Êzidiyên li Ewropayê pêngava 'Xweseriya Şengalê' silav kirin

Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar, pêngava "Bes e ji qirkirinê re, statu ji bo xweseriya Şengalê" silav kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bersiva herî rast a li fermanan, xweseriya Şengalê û xweparastina civakê ye.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) di 22'ê Îlona 2020'an de bi civîneke awarte dest bi pêngaveke bi navê "Bes e ji qirkirinê re, statu ji bo xweseriya Şengalê" kiribû.

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî, Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan, Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê, Hevgirtina Ciwanên Êzidî, Navenda Çanda Êzidxanê û Meclîsa Gundên Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar pêngava xweseriya Şengalê silav kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku pêngav gaveke rast e, rewa ye û mafê civaka Êzidiyan e û hate bibîrxistin, ku pêngav di 28'ê Îlona 2020'an de li navenda Şengalê bi meşeke girseyî ji raya giştî re hatiye ragihandin.

Di daxuyaniyê de işaret bi têkoşîna civaka Êzidî ya li dijî DAÎŞ'ê hate kirin, ku ji 3'ê Tebaxa 2014'an ve tê meşandin û hate diyarkirin, ku civaka Êzidî ji bo statuya demokratîk û biratiya gelan hemû sazî û dezgehên xwe yên xwerêvebirinê ava kiriye.

'BERSIVA HERÎ RAST A LI FERMANAN, XWESERIYA ÊZIDXANÊ Û MEKANÎZMAYA XWEPARASTINA CIVAKÎ YE'

Saziyên Êzidiyan destnîşan kirin ku bersiva herî rast a li fermana dawî û fermanên heta niha rabûne, pêkhatina Xweseriya Êzidxanê û mekanîzmaya xweparastina civakî ye.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Destketiyên rêveberî, civakî, siyasî, parastinê û ewlekariyê divê fermî û mayinde bibin. Tenê bi vî rengî pêşî li qirkirin û fermanê dikare bê girtin. Her wiha hebûna me ya bawerî, civakî, çandî û resenî jî li ser vê bingehê misoger dibe."

'LI KU DIBIN BILA BIBIN, DIVÊ ÊZIDÎ HEMÛ PIŞTGIRIYA VÊ PÊNGAVÊ BIKIN'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku civaka Êzidî li ku dibe bila bibe divê bi hev re bi hemû derfetên xwe ji her demê bêhtir piştgiriya vê pêngavê bike û ev bang hate kirin, "Banga me di heman demê de ji bo netewe, civak û dostên me jî ew e ku bi girseyî û biryardarî xwedî li statuya Şengalê derkevin û têkoşîna ji bo vê yekê xurt bikin."

BANGA LI KONSEYA EWROPAYÊ Û NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Di daxuyaniyê de işaret bi biryara Konseya Ewropayê ya 4'ê Tîrmeha 2018'an hate kirin ku di wê biryarê de dihate gotin, "Mafê Êzidî, Suryan û pêkhateyên Deşta Nînovayê heye ku xweser bin" û bang li Konseya Ewropayê hate kirin ku di zûtirîn demê de biryara xwe ya ji bo xweseriya Şengalê bixe meriyetê.

Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî jî hate kirin ku bênîqaş, li gorî biryara 16'ê Hezîrana 2016'an a Komîsyona mafên Mirovan, Qirkirina Şengalê nas bike.

Saziyan li ser vê bingehê bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku li pêşberî civaka Êzidî bi erk û berpirsyariya xwe rabin.