Şehba û Til Rifat çima mijara bazar û şantajê ne?

Şehba ku ji 100 hezarî zêdetir Efrînî lê dijîn hem ji bo Rêveberiya Xweser, hem ji bo dewleta Tirk, Şam û Rûsyayê bi girîngiyeke stratejîk e.

Hêzên Rûsya ku li Şehbayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker garantor bû 13'ê Nîsanê ji gundê Minixê ya Şera, ji gundê Kişteharê ya Şerawayê û sê cihên xwe yên li navend Til Rifatê vala kir, cihên xwe yên Şehba Wahşiye berda. Kanên pêbawer diyar kir Rûsya xwe hazir dike ku ji tevahiya Şehbayê derkeve û biçe Helebê.

Mala Çavdêr a Mafê Mirovan (SOHR) îdîa kir ku hêzên Îranê ketine cihê ku ji Rûsan vala mane lê hêzÊn rûs roja dîtir vegeriya cihê ku berdabu. Bi carekê re vekişîna Rûsyayê ya ji Şehbayê ew guman çêkir, dibe ku di navbeyna Rûs û Tirkan de li ser mijara Ukrayna û Ti Rifatê bazarek hebe. Vegera piştî rojekê jî bi mirov re wê fikre çêdike, dibe ku siyaseta şantajê ya li Eyn Îsa li Şehbayê jî hebe.

Li ser Şehbayê çi îhtîmal hene, ev herêma ku tenê ji 56 gundan pêk tê çima stratejîk e? Di vê nivîsa xwe de em li bersiva van pirsan geriyane.

ÇIYA KURD LI SER 2 ÎHTÎMALAN SEKINÎ

Alîkarê Hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd ji ANHA'yê re axivî, diyar kir du îhtîmal ji bo vê vekişandinê hene, îhtîmala pêşî ew e, dibe ku Rûsya û Tirkiye li hev kiribin ku hin herêmên Til Rifatê bi dest Tirkiyê ve berdin. Çiya Kurd li ser îhtîmala duan jî wiha got:

''Rûsya bi vê rêyê dixwaze zextê li ser rêveberiya xweser bike. Dixwazin Kurd ji hin hêlan ve ji ya xwe werin xwar. Ev rêbaza şantajê beriya niha li Eyn Îsa û Til Temir bikaranîn.  Bi vê rêyê dixwazin daxwazên xwe yên li ser rojhilatê Firatê bi cih bînin. Rûsya li herêmê dixwaze hêza xwe zêde bike. Dixwaze li tevaiya herêmê bi cih bibe.''

Çiya Kurd bal kişande ser daxwazên aborî yên Rûsyayê û got, ''Bi Rûsyayê re li ser hin mijaran me li hev kir. Lê di vê pêvajoyê de li ser hin mijaran me li hev nekir. Ji bo lihevkirinê hewceyî bi tifaqên siyasî dibînin. Divê berjewendiya gelê herêmê were parastin. Tenê bi van şertan mirov dikare têkiliyên aborî geş bike.''

LI SER ÇI DIXWAZIN KU JI XWE BIDE?

Vegera hêzên Rûs ên li ser cihê ku vekişiyabûn îhtîmala ku Rûsta dixwaze Rêveberiya Xweser ji ya xwe were xwar zêde dike. Ji ber ku Rûsya ji mêj ve ye bi hêzên Şamê re dixwaze bikeve Reqa, Tebqa. Lê gelê Reqa û Tebqayê nahêle ku Rûsya êrîşên Tirk weke amûreke şantajê bi kar bîne. HêzÊn Rûs û Şamê 9'ê Cotmeha 2019'an dema êrîşên li ser Serêkaniyê û Girê Spî jî xwestibû bikeve wê herêmê le gelê herêmê ev hêz qebûl nekiribûn û li rêveberiya xweser rawestiyabû.

Mirov bi rehetî dikare bibêje ku Rûsya dixwaze li Cizîrê  ku DYE û Hêzên Koalîsyonê lê ne, bi rehetî tevbigere. Ji ber ku hêzên Rûsya û Emerîkî wê demê dema dewriyeyan li ser xeta Til Temir-Hesekê, Tirbêsp-Dêrikê hatibûn pêşberî hev.

