve şopand.

Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê 9'ê Îlona 2017'an pêngava Bagera Cizîrê dan destpêkirin, têkoşer Rizgar bi israr berê xwe da herêma Dêra Zorê ji bo berxwedana rizgarkirinê li eniyên herî pêş ên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê radigihîne û pêngava Bagera Cizîrê gav bi gav dişopîne.

12'ê Cotmehê, dema ku welatiyên sivîl ber bi herêmên rizgarkirî ve dihatin û bi hevkariya şervanên QSD'ê xwe ji hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê rizgar dikirin, nûçegihanên Ajansa ANHA'yê Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed û Rizgar Denîz, ji bo rewşa van koçberan bişopînin, berê xwe dan rêya 'Xerafî' ya navbera Dêra Zorê û Hesekê. Li vir çeteyên DAÎŞ'ê du wesayîtên  bombebarkirî teqandin. Di encama teqînê de nûçegihana ANHA'yê Dilîşan Îbiş şehîd dikeve û her du nûçegihanên din Hogir Mihemed û Rizgar Denîz bi giranî birîndar dibin. Tevî hemû hewldanên bijîşkan 14'ê Cotmehê de nûçegihan Hogir Mihemed jî şehîd dikeve. Lê nûçegihan Rizgar Denîz li nexweşxaneyên Hesekê û paşê Qamişlo û piştre Dîmeşqê tê dermankirin.

Piştî berxwedana 74 rojan şeva  18'ê Cotmehê de tevî hemû hewldanên bijîşkan nûçegihan Rizgar Denîz jî ji ber birîna xwe şehîd dikeve. Mîrateyek ji têkoşîna lêgerîna rastiyê li ser rêya azadiya gelê xwe li pey xwe dihêle.