Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û rewşa li herêmê – V

Hêzên Suryanî, Asûrî û Ermen ên li dijî êrîşên dagirkeriyê di nava parastina Şoreşa Rojava de ne, destnîşan kirin ku amadekariyên wan ên ji bo berxwedanê wê dijmin têk bibin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelên Suryanî, Asûrî û Ermenî jî xwedî hêzên xwe yên leşkerî ne. Ji destpêka şoreşê û vir ve di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de bi navê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Meclîsa Leşkerî ya Asûrî û Tûgaya Ermenî ya Nûbar Ozanyan de hêza xwe bi rêxistin kirine.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Matay Henna Fermandarê Meclîsa Parastinê ya Xabûrê ya Asûrî Nebîl Werde û ji Fermandarên Tûgaya Ermenî ya Nûbar Ozanyan Monte Melkonyan li ser amadekariyên xwe yên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên gengaz ên dewleta Tirk ji ANF'ê re axivîn.

'JI BO HER KESÎ METIRSÎ YE'

Matay Henna destnîşan kir ku gef û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser gelê Suryanî metirsiyeke gelekî mezin e û got, "Dewleta Tirk hewl dide operasyoneke nû ya leşkerî li ser herêmê bide destpêkirin. Ev hemû ji bo Suryaniyan û gelên li herêmê hemûyan metirsiyeke mezin e. Gelên herêmê bi hev re di nava aramiyê de ne. Lê belê ev gefên êrîşê jiyana hemû pêkhateyan dixe nava metirsiyê. Bi koçberiyê re zerar li binesaziya herêmê tê kirin. Ev bûyerên ku em qalê dikin, di dema dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de, di dema birîna avê li ser Hesekê de me dît. Her wiha heta cihên pîroz ên baweriyan êrîş li nirxên civakê têne kirin."

'EM Ê RÊ NEDIN DAGIRKERAN'

Matay Henna destnîşan kir ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên gengaz ew amadekariyên xwe dewam dikin û got, "Bi navê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî li hemberî operasyoneke dagirkeriyê ya gengaz a dewleta Tirk em bi baldarî tevdigerin û amadekariyên xwe dewam dikin. Gava ku dewleta Tirk a dagirker êrîş kir, weke hêz û şervanên gelê Suryanî em ê bersivê bidin. Em ê nehêlin ku dagirkeriya Tirk careke din Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Em ê rê nedin dagirkeriya Tirk. Ji bo parastina gelê xwe me amadekariyên xwe yên leşkerî temam kirine. Bi navê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî tevî Hêzên Sûriyeya Demokratîk em ê gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hemûyan biparêzin. Em amade ne ku destketiyên Rêveberiya Xweser biparêzin."

'HEWL DIDIN ASÛRIYAN KOÇBER BIKIN'

Fermandarê Meclîsa Parastinê ya Xabûrê ya Asûrî Nebîl Werde jî anî ziman ku gefên ji bo dagirkirinê rewşeke nû nîne û got, "Dewleta Tirk dema ku bi destê çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî herêmê kir, li ser gelê Asûrî metirsiyeke mezin hebû. Ji sala 2015'an û vir ve bandora êrîşên dagirkeriyê yên Tirk hebû. Êrîş û bombardûmana li ser gundên Asûriyan ji bo koçberkirina gelê me bûn. Ev gefên dagirkeriyê jî li ser gelên Asûrî û Suryanî, li ser hemû gelên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê metirsî ye."