Her çendî li ser daxwazên aborî yên Rûsyayê ti agahiyên teqez nebe jî dibe ku li ser qadên petrolê yên li wan qadan ku QSD'ê ji DAÎŞ'ê azad kirine, hin daxwazên wê hebin, ku jixwe ji mêj ve ye Rûsya û Şam li ser vê mijarê propangaya reş dikn ku Rêveberiya Xweser 'petrola Sûriyê didize''. Rêveberiya Xweser jî dibêje kanên Sûriyê yên hemû gelên Sûriyê ne û destnîşan kir beriya her tiştî lihevkirineke siyasî hewce ye.

JI BO RÛSAN Û ŞAMÊ JÎ PARASTINA HELEBÊ BI GIRINGIYEKE STRAREJÎK E

Hê ne zalal e bê ka vekişîna ji sê cihên stratejîk ên li Şehbayê biryara Moskowê ye yan  biryara fermandariya li Sûriyê ya Himeynimê ya Rûsyayê ye. Dibe ku ev gava ku ji bo rêveberiya xweser tawîzan bigirin hatî avêtin ji ber ku encam nestand hêzên Rû vegeriyabin. Ji ber ku Şehba ji bo Rûsya û Şamê girîng e. Til Rihat hem cîranê Helebê ye û jî parastina Helebê ye. Herêma ku ji 80 gund û mezrikan tê pêk tê 65 km dirêj e, berfirehiya wê li hin deveran 10 û li hin deveran 15 kme ye û ji bo parastina Helebê bi girîngiyeke stratejîk e.

2012'an Til Rifat û gelek deverên herêmê ketibû destê çeteyên OSO û Cehphen El Nusra yên bi kontrola Tirk, 2015'an DAÎŞê Til Rifat û hin gundên wê ne tê de herêm dagir kiribû. Hêzên bi ser QSD'ê ve (Ceyş El Sİwar) 2015'an çend gund ji DAÎŞ'ê 2016'an jî hin gundên Efrîn, Ezaz û Babê ji DAÎŞ'ê û çeteyên Tirk azad kiribû. Heta beriya dagirbûna Efrînê li herêmê Hêzên Şoreşger ên bi ser QSD'ê ve Rêveberiya Xweser a bi ser Şehbayê ve hebû.  Lê Rûsya ji bo ku xwe li Şam û Gutayê bi cih bike rê li dagirbûna EFrînê kir, her wiha kir fersend ku li herêmên azadkirî yên li Şehbayê jî bi cih bibe. Piştî ku 15-16'ê Adarê dweleta Tirk Efrîn bi temamî dorpêç kir, piştî hevdîtina QSD û Rûsyayê, bi daxwaza RûsyaYê ji bo ku gel derbasî Efrînê bibe, korîdorek li Şehbayê hate vekirin. Li gorî peymanê hemû hêzên QSD'ê ji herêmê derktin, Rûsya, Îran û Şam li herêmê bi cih bûn.

Beriya bi salê piştî ku Îranê hêzên xwe ji herêmê kişandin ev salek e li herêmê hêzên Rûs, Şamê û hêzên xweparastinê yên gelê Efrînê hene. Hêzên Şamê her çendî car caran bersivê bide êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê jî ku ne ji hêzên xweparastinê be nikare herêmê biparêze û di dest de bigire. Heke herêm bikeve ber kontrola dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Helebê taloke çêbibe. Ji ber ku gelek gundên li başûrê Şehbayê sînorê Helebê, Nubul û Zehrayê ye ku di kontrola Îranê de ne. Heke Şehba bikeve destê çeteYên Tirk Heleb a ku ji rojava ve dorpêçikrî ye ji aliyê bakur ve jî ji hêla çeteyên Tirk ve wê were kontrolkirin.

