Çîrokeke Kobanê: Canê xwe yê hêja ji bo me feda kirin

Osman Ehmed ku di tevahiya şerê Kobanê de bû, dema ku DAÎŞ'ê 25'ê Hezîrana 2015'an komkujî li Kobanê kir çar kes ji malbata wî jiyana xwe ji dest dan. Diyar kir, "Eger îro jiyan li me vegeriya be ev yek bi saya wê ye ku wan canê xwe yê hêja feda kirin."

Yek ji çend komkujiyên ku salên dawî bi serê gelê Kurd hatin, komkujiya ku 25'ê Hezîrana 2015'an çeteyên DAÎŞ'ê li Kobanê li dijî sivîlan kir.

Komeke mezin a çeteyên DAÎŞ'ê ketin nava bajêr û êrîşî berxbotan û navenda bajarê Kobanê kirin. Ji ber êrîşê 242 sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn û 30 şervanên YPG/YPJ û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn.

Şervanên YPG/YPJ'ê heman piştî serketina Kobanê berê xwe dan Girê Spî û bajar rizgar kirin ku ev yek di şerê Sûriyeyê de gelekî girîng bû.

DAÎŞ'ê yekemcar bajarekî di destê xwe de winda kir, her wiha Tirkiye jî ji ber ku rêyeke girîng a bazirganiya navbera xwe û DAÎŞ'ê winda kir gelekî bi hêrs bû. Di medya rejîma AKP'ê de manşetên 'PYD ji DAÎŞ'ê bêhtir metirsîdar e' û 'Li ser sînorê me yê başûr metirsiyeke mezin heye' hatin bikaranîn û dewleta Tirk dest bi êrîşê kir.

Komeke çeteyên DAÎŞ'ê yên ku di dema komkujiya Kobanê de ketin nava bajêr, ji Tirkiyeyê derbasî nava Kobanê bû ku vê yekê jî hevkariya wan nîşan dida. Her wiha nîşaneya komkujiyên Enqere, Pirsûs û Dîlokê bû.

Kobaniyê bi navê Osman Ehmed ku di komkujiyê de çar ferdên malbata wî jiyana xwe ji dest da, qala wê demê kir: "DAÎŞ'ê piştî Kobanê li Girê Spî derb xwar. Çeteyên ku nekarîn xwe li vê rabigirin û nekarîbûn bi şervanên me bi qetilkirina sivîlan hewl dan tola xwe hilînin."

Osman Ehmed bi bîr xist ku piraniya wan jin û zarok 242 kes bi rengekî hovane hatin kuştin û got, "Piştî serketina Kobanê gel li malên xwe vegeriya û hewl da jiyana xwe ji nû ve ava bike. Di demeke wiha de DAÎŞ'ê êrîşî sivîlan kir. Ji ber êrîşê bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Çar ji kesên jiyana xwe ji dest dan ji malbata me bûn."

Osman Ehmed got, "Du birayên min, dayika min û bûka me hatin qetilkirin. Kekê min ê mezin Ebdulrehman û hevsera wî Rojdar, birayê min ku pola dawî ya zanîngehê dixwend Yûsif û dayika min Şemsê jiyana xwe ji dest dan." Osman Ehmed diyar kir, ji wê rojê û vir ve mala wan vala ye.

Osman Ehmed destnîşan kir ku ji bo azadiyê wan berdêlên gelekî mezin dane û got, "Ji bo xaka xwe û welatê xwe şehîd bûn. Eger îro jiyan li me vegeriya be ev yek ji ber wê yekê ye ku bi hezaran kesan canê xwe yê hêja feda kirine."

Osman Ehmed got, "Tevî komkujiyê jî me xaka xwe neterikandin. Ew hatin û çûn, lê em bi sedan sal in li xaka xwe ne."

Osman Ehmed yek ji wan kesan e ku dema DAÎŞ'ê dest bi êrîşa li Kobanê kir, dest ji kar û mala xwe ya li Beyrûdê berda û di nava bîst û çar saetan de ji Şamê xwe gihand Efrînê, ji wir jî derbasî Dîlokê bû û di ser Rihayê re derbasî Kobanê bû û tevlî berxwedanê bû.

Osman Ehmed ku niha li Kobanê li dikaneke biçûk dixebite herî dawî dibêje, "Welatê mirovan namûsa mirovan e, bajarê mirovan namûs û rûmeta mirovan e. Ji bo parastina welat û xaka me kengî çi wezîfe bikeve ser milê me em jê re amade ne."