‘Şengal herêmek xwesere, tenê ew dikarin xwe biparêzin’

Taşçîer ê HDP'î bibîrxist ku fermana 73’an Êzidî tenê man û got: “Li hemberî vê êrîşê civaka Êzidî bi tenê hatin hiştin û hêzên qaşo li wir diparastin paş de vekişiyan. Yên civaka Êzidî bi tenê hiştin, îro dixwazin fermanek din bînin serê civaka Êzidî."

Di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û PDK’ê de 9’ê Cotmehê li ser rêveberî û parastina Şengalê peymanek hat îmzekirin. Di peymanê de biryar hatibû girtin ku pêşmerge û hin hêzên girêdayî Hikûmeta Navendî ya Iraqê vegerên Şengalê. Ji ber ku dema DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kiribû hem pêşmerge hem jî hêzên girêdayîn Hikûmeta Navendî ya Iraqê Şengeliyan bi tenê hiştibûn û reviyabûn, peymana di navbera wan de ji aliyê Şengaliyan ve nayê qebûlkirin. Li gel vê yekê jî Hikûmeta Navendî ya Iraqê di rojên dawîn de hejmareke zêde hêzên nû derbasî Şengalê kiriye û dixwaze Şengalê bike bin kontrola xwe û pêşmergeyan de.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Îmam Taşçîer, êrîşa DAIŞ’ê ya di Tebaxa 2014’an de a li dijî Şengalê bibîr xist û got: “Li hemberî vê êrîşê civaka Êzidî bi tenê hatin hiştin û hêzên qalo li wir diparastin paş de vekişiyan. Yên civaka Êzidî bi tenê hiştin, îro dixwazin fermanek din bînin serê Şengalê.”

‘DIVÊ ŞENGAL HERÊMEK XWESER BE’

Taşçîer anî ziman ku civaka Êzidî bi hêza xwe îspatkiriye ku dikarin xwebirêve bibin û wiha axivî: “ Weke tê zanîn gelek herêmên Başûrê Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Navendî ya Iraqê ve hatiye dagirkirin. Ji van herêman Kerkûk, Şengal, Mexmûr û herêma Nînova ye. Piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ev herêm hatin valekirin û niha jî dixwazin van herêman kontrol bikin. Herêma Şengalê cihekî taybet û stratejîk e. Li vê herêmê Kurdên Êzidî dijîn û xakek pîroze ji bo Kurdan. Dema DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir bi sedan Şengalî hatin revandin û qetilkirin. Divê êrîşê de civaka Êzidî tenê hate hiştin, ne Hikûmeta Navendî ya Iraqê ne jî Hikûmeta Federal a Başûrê Kurdistanê xwedî li wan derneketin. Ji wê rojê heta niha bi hêza xwe xwebirêve dibin û diparêzin. Civaka Êzidî bi hêz û keda xwe îspatkir ku ew bi tena serê xwe dikarin xwebirêvebibin û biparêzin. Teqez divê Şengal herêmek xweser be û ew bi xwe xwebirêvebibin. Eger civaka Êzidî bi xwe xwebiparêze wê hemû pirsgirên Şengaliyan were çareserkirin û ti pirsgirkê jî li herêmê wê nemîne.”

‘ŞENGAL HERÊMEK XWESER Û TAYBET E’

Taşçîer daxuyakirin kir ku hêzên dixwazin xaka Rojavayê Kurdistanê û herêma Mûsilê kontrol bikin berê xwe didin Şengalê û wiha pêde çû: “Şengal herêmek taybet û stratejîke. Ji bo kontrol kirina Rojava û herêma Mûsilê ev hêz diçin Şengalê. Ti xêra tu kesê li vir ji bo civaka Êzidî tineye. Divê Şengal herêmek xweser be û di heman demê de têkiliya wê bi Başûrê Kurdistanê re jî hebe. Ji ber ku ev herêma xweser dikeve xaka Başûrê Kurdistanê. 6 sal e ti hêz li vir tineye. Xêre, bi kijan sedemê ev hêz berê xwe didin Şengalê. 2014’an de hûn revîn û we civaka Êzidî tenê hişt. Hêzên ku werin Şengalê û xelkê Şengalê nas neke, cihên wan li Şengalê tineye. Şengalî dixwazin ew bi xwe xwebirêvebibin. Divê Şengal bibe xwedî statû, eger Şengal nebe herêmek taybet û xwedî statû wê ev pirsgirêk bibe pirsgirêkek navneteweyî. Divê rojek berî rojekê daxwaza gelê Şengalê were bi cih anîn. Niha herêma Şengalê ji aliyê Iraqê ve tê dagirkirin. Tu Kurdek naxwaze ku hêzên Iraqê li Şengalê bi cih bibe. Xelkê Şengalê xelkekî cuda ye û di sosyolojiya Kurdistanê de jî xwedî cihek taybet e. Ne îro bi hezaran sal e ku Şengal herêmek taybet e, timî xwe bi xwe îdare kiriye û birêvebiriye. Bi taybet piştî fermana 73’an û vir de Kurdên Êzidî xwe îspatkirin ku ew dikarin xwebirêve bibin. Niha meclîsa wan heye û di xwerêvebirinê de bi israrin. Divê her kes guhê xwe bide dengê Êzidiyan û rêzê ji daxwaza wan re bigre.”

‘DEM DEMA YEKTIYA NETEWEYÎ YE’

Taşçîer destnîşan kir ku dema Kurdistan ji aliyê hêzên dagirker ve hate parçekirin gelek caran di nava hêzên Kurd de pevçûn derketin û wiha got: “Birîna salên 90’î hîna nû û germ e. Pêwîstî bi birînek duyemîn nîne. Çi dibe bila bibe divê hêzên Kurd bi rêya diyalogê pirsgirêkên hene çareserbikin. Eger şerekî di nava hêzên Kurde çêbe wê tenê dagirkerên Kurdistanê ji vê sûd bigrin û zirera wê jî xelkê Kurdisanê bibîne. Wê hemû destkeftiyên Kurdan ji dest werin girtin. Divê em weke ronahiya çavê xwe li Rojava û Başûr xwedî derkevin. Niha ji derveyî yekîtiya neteweyî çi şansê me Kurdan tineye. Kurd ji bo yekitiyê amaden e. Li Bakurê Kurdistanê me xebatek mezin û serkeftî pêkanî. Divê parçeyên din yên welat ji vê serkeftina Bakur hêzê bistîne û ji bo yekitiya neteweyî xebatan bide meşandin. Dema şer nîne, dem dema yekitiya neteweyî û dema serkeftinê ye.”