Şerîk: Yekîtiya neteweyî divê stratejîk bê dîtin

Şerîk bi bîr xist ku nîqaşên li ser yekîtiya neteweyî ya navbera Kurdan bi giranî li ser bingeheke siyasî tên kirin û got, "Hesret û daxwazeke mezin ji bo yekîtiya neteweyî heye. Li ser vê bingehê divê mijar bi rengekî stratejîk bê dîtin."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bersiv da pirsên ANF'ê. Şerîk anî ziman ku di sala 2019'an de bi xerabûna têkiliyên siyasî yên heyî sala 2020'an ji aliyê pêvajoya siyasî ve dest pê kir û diyar kir, çeperê Rojhilata Navîn ê Şerê Cîhanê ê 3'emîn berfireh bû. Şerîk ragihand, ev yek jî nîşan dide ku şer wê girantir bibe û işaret bi bûyerên ji Yemenê heta Lubnanê, ji Iraqê heta Lîbyayê diqewimin kir. Şerîk da xuyakirin ku pirsgirêkên navbera dewletên dixwazin bibin hêza hegemonîk wê kûrtir bibe û bal kişand ser têkiliyên navbera Tirkiye, Îran, Erebîstana Siûdî, Misir û hwd.

KÛRBÛNA ŞERÊ NAVBERA DYE Û ÎRANÊ

Şerîk got, her çend aloziya navbera Îran û Emerîkayê bi hilbijartinên li Emerîkayê ve bê girêdan, rewş bi vê yekê re bisînor nîne, hatiye dîtin ku Emerîka û Îran ji şerekî re amade nîne. Şerîk anî ziman, Îranê hesab nedikir ku Qasim Silêmanî bê kuştin, ji ber ku eşkere bû ku ti tedbîr negirtiye û diyar kir, bi lêdana li baregehên li Hewlêrê jî derkete holê ku DYE ji bersivekê re ne amade bû. Şerîk destnîşan kir, DYE ji bo parastina baregehên xwe yên li Rojhilata Navîn ketiye nava hewldanên cuda û işaret bi hewldanên di vê çarçoveyê de li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê kir. Şerîk got, DYE hewl dide parastina xwe ber bi herêmên jêr ve, ber bi binê sînorên dewleta Tirk bikişîne.

POLÎTÎKAYA ÇEQEL MEŞANDIN

Şerîk diyar kir ku Rûsya û Tirkiyeyê xwestin sûdê ji şerê navbera DYE û Îranê werbigirin û ji bo pênasekirina vê rewşê jî gotina 'polîtîkaya çeqel' a ji bo binavkirina dîplomasiya Îtalyayê tê bikaranîn, destnîşan kir. Şerîk got, "Şêr, gur û yên mîna wan diçin nêçira heywanên xurt, çeqel jî xwe bi bermahiyan, bi berateyan xwedî dikin. Dema ku rewşa navbera Emerîka û Îranê aloz bû, Rûsya û Tirkiyeyê polîtîkayeke bi vî rengî meşandin û piştre jî bi heman rengî nêzî pirsgirêka Lîbyayê bûn. Emerîkayê jî Îranê jî ev yek dîtin. Hev wezinandin. Kêmasiyên hev dîtin û ketin nava lêgerîneke welê ku xwe ji şer re hîn bi xurtî amade bikin."

DYE LI ROJHILATA NAVÎN DI DEMA XWE YA HERÎ XURT DE YE

Şerîk anî ziman ku DYE li Rojhilata Navîn ji her demê bêhtir xurt e û ragihand, hêza ku beriya niha bi rêya dewletan nîşan dida, piştî Şerê Kendavê guhert. Şerîk bi bîr xist ku DYE'yê li Rojhilata Navîn yekser hêza xwe ya leşkerî bi cih kir, baregehê leşkerî, balafirgehên leşkerî ava kir, naxwaze van ji dest bide û got, "Di dest de çi hebe dixwaze xwe bispêre wê. Ji bo dest jê berde divê ji ya heyî bêhtir werbigire. Eger derfetên vê nebe hingî hewl dide vê mezin bike. DYE li Rojhilata Navîn polîtîkayeke bi vî rengî dimeşîne."

REWŞA XWE YA LI BAŞÛR Û ROJAVA

Şerîk bal kişand ser şerê DYE-Îranê yên di ser rejîma li Iraqê dimeşînin û got, "Hêza siyasî ya heyî ya li Iraqê hewl dide di navbera van de hevsengiyekê ava bike. Eger rejîmeke ku ji her alî ve bi DYE'yê ve girêdayî ava bibe, DYE wê polîtîkaya xwe ya Kurd di ser wê rejîmê re bidomîne, lê belê ne di asteke wiha de ye. Ji ber vê yekê wê bixwaze pozîsyona xwe ya li Başûrê Kurdistanê ku lê gelekî xurt e winda neke, hîn xurtir bike.