JI BO TIRKIYÊ Û EFRÎNÊ JÎ STRATEJÎK E

Li gel êrîşên rojane tên Tirk jî li gorî daneyên Rêveberiya Xweser bi qasî 100 hezar kesî ku bêgav mabûn ji Efrînê koç bikin hê jî li Şehbayê dijîn. Rayedarên Rêveberiya Xweser bi qasî 150 hezar kesên ku ji Ezaz, Cerablûs û Babê ji ber dagirkeriya Tirk koç kirine jî li herêmê dijîn. Li gel ku şertên jiyanê yên Efrîniyên li Şehbayê dijîn giran in jî bi azadkirina Efrînê motîve dibin. Ji ber vê li dijî êrîşan li rex Efrînê li ber xwe didin.

Efrînî û Şehbayî li gel herêmên ku ji hêla Tirkan ve hatibû dagirkirin, li 12 gundên Şêrewa ya Efrînê, 6 gundên Şera û 60 gundên Şehbayê dijîn. Gelê herêmê bi meclîsa rêveberiya xweser a EfrînÊ û meclîsa Rêveberiya Xweser a Şehbayê rêxistinyia xwe dike. Herdu rêveberiyên xweser di bin banê Rêveberiya Xweser a Efrînê de bi koordînasyona hevpar xebatan dikin. Mane Efrîniyan a li Şehbayê û berxwedana wan ji bo dewleta Tirk ku dixwaze li Efrînê mayinde bibe tirs e. Ji bo dewleta Tirk ku dixwaze Kurd nebin xwedî statû, tevahiya herêma Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Bakur dagir bike, girîngiyeke stratejîk die dagirkirina Şehbayê. Bi vî rengî li Efrînê wê xwe ewle bibîne û bigihije xewna xwe ya Helebê.

Dewleta Tirk hê qebûl nekiriye ku Til Rifat û hin gundên Şehbayê ji hêla Hêzên Şoreşger ên bi ser QSD'ê ve ji çeteyên OSO hatine paqijkirin. Cephet El Nusra û OSO yên bi ser Tirkan ve 2012'an ev herêm dagir kiribûn, Hêzên Şoreşger bi operasyona azadkirinê ku 14'ê Sibata 2016'an dabûn destpêkirin Til Rifat û navçeyên Keferneya, gundên Şêx Hîlal, Maliqiye, Şeverqa, Keferneya, Eyn Deqna, Minixr, Beylûniye, Şehaniyê, Til Ecer, Balafira Leşkerî ya Minixê ji çeteyên Tirk azad kir. Dewleta Tirk ev azadkirina 16'ê Sibata 2016'an qebûl nekir û bi rojan Efrîn da ber topan.

ÎHTÎMALA ÊRÎŞÊ HEYE

Tirkiye li ser herêmê ku ji tevahiya herêmê re Til Rifatê dibêje, Adar-Nîsanê bi Rûsyayê re hin bazar dikirin. Lê Îranê li dij rabûbû ku ev herêm ji aliyê Tirkan ve were dagirkirin. Rûsya li vê herêmê ji bo ku rêveberiya herêmê ji qewet bixe û xwe xurt bike her çendî gefa dagirkeriya Tirk bi kar bîne Jî rast nedîtibû ku herêma ku parastina Helebê ye li berjwendiya xwe nedîtibû ku rê li tevgera dagirkeriya Tirk ya li ser vê herêmê veke.

Lê dewleta Tirk ji bo ku têkiliyên xwe yên bi DYE'yê û NATO'yê  re  ku ji ber mijara S400'Î û hwd. xirab bûbû, baş bike, ji ber pozîsyona wê ya ku krîza Ukrayna sor dike, dibe ku Rûsya ji bo ku Tirkiyê bi hevsengekê de bigire hin tawîzan bide. Ukrayna ji bo Rûsya xwedî girîngiyeke stratejîk e û mijara Ukraynayê weke mijareke navxwe dibîne.  Her çendî ew îhtîmal kêm jî be ku Rûsya li Şehbayê tawîzê bide dewleta Tirk jî, ne dûrî îhtîmala ku ji dagirkeriyê re veke.