Çelîk: Grevên birçîbûnê ruhê şoreşgerî da her kesî

Ji berxwedêrên greva birçîbûnê Naîme Çelîk diyar kir, çalakiya wan li dijî neheqiyê qîrîn û serhildan e û got, bi ruhê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê wê teqez bi ser bikevin.

Çalakgera greva birçîbûnê Naîme Çelîk (22) ku malbata wê ji navçeya Qoser a Mêrdînê koçî Amedê kiriye, niha bi malbata xwe re li navçeya Baglarê dijî. Çelîk 1'ê Adarê li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû û 28'ê Adarê hate berdan, niha çalakiya xwe li malê didomîne. Çelîk sala 1997'an li Amedê hatiye dinyayê û li Amedê mezin bûye. Hê ew ji dayik nebûbû, malbata wê sala 1990'î ji ber polîtîkayên şer ên dewletê ji Qoserê koçî Amedê dike. Çelîk di temenê xwe yê biçûk de zext û zordariya dewletê ya li ser gel dibîne.

'DIVÊ ÇAV Û GUHÊ ME LI GIRTÎGEHAN BE'

Em çûn mala Çelîk û li wir me pê re sohbet kir. Piştî ku Çelîk xêrhatina me kir got: "Heval, 196 roj in hevalên me li ber xwe didin. Ez ji 1'ê Adarê û vir di çalakiyê de me, rewşa hevalên me yên di girtîgehê de nebaş in. Divê çav û guhê me li girtîgehan be. Ji 1'ê Adarê ve min 5 kîlo li xwe kêm kiriye. Ez dengan pir kêm dibihîzim, tiştan ji bîr dikim û çavê min caran jî perde dikeve ser."

BÎRANÎNA BI ÇAPEMENIYA AZAD RE

Berî ku em dest bi hevpevîna xwe bikin li ser rewşa çapemeniyê û zehmetiyên Çapemeniya Azad em axivîn. Çelîk jî bîranînek xwe yê di temenê 11 salî de bi me re parve kir û got: "Hîna ez pir biçûk bûm hevalek me yê çapemeniyê li Baglarê dixebitî û ji ber derfetên kêm kamerayî wî tunebû ku dîmen bigre. Wê demê hevalên navçeyê ji bo ku kamerayek bistînin dest bi alîkariyê kirin. Wê demê temenê min pir biçûk bû, 1 TL û 75 kûrûşê min hebû, ez çûm li cem heval û min piştevaniya xwe ji bo heval kir. Her çiqas ez biçûk bûm jî lê bîranînek min wiha li gel Çapemeniya Azad heye. Çapemeniya Azad berdêlên gelek giran dane. Ji bo vê jî divê em xwedî li Çapemeniya Azad derbikevin."

'BILA TIRKIYE LI GORÎ DESTÛRA XWE YA BINGEHÎN TEVBIGER E'

Çelîk da zanîn ku ew daxwaz dikin ku Tirkiye li gorî destûra xwe ya bingehîn tevbigere û wiha axivî: "Belê, hevala Leyla Guven dema dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir armanc anîbû ziman û me jî armanca xwe bi daxwaznameyan jî anî ziman. Em tiştekî pir cuda naxwazin. Em daxwaz dikin ku weke her girtî Rêberê me jî mafê xwe yê hevdîtina bi parêzer û malbata xwe bi kar bîne. 8 sal bûn ku Rêberê me nedikarî bi parêzerê xwe re hevdîtinê pêk bîne. Em di wê astê de ne ku em dikarin ji bo Rêberê xwe bedana xwe bidin agir, xwe birçî bihêlin... Îro li zindanan bi hezaran hevalên me vê ya dikin. Em dixwazin weke her girtî Rêberê me jî hemû mafê xwe bi kar bîne û tecrîda li serê rabe. Daxwaza me ew e ku Tirkiye li gorî destûra xwe ya bingehîn tevbigere. Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê heye lê Tirkiye li gorî wê naçe. Em daxwaz dikin ku Tirkiye li hemberî Rêberê me li gorî destûra xwe ya bingehîn xwe tevbigere. Heta ku Rêberê me bikare bi parêzer, malbat re hevdîtinan bike û mafê xwe yê telefonê bi kar bîne, em ê çalakiya xwe bidomînin."

'RÊBER APO XETA ME YA SOR E'

Çelîk destnîşan kir ku dewlet bi lîstikên cuda dixwaze armanca berxwedêran bişkîne û wiha dom kir: “Ji bo ku dewlet armanca çalakiyê vala derxe serî li hemû lîstikan da. Zêdetirî 2 sal bûn ez girtî bûm. Li gel ku di dosya min de tiştekî tune bû jî her carê bi hincetên vala min girtî dihişt. Ji bo ku ez dev ji çalakiyê berdim, ez di roja 28 ya çalakiyê de serbest berdam. Ji grevê ditirsin. Rewşa hevalên me yên li girtîgehê niha pir nebaşe, ji qirika hevalan xwîn tê. Gelek hevalên me niha li girtîgehan çavê wan nabîne û nikarin bimeşnin. 9 hevalên me ji bo Rêberê xwe çalakiya canbexişandinê kirin. Dewlet naxwaze vê qîrînê bibîze ji bo vê yekê li pey lîstikan e. Li Tirkiyê hikûmetê hemû çapemenî dîl girtiye û tu kes nikare bê fermana dewletê tevbigere. Dema ku me dest bi çalakiyê kir me dizanî em ê bimirin, birîndar bibin û gelek nexweşiyên cuda wê li gel me peyda bibe. Lê me bi îradeyek mezin dest bi çalakiyê kir. Em ji bo Rêberê xwe amade ne ku canê xwe feda bikin. Eger dewlet rolê xwe yê ker û kor bidomîne ne 30 kes wê hezaran girtî dest bi çalakiya rojiya mirinê bikin. Rêberê me ji bo me xeta sor e."

'GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ RUHÊ MIROVAN GEŞ Û MEZIN DIKE'

Çelîk destnîşan kir ku grevên birçîbûnê di ruhê mirovan de şoreşê dide afirandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Grevên birçîbûnê ruhê mirovan geş û mezin dike. Çalakiya me li dijî bêedaletiyê qerîn û serîhildan e. Em ê bi ruhê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bi serbikevin û tecrîdê bişkênin. Leyla Guven bi destpêkirina çalakiyê jiyanek nû ji bo me pêşniyar kir. Kesek bedena xwe bide li ber mirinê gelo dikare wiha bi rengê şoreşê bikene. Ev şoreş, şoreşa gel e û wê şoreşa gel bi serbike. Di şexsê Leyla Guven de ruhek cuda li girtîgehan hate avakirin. Di her serdeman de Leylayek heye û her serdemên wiha krîtîk de jî Leylayek ji nû ve şîn dibe. Leyla Guven di kawîşa me de dest bi çalakiyê kir, min ew ruhê şoreşgerî dît. Vî ruhê şoreşgerî bandorek mezin li min kir."