Êrişa li ser Şengalê li Ermenistanê hate şermezarkirin

Saziyên Kurdan ên li Ermenistanê, êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kirin.

Ji bo şermezarkirina komkujiya ku dewleta Tirk li Şengalê kir, nûnerên saziyên Kurdstan ên li Ermenistanê tevî Kurdên li Oktonberyan, Elegez, Talîn, Eşterek Eboviyan, Erîvan û derdora wê ne li qada Komarê ya li paytext Erîvanê (Hanrapetûtyan Hraparak) çalakiyek li dar xistin.

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên 4 şervanên YBŞ'ê yên ji ber êrişa dewleta Tirk şehîd bûn, alên YBŞ, YJŞ, YPG, YPJ, KCK û PKK'ê hatin hildan û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Şengalê" û "Faşîst Erdogan" hatin qîrîn. Çalakger ber bi avahiya Neteweyên Yekbûyî ve meşiyan.

Nûnerên saziyên Kurdan piştî ku nameyek dan nûnertiya Neteweyên Yekbûyî, Hevserokê Yekîtiya Kurdên li Ermenistanê Kinyas Hasanov, Hevserokê Kurdistan Komîte Silo Dirboyan, ji Meclîsa Kurdistan Komîte Sêroj Çarçoyan û hunermend Dîlbera Wekîl daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de girîngiya yekîtiya neteweyî hate bibîrxistin û hate destnîşankirin ku li ser bingeha Êzidiyatiyê pêwîstî bi yekîtiyê heye.

Çalakgeran nerazîbûn nîşanî bêdengiya raya giştî ya navneteweyî dan û bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Şengalê" dawî li çalakiya xwe anîn.