'EM Ê BIKIN KU BI RENGEKÎ GIRAN TÊK BIÇIN'

Nebîl Werde bal kişand ser girîngiya rabûna li ber êrîşên îmha û koçberkirinê û got, "Ji bo em li vê xaka pêşiyên xwe bimînin divê em li ber êrîşên dagirkeriyê rabin. Ji sala 1915'an û vir ve dewleta Tirk polîtîkaya êrîş, îmha û koçberkirinê dewam dike. Asûriyên li van herêman mane soz dane ku li hemberî her cûre dagirkeriyê li ber xwe bidin. Hêzên Asûrî û Suryanî yên li van herêman di bin sîwana QSD'ê de cih digirin. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên gengaz ên dewleta Tirk, em tevî QSD'ê amadekariyên xwe dikin û em ê li ber rabin. Yên ku dibêjin dewleta Tirk wê karibin yekser herêmê dagir bike, ew xeyalan dibîne. Amadekariyên me berfireh in. Em ê dewleta Tirk a ku êrîş bike bi rengekî giran têk bibin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ber xwe bidin û xaka xwe biparêzin."

'DIJMINATIYA LI GEL A KU BI RENGEKÎ HAR DEWAM DIKE'

Ji Tûgaya Ermenî ya Nûbar Ozanyan Monte Melkonyan jî işaret bi berfirehiya hedefa êrîşan kir û got, "Dijminatî, şer û polîtîkaya dewleta Tirk a li dijî Ermenî û Kurdan, stratejîk e. Ji Îttîhat-Terrakî heta bi dema hikumeta Kemalîst û vê demê, dijminatiyeke har li hemberî gel dewam dike. Em di demeke welê de ne ku dewleta Tirk ji 1'ê Hezîranê û vir ve êrîş giran kiriye. Ev êrîş ne tenê li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ne. Li Rojhilata Navîn û Kafkasan jî Ermen û Kurd di bin êrîşên îmha û tunekirinê de ne. Xeyala ji bo Tirkkirinê ya li cografyayeke berfireh a bi darê zorê dewam dike. Qirkirina ku doh nekarîn bikin, îro dixwazin temam bikin. Dixwazin 'armanca Tûran' pêk bînin. Stratejiya 'Ji bo çêkirinê divê bê hilweşandin' a doh Îttîhat-Terrakî dimeşand, îro jî dewam dike. Stratejiya afirandina Tirkiyeya Homojen, dixwazin li ser tunekirina Ermenî û Kurdan bi cih bînin."

Melkonyan diyar kir ku li herêmên gefa dagirkeriyê lê tê xwarin aramî heye, lê belê êrîş vê aramiyê têk dibe û xisara ku êrîşên gengaz ên leşkerî li herêmê bike vegot, "Gel bi rengekî aram û ewle jiyan û karê xwe dewam dike. Bi perwerde, ziman û çanda xwe xwe bi pêş ve dibin. Di bin êrîşên obus û hawanan û gefên keşfê de gel çawa dikarin di nava aramî û ewlehiyê de bijîn?" Melkonyan destnîşan kir ku Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gelê Ermen ew cih e ku bi rengekî aram û ewle lê dijîn.

'BI RENGÊ HERÎ XURT WÊ BERSIV JI ÊRÎŞAN RE BÊ DAYIN'

Melkonyan bal kişand ser metirsiya tunekirinê ya li ser Ermeniyan û got, "Gelê Ermen li Rojava bi rengê xwe, bi dilê xwe dijî. Çand, ziman, baweriya xwe bi rengekî azad dijî û diparêze."

Monte Melkonyan destnîşan kir ku yên herî zêde divê li hemberî qirkirinê li ber xwe bidin Ermenî ne û got, "Hişê qirkirinê yê gelê Ermenî teze ye. Lewma divê herî zêde ew xwedî li nirxên azadiyê derkeve. Ermenî divê xaka ku lê ne tevî hemû pêkhateyan biparêzin. Ev mafê wan e. Neçar e ku vî mafî pêk bîne. Eger vî mafî pêk nîne wê cara duyemîn qirkirineke mezin lê bê kirin. Em weke şoreşger û pêşengên gelê Ermenî, em ê li dijî êrîşên qirkirinê li ber xwe bidin û şer bikin, mîna Monte Melkonyan û Nûbar Ozanyan."