Şervanên Suryanî êrîşa dagirkeran a li Til Temirê têk bir

Êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Til Temir bi berxwedana şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî ve hate têkbirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên wşvê de êrîşekî berfire bire ser gundên Erîşa, Qasimiyê, Rihaniyê û Erbaîn ên Til Temirê. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî ku bersiv dan, êrîş têk bir.

Hate ragihandin ku di şerê qewimî de gelek çete hatine kuştin.