Rewşa li Sûriyeyê ji vê cudatir nîne. Koalîsyonê bi navê têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bû. Di rewşa heyî de jî xuya ye ku nêzîkatiyeke xwe ya ji bo derketina ji vê herêmê nîne. Eger wê derkeve jî ji bo vê pêwîste bibe xwedî pozîsyoneke ji ya heyî bêhtir xwedî avantaj. Bi taybetî ji bo DYE'yê mijara sereke ev e.

FAKTORÊ TC DIKARE HÎN BÊHTIR DERXÎNIN PÊŞ

DYE serweriya rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li dijî berjewendiyên xwe dibîne û ji ber vê yekê naxwaze. Rejîma Sûriyeyê û Rûsya jî bi heman rengî hebûna DYE'yê ya li wê derê li dijî berjewendiyên xwe dibînin. Di rewşeke wiha de eger li hev nekin û rêyekê nebînin, hingî wê rêbaza şer, bi bikaranîna hêzên sêyemîn bixin meriyetê û girantir bikin. Di vir de jî eşkere ye ku wê faktora TC'ê derxînin pêş ku hewl dide bi her du aliyan ve bilîze. Kê zêde bide wê dewleta TC xwe bide aliyê wî, çi DYE, çi jî Rûsya. DYE di vê mijarê de wê deriyê xwe li TC'ê veke.

Polîtîkaya DYE û Rûsyayê ji aliyê cehwerî ve heman polîtîka ye. Ji bo ji aliyê siyasî û leşkerî ve li ser Sûriyeyê xwedî kontrol bin heman tiştî dikin. Di rewşa heyî de yek baş, yek jî nebaş nîne. Rola herduyan jî weke hev in."

DESTHILATDARÎ XWE DISPÊRE POLÎTÎKAYA TALANÊ

Şerîk anî ziman ku CHP dixwaze bi propagandaya li dora pirsgirêkên civakî xwe ji hilbijartineke pêşwext a gengaz re amade bike, partiyên din ên li nava sîstemê jî derneketine derveyî heman çarçoveyê û got, "Pirsgirêkên birçîbûn, bêkarî, zam û hwd. Qet guh nadin pirsgirêkên siyasî, zext, êşkence, girtin û komkujiyên li Kurdistanê. Di mijara pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên herêmî de dibin hevparê bloka faşîst a AKP-MHP'ê û tevî wan êriş dikin. Ev yek wan ji aliyê siyasî ve lawaz dike û di nava civakê de jî qîmeta wan kêm dike.

Li Rojhilata Navîn siyaset cuda ye. Siyaset-leşkerî, siyaset-şer hîn bêhtir li pêş in. Çavkaniya madî ku desthilatdarî xwe dispêre, aboriya talanê ye; ev yek jî tenê bi siyasetê, bi şer dikare bê bidestxistin. Nepêkane ku partiyên li Tirkiyeyê xwe mûxalîf bi nav dikin bi nîqaşkirina pirsgirêkên civakî bibin desthilatdar. Ji ber vê yekê hêzeke xwe nîne. Di rewşa heyî de cîgirên dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî ne. Di nava rastiyeke wiha de nîqaşên ji bo hilbijartineke pêşwext dixin rojevê.

AKP-MHP JI HILBIJARTINA PÊŞWEXT RE NE AMADE NE

AKP-MHP jî li gel vê rewşa mûxalefetê ji hilbijartineke pêşwext a gengaz re ne amade ne. Ji bo bi ser bikeve, dixwazin bandora HDP'ê ya li ser sosyalîst, şoreşger û hêzên demokratîk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê bişikîne. Bêguman armanca van êrişên şikandina bandorê ne tenê ji bo hilbijartinê ye. Bi rêya van êrişan dixwazin li nava tevgera civakî û qada siyaseta demokratîk a li Kurdistan û Tirkiyeyê dînamîzmê, potansiyelê têk bibin û bêbandor bikin. Sedema bingehîn a êrişên ku weke qirkirina siyasî tên binavkirin ev rastî ye."

YEKÎTIYA NETEWEYÎ DIVÊ STRATEJÎK BÊ DÎTIN

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bi bîr xist ku nîqaşên li ser yekîtiya neteweyî ya navbera Kurdan bi giranî li ser bingeheke siyasî tên kirin û got, "PDK'ê helwesta xwe ya di vê der barê de ji raya giştî re eşkere nekiriye. Hesret û daxwazeke mezin ji bo yekîtiya neteweyî heye. Li ser vê bingehê divê mijar bi rengekî stratejîk bê dîtin."