Êrîşî Balafirgeha Bexda kirin

Di demê dawî de li Iraqê li ser herêmên vekirî, sûk û balafirgehan ên girîng êrîş zêdetir bûne. Bi katûşeyan êrîşî balafirgeha Bexdayê kirin.

Di saetên danê sibê de li Iraqê bi fûzeyên katûşa êrîşî balafirgeha Bexda yê kirin. Hate ragihandin ku êrîş ji aliyê sîstema parastinê ya li Navenda Vîctor a DYE’yê ve hatiye valaderxistin.

Hate ragihandin ku piştî êrîşê û şûnde hêzên ewlekariya Iraqê dest bi lêpirsîneke dorfireh kiriye.

Berî çend rojan di êrîşeke xwekujî ku çeteyên DAÎŞ’ê li paytexta Iraq Bexdayê li bazarekê kirbû de jî 32 kes miribûn û 110 kes jî birîndar bûbû.