Çete Leopardan bi kar tînin, Elmanya jî xwe bêdeng dike

Tankên Leopard-2 ku Elmanyayê di çarçoveya endametiya NATO'yê de û bi şertê 'nefiroşe kesekî din' radestî dewleta Tirk kiriye, di êrişa dagirkeriyê de ji aliyê çeteyan ve tên bikaranîn. Hikumeta Elman jî xwe bêdeng dike.

Beriya çend rojan eşkere bû ku di êrişa dagirkeriyê de ya dewleta Tirk û çeteyên wê ku di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir, tankên Leopard-2 ên Elman tên bikaranîn. Di dîmenên çeteyan de ku li saziyên medyayê hatin weşandin, bi tankên Leopard-2 êriş li navenda sivîlan a li Serêkaniyê tê kirin. Li gorî lêkolînên ANF'ê tê dîtin ku tankên Leopard-2 hîn jî ji aliyê çeteyan ve tên bikaranîn.

Destpêkê rojnameya Bîld a Elman agahiyên der barê bikaranîna tankên Leopard-2 ji aliyê çeteyan ve xistibû rojevê. Berdevkekî çeteyan jî ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî û ev yek piştrast kir. Lê belê tevî vê yekê jî hikumeta Elman a Federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel li pêşberî mijarê xwe bêdeng dike.

Di sala 2004'an de bi israra serokwezîrê wê demê Gerhard Schroder bazirganiya çekan a Elmanyayê gihîştibû asta herî bilind û destûr hatibû dan ku firotina çekan bi rengekî bê kontrol bê kirin. Schroder ku weke dostekî Erdogan tê naskirin di sala 2005'an de dema ku li ber çûyînê bû firotina tankan pejirandibû. Di navbera salên 2006-2009'an de bi giştî 354 tankên bi tîpa 'Leopard 2 A4' radestî Tirkiyeyê hatibûn kirin.

Di sala 2001'an de Partiya Çep pirsa "Tankên Leopard di nava kîjan şert û mercan de ji bo Tirkiyeyê hatin firotin?" li hikumetê kir û hikumeta Merkel jî bersiveke wiha da pirsa Partiya Çep: "Ji bilî şertê nefiroşeke kesekî din, ti şert nehat xwestin û tank yekser ji Tirkiyeyê re hatin firotin ku endamekî NATO'yê ye." Ev gotin û nêzîkatiya ku wê bibûya sedem ku tank li dijî sivîlan û di êrişên dagirkeriyê de bên bikaranîn di dema bihata de wê derfetên mezin pêşkêşî Tirkiyeyê bikirabûya.

Ji ber ku berevajî sala 2005'an di salên 1982, 1984, 1990 û 1993'an de bi giştî 397 tankên 'Leopard 1' di çarçoveya hin peymanan de hatin firotin. Hikumeta Elman a wê demê şert destnîşan kiribû ku li gorî madeya 5'an a NATO'yê tank dikare ji bo welatekî endam an jî welatên endam bên bikaranîn û bi vî rengî hatibû destnîşankirin ku tank tenê ji bo parastinê li dijî êrişan dikarin bên bikaranîn.

Ji Elmanyayê bêhtir niha Tirkiye xwedî tankên Leopard 2 ye. Derfetên bêsînor ên ji bo firotin û bikaranîna tankên Leopard ji bo Tirkiyeyê destpêkê di sala 2018'an de di dema êrişa dagirkirina Efrînê de ketibû rojevê. Beriya destpêkirina êrişa Efrînê di 22'ê Çileya 2018'an de Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû û hempîşeyê wî yê Elman Sîgmar Gabrîel li bajarê Goslarê li hev rûniştin.

BERIYA ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ ELMANYAYÊ NÛ KIR

Di hevdîtinê de mijara nûkirina tankên Leopard 2 di rojeva heyeta Tirk de bû. Ji ber ku di êrişa dagirkeriyê ya artêşa Tirk de ya Tebaxa 2016'an li dijî Sûriyeyê kir tankên Leopard bi têrkerî nehat bikaranîn. Ji ber ku 20 tank di mijara parastinê de lawaz bû xisar li wan bûbû. Li ser vê yekê desthilatdariya Erdogan di Adara 2017'an de serî li rêveberiya Merkel da ku Rheînmetall alavên parastinê ji bo tankan amade bike ku ji êrişan biparêze. Lê belê ji ber aloziya navbera Berlîn û Enqereyê ev daxwaz hatibû taloqkirin.

Piştî hevdîtin û bazariya navbera Gabrîel û Çavûşoglû Berlînê projeya nûkirina tankan pejirand û Rheînmetallê kar wergirt. Ne tenê Leopard her wiha tankek bi tîpa M60 jî sîstema wê ya parastina ji êrişên bi roketan û bombeyî ji aliyê Rheînmetallê ve hate xurtkirin.

Her wiha topên 120 mm û L/44 û L/55 ên tankên Leopard û M60 jî ji aliyê Rheînmetallê ve tên amadekirin.

Mûxalefeta Elman bi rengekî tund li ber rabû ku tankên Leopard 2 ji aliyê çeteyan ve di êrişa dagirkeriyê de tên bikaranîn. Berdevka Karên Navxweyî ya Partiya Çep Ulla Jelpke destnîşan kir ku nayê qebûlkirin çeteyên ji ber DAÎŞ û El Qaîdeyê man bi çekên Elman sûcên şer bikin. Jelpke got, bi ambargoyeke rasteqîn a çekan a li dijî Tirkiyeyê dikare bike ku Tirkiye dawî li dagirkeriyê bîne.