Şervanek li ser rêya heqîqetê: Lêgerîn

Rohilat Lêgerîn a li dijî rejîma Îranê bi hêrs û kîne mezin heye got: “Lêgerîna min a li ser rêya heqîqetê tim kûr bûn. Tevgera Rêbertiyê min bi min da nasîn, bû tevgereke ku jinibûn û hesretan re gihand hev a bi reng bû.”

Navê wê Lêgerîn bû. Her tim lêgerînek wê ê jiyanê hebû. Lêgerîna heqîqetê ew xistibû ser rêya azadiyê. Çerxê pergala qirêj ew girtibû nava xwede û dixwest ku wê bihelîne. Lê ew ê karîbû ji wê pergalê rizgar bibe. Keçeke Hewramî bû. Şûna ku jiyana herî xwezayî jiyan bike, li herêma ku lê jiyan kirî jî ava pergalê vexwarî bû. Ji bo wê jî pir di nava demên zehmet de jiyabû. Dema ku tevgera Rêber Apo nas kir jêre hêviyek ava bûbû.

Her ku nas kir zêdetir ji tevgerê heskirû zêdetir pêve hate girêdan. Niha di rêya fermandariyê de di nava tekoşînek mezin de rêya xwe didomîne. Eslê xwe ji Hewreman herêma Jawaroye. Lêgerîn bi van gotinan behsa tevgera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike çima navê xwe kiriye Lêgerîn: “Her kêliya ku ez tevlî tevgera Rêber Apo bûm, ez di nava hewldanek mezinde bûm. Di vê rêkê de lêgerînên min her tim kûr bûn. Ji bo ku ez rêxistinê baştir nas bikim, jiyana xwe, xwe zêdetir nas bikim min her tim hewldan da. Tevgera Rêber Apo bû tevgerek wisa ku ez bi cewherê xweve, jinbûyîna xweve, nirxên min ên herî kok ve da naskirin.”

Gerîla Lêgerîn, li ser wateya ku li çekê dike jî vê dibêje: “Dema ku ez li malê bûm wisa dihat gotin ku çek tenê ya zileman e. Ango tevahî civak wisa difikiriya. Dema ku min çek cara yekêm girte destê xwe pir kelecanî bûm. Dema ku min cara yêk fîşek jî avêt tişteke wisa bû ku hêrsa dilê min bi wê fîşekê re derdiket derve. Wek ku li beramberê min tevahî qirêjiyên pergalê hene û ez wana yêk bi yêk ji holê radikim. Ewqas hêstek xurt bû. Dema ez di sistemê de bûm jiyana min di destê hinek kesên din de bû, bi zora hinek kesên din dimeşiya. Dema ku dixwestin dikarin min bi yekê ku ew dixwazin re bidin zewicandinû bişînin cihê ku ew dixwazin. Mafê min ê axaftinê jî nebû. Lê niha di destê min de çeka min li van çiyayan bi awayeke ji xwe bawer dimeşim. Bi cesareteke mezin ve ez di nava wan kesan de me ku dijmin jê ditirse.”

Lêgerîn hîna li malê li hemberê antîpropagandayên ku li dijî PJAK’ê dihate kirin tekoşînek dida meşandin. Ji bo ku rêxistinê baştir nas bike tevlî rêxistina Apoyî dibe. Dema ku tê di nava rêxistinê de mêze dike û jiyan dike, dibîne ku ew antîpropagandayên ku tên kirin nerastin. Ev rewşe di Lêgerînê de kînû hêrsek mezin dide ava kirin. Lêgerîn di vê mijarêde gel bi vî awayî hişyar dike û got: “Ji aliyê dewletê ve li dijî PJAK’ê pir antîpropaganda tên kirin. Pêwîste gelê me bi vane bawer neke. PJAK di bingeha felsefeya Rêber Apo de ji bo azadiya gelên bindest bi şev û roj dixebite. Li vê derê îrade û pêşengtiya jin derdikeve holê. Ji xwe demekê min jiyan dişopan, gelo di navbera ew tiştên ku dihat gotinû tiştê ku ez dibînim û dijîm çi ferq heye? Rastî jî ferqeke mezin heye. Ji ber ku dijmin nikare PJAK’ê dij wê dixwaze gel rêxistin bike. Dema ku ez tevlî bû, min zêdetir viya fêm kir. Nikare li perçeyên din ên Kurdistanêde viya bike. Ji ber ku gel pir zane bûye. Lê belê ji ber ku li Rojhilat hîn beşên gel bêrêxistinin dewlet viya bikar tîne. Lê belê pêwîste gelê me di vê mijarêde pir bi zanîst tevbigere û bi van gotinan bawer neke. Teybet jî cihê keçên ciwan serî li dijî pergalê rake tevgera Rêber Apoye. Teybet jî ciwanên li Hewreman pêwîste ji vê pergalê re bêjin; ‘bese’û jê bawer nekin.”