Çalakiya kon a li Hannoverê didome

Çalakiya kon a ji bo xwedîderketina li xweseriya Şengalê, bi taybetî xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê ya 16'ê Çileyê li bajarê Hannovera Elmanyayê destpê kirî îro jî dom kir.

Çalakiya kon a 16’ê Çileyê ji bo xwedî derketina li berxwedan Şengalê didome. Çalakiya ku di roja 5’an de dom dike, wê heta 30’ê Çileyê bidome.

Di çalakiya de, endama Koordînasyona Êzidiyên Ewrûpa Carcûr Cemîl, Parlementerê berê yê HDP’ê Faysel Sariyildiz û li ser navê tevgera Êzidiyan axaftinan hate kirin.

Çalakiya kon a ku her roj di seat 13:00-15:00’an de dom dike, wê heta 30’ê Çileyê bidome.