Çelîk: Heta tecrîd bi dawî bibe wê greva birçîbûnê dewam bike

Hevseroka TUHAY-DER'ê Esîn Çelîk bi bîr xist ku girtî beriya demeke kurt ji greva giran a birçîbûnê derketibûn û got, rîskên mezin hene û divê gav bên avêtin.

Grev birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîda li Îmraliyê dest pê kir, 50 roj li pey xwe hişt. Berxwedana ku bi hezaran bi rengê dorveger dest pê kirin, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo qedandina binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan û berdana girtiyên nexweş, pêk tê.

Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (TUHAY-DER) Esîn Çelîk destnîşan kir ku girtî peyama wê yekê didin, ku heta tecrîd bê şikandin wê çalakiya xwe dewam bikin. Çelîk got, "Çalakî heta bidawîbûna tecrîdê wê dewam bike, lê li aliyê siyasî gavek nayê avêtin, berevajî hîn bêhtir cezayên dîsîplînê tên dayin. Girtî bi hinceta şewbê nikarin malbatên xwe bibînin. Leşker diavêjin ser odeyên wan. Eşyayên ku ji kantînê kirîne tên komkirin, her wiha wan eşyayan dikin hinceta cezayê dîsîplînê."

'RÎSK MEZIN E, DIVÊ GAV BÊ AVÊTIN'

Çelîk bi bîr xist ku çalakî bi koma 11'an dewam dike û got, "Pênc rojan carekê dorê li hev vedigerînin. Niha bi vî rengî dewam dike, lê gelê eger diyalog neyê danîn, bêguman em nizanin ku ev pêvajo wê ber bi kîjan alî ve biçe. Hin girtîgeh hene ku mîna Karabukê, koxûşek bi temamî di nava lepê şewbê de ye, lê belê ji grevên birçîbûnê heta pirsgirêkên tenduristiyê agahiyên têrker nayên wergirtin. Saziyên tenduristiyê hîn nû, têkildarî mijarê heyheteke şopandinê ava dikin. Rojên bê di çarçoveya hevdîtinên wan de em ê rewşa wan a tenduristiyê hîn bibin. Lê belê rastiyeke wiha jî heye, ku gelek girtî ji xwe beriya niha ji nava pêvajoyeke giran a greva birçîbûnê derketibûn. Bandora vê yekê jî wê piştî bi salan eşkere bibe. Lewma hînê gelek ji wan xwe baş komî ser nev nekirine. Bi dorvegerî jî be rîsk mezin e. Tevî van hemûyan girtî eşkere dikin ku ew bi biryar in û di peyamên xwe de yên bi rêya malbatan gihandine me, daxwaza piştevaniyê dikin."