Çeka ji dermanê kincan

Dermanê kincan a ku dayikê me ji bi paqijiya kincan bi kar dianî, a niha li çiyayên Kurdistanê ne bi tenê ji bo tunekirina destên zarokên bi rûmet ên Kurdistanê, ji bo tunekirina hebûna wan jî tê bikaranîn.

‘Tunelên şer ên li Şikefta Birîndara, Girê FM û Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên kîmyewî û teqemeniyan 11 caran hatin bombekirin. Hate tespîtkirin ku bêhna dermanê kincan û klorê ji çekên kîmyewî tên.”

Di daxuyaniya giştî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ya di 1’ê Tîrmeha 2022’an de ev tişt hatibû nivîsandin. Em hemû dema li tiştekî guhdarî dikin yan jî dema ku kesek diaxive yan jî dema tiştekî dixwînin, tiştek çêdibe ku wê kêlîkê em hay jê çênabin lê piştre mirov matmayî dimîne.

Tişta ku vê matmayînê bi min dide jiyîn jî ‘klor û dermanê kincan e’. Di daxuyaniyeke çapemeniyê de qala klor û dermanê kincan tê kirin û mekanek heye ku ev tişt lê hatine bikaranîn. Her du jî tên heman wateyê.

Klor rengekî din ê dermanê kincan e. Di zaroktiya min de tirseke dayîka min anî bîra min. Dayika min digot ‘Destê xwe pê nekin wê destê we bişewitîne’. Her kes dizane ku dermanê kincan destê mirov dişewitîne û rengê kincan diguherîne. Dema ku bi bedena mirov dibe, çermê mirov dihelîne û xwe digihîne goştê di binê çerm de. Di nava demeke kurt de ev tişt pêk tê û dermanê kincan xwe digihîne goştê di binê çerm de. Di nava demeke kurt de dikare pişika mirov jî  rê li ber aciziyan veke, dikare bêhna mirov teng bike, ji ber bêhna xwe ya tûj rê li ber krîzên bêhnçikandinê veke û alerjiya di bedenê de zêdetir bike.

Heke mirovayetiyê bizanibûya ku di dermanê kincan de maddeyên kîmyewî hene û ev tişt wekî çekan tê bikaranîn wê wekî Misiriyan kinc li xweliyê bixistina û danîna ber tavê.

VEGUHERANDINE ÇEKÊN KÎMYEWÎ

Dermanê kincan bi rêya oksîdîzasyonê dema li derekê dikeve reng diguherîne, dema tevlî nav avê dibe wê diguherîne û di dema ameliyatê de jî dikare rewşa beden biguherîne. Kîmyagerekî Elman piştî ku fêm kir maddeya sereke ya dermanê kincan klor e, dewletên emperyalîst ev tişt veguherandin çekê. Ji ber ku klorê dikaribû mirovan jehrî bike û heke mîktara wê zêde bûya dikaribû bibûya sedema kuştinê. Dermanê kincan a ku dayika me bi awayekî masûmane bi kar dianî veguherandibûn çekeke kîmyewî ya mezin.

GERÎLAYAN QAL DIKIR

Klor gazeke jehrî, bêhntûj e û rengê wê keskê bi ser ve ye. Gelek gerîlayên ku îro di tunelên şer de li ber xwe didin dema qala şer û êrîşên rejîma Hûlîsî û Erdogan dikin, diyar dikirin ku çekên kîmyewî di dema teqandinê de rengekî çawa derdixînin.  Ji xeynî faşîstan, hemû kesan dîtibû ku di dema şerê Zapê de dûmana rengsor a di tunelên şer de dîtibû. Beriya niha demeke kurt gerîlayên Kurdistanê yên li tunelên berxwedanê yên Şehîd Berxwedan dema dîmen dikişandin û rewşa li tunelan nîşan didan, diyar dikirin ku tevî gaza îsotê gazeke kîmyewî ya rengzer jî dihat bikaranîn. Gerîla ji korîdorên teng di nav tunelê de qala bandora çekên kîmyewî dikir û digot ‘Dema ku ba tê ev gaza wekî tozê dîsa tevlî nav hewayê dibe’. Di wê kêlîkê de qala ava di korteke tunelê de dikir û diyar dikir rengê avê zer bûye.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan, di 31’ê Gulanê de ji roportajek dabû ANF’ê, derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de gotibû ‘Di şer de herî zêde çekên kîmyewî tên bikaranîn. A niha bala xwe dane ser vî tiştî.  Hevalan heta niha 7 çeşîdên vê çeka kîmyewî tespît kirine. Heval çawa tespît dikin? Bi reng.  Ya yekemîn rengê wê reş e, wekî zîftê ye. Ya din jî zer e. Gazeke wisa ye.”

FAŞÎZMA ELMANYAYÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ AFIRAND

Cara pêşîn di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de Elmanyayê klor li enstîtuyeke kîmyayê hate hilberandin û wekî çekeke kîmyewî hatiye bikaranîn. Dema ku gaza klorê tevlî nav avê dibe, hîdroklorîk asît û hîpoklorîk asît çêdibe. Ji ber vê çav û pişika mirov dişewitîne, bêhna mirov diçikîne, qirika mirov teng dike û di pişikê de îltîhabê çêdike. Di gelek fîlman de jî qala vî tiştî hatiye kirin. Di fîlmê bi naê ‘Women’ de jî qala vî tiştî tê kirin.  Faşîzma Elmanyayê ji bo tunekirina mirovayetiyê klorê diafirîne û şervaneke jin radibe ku pêşiya vî tiştî bigire ku klor nebe maddeyeke kîmyewî û şer dike. Ji ber ku piştî çend deqîqeyan klor dibe sedema mirinê. Dema ku bi sodyûm karbonatê re tevlîhev dibe, îcar jî dibe dermanê kincan û maddeyeke ku bandora wê zêde ye. Dema maddeyên wekî hîdrojen, klor û fosfor tê tevlîhevkirin jî klor dibe maddeyeke bi bandor.

DEMA KU MESELE KURD BIN HER KES BÊDENG E

Mezinbûna êrîşan tê wateya mezinbûna berxwedanê jî. Rejîma faşîst a Hûlûsî û Erdogan li hemberî berxwedana ku gerîlayên azadiya Kurdistanê nikare tiştekî bike, gelek çekên kîmyewî bi kar tîne. Ya herî eşkere jî gaza kîmyewî ya wekî klor û dermanê kincan bû.  Dema ku mesele Kurdên bi rûmet bin, ji bikaranîna çekên kîmyewî re her kes bêdeng dimîne. Dermanê kincan a ku dayikê me ji bi paqijiya kincan bi kar dianî, a niha li çiyayên Kurdistanê ne bi tenê ji bo tunekirina destên zarokên bi rûmet ên Kurdistanê, ji bo tunekirina hebûna wan jî tê bikaranîn.