15 rêxistin li dijî dagirkeriyê rabûn

15 rêxistinên Kurdistanî û Tirkiyeyî, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên Tirk daxuyaniyek hevpar dan, banga helwesta hevpar û têkoşîna hevpar kirin.

Li bajarê Koln a Elmanyayê 15 rêxistinên Kurdistanî û Tirkiyeyî, bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku êrîşa dewleta Tirk a 23’yê Nîsanê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên qirkirina ne, wê têkoşîneke hevpar bikin.

Nûnerên KCDK-E, Goran, Komala, AvEG-KON, ATİK, Hizbî Şûî Kurdistanî, Partiya Komunîst a Kurdistanê, PYD, TEV-ÇAND, HDP, PJAK, KOMAW, KON-MED, Civaka Îslamiya Kurdistan û Civaka Êzidiyên Kurdistanê amade bûn.

Di daxuyaniya çapemeniyê de pankartên bi nivîsên ‘Li dijî dagikerî û qirkirin, her der Avaşîn, Zap û Metîna ye’ û ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ hatin vekirin.

Piştî daxuyaniyê nûnerên rêxistinan mafê axaftinê girtin û helwesta xwe nîşan dan.

Hevseroka KCDK- E Yuksel Koç: 83 rêxistin û sazî li dijî dagirkeriyê bi hev re ne. Dixwazin Kurdistanê dagir bikin û Kurdan tine bikin. Di salvegera Qirkirina Ermeniyan de êrîş kirin. Gerîla rûmeta hemû Kurdistanê diparêze. Hikûmeta Federal a Kurdistanê bi bêdeniyê destekê dide dgirkeriyê. Bang dikin ku tevlî siyaseta netewî bibin. Bang li NATO û Yekîtiya Ewropayê dikin ku êdî hew destekê bidin dewleta Tirk.

Nûnerê Tevgera Goran a Ewropa Goran Babalî: Dewleta Tirk dewleteke dagirker e. Destkeftiyên gelê Kurd dike hedef. Divê hemû Kurd li ber xwe bidin. Divê li welat û derveyî welat tim li qadan bin. Ji bo gerîlayên parêzvanên gelê me serketinê dixwazim.

Hevserokê Konfederasyona Kerkerên Tirkiyeyî yên Ewropa Suleyman Gulcan: Dewleta Tirk a faşîst li Iraqê û Kurdistanê zilmê û dagikeriyê pêk tîne. Hefteyên borî Çawîşoglû hate Elmanya û destûr xwest. Bang li raya giştî ya Elmanya dikin ku li dijî hikûmeta xwe ku destekê dide dewleteke dagirker helwestê nîşan bide.

Nûnerê Komela Çiya Azad: Her kesê ji bo xwe dibêje şoreşger divê li dijî dagirkeriyê rabe. Li dijî faşîzmê bibin yek deng. Divê hemû rêxistin li dijî dagirkeriyê rabin. Gerîlayên PKK’ê li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin. Divê em wan tenê nehêlin.

Nûnera AvEG-KON Şafak Denîz: Li çarperçeyên Kurdistanê siyaseta dagirkeriyê tê birêvebirin. Li dijî vê siyasetê li qadanin. Têkoşîn bi berdel dayînê tê kirin. Di şexsê hevrê Sînan Dersim de em bi ruhê şehîdên Gulanê bi hev re ser bikevin.

Nûnerê Partiya Şûî ya Kurdistanê Mohammed Hacî Ahmed Zeba: Bê ku ferq û cudahî bixin nava sivîl û welatparêzan Kurdan qetil dikin. Li dijî faşîzma Tirk a hov gerîlayên Kurdistanê û gelê Kurd li ber xwe didin.

Li ser navê Partiya Komunîst a Kurdistanê Leman Stehn: Em bi hev re faşîzmê têk bibin. Em ê li ber qirkirin û dagirkeriyê serî netewînin.

Siyasetmedar Nûrsel Aydogan: Dewleta tirk ji sala 1983’an û vir ve operasyonên derveyî sînor dike, lê nekarîn têkoşîna hebûna Kurdan tine bike. Ev operasyon mîna yên din wê bi ser nekeve. Pirsa Kurd ne bi dagirkeriyê wê bi rûniştina ser mase çareser bibe.

Hunermend Seyîdxan, Diyar û Perwan Arjîn ên tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn bang li hunermendan kir.

Hunermend Diyar li ser navê hunermendan axivî û bang li hunermendên Başûrê Kurdisan û pêşmergeyan kir û got: “Divê hunermendên Başûr û pêşmerge li dijî dagirkeriyê rabin. Dem, dîrok û konjektur ji bo Kurdan rêya statûyê vedike. Dewleta Tirk dixwaze li pêşiya vê bibe asteng. Divê em bi hev re li ber vê rabin, staûya ku netewa me heq dikin bi dest bixin.

Pilansaziya çalakiyan jî hate diyarkirin.

12’ê Gulanê wê li bajarê Strasboûrg a Fransayê meş û mîtîngek mezin bê kirin û wê li pêşiaya Konseya Ewropa çalakiya rûniştinê bê destpêkirin. Ev çalakî wê her hefte bi 30 kesî dorveger pêk bê. Wê di dema çalakiyê de hevdîtin li gel endam û nûnerên saziyên Konseya Ewropayê bê kirin. Wê daxwazên Kurdan bi dosya bên pêşkêşkirin. Li aliyê din wê saziyên olî yên Kurdistanê bi dêran re bicive û dosya pêşkêş bikin.

Dostên enternasyonalîst ên Kurdan, Yekîtiya Hêza Demokratîk, Saziyên Kurdistanî wê di dawiya meha Gulanê de li Brukselê bên ba hev û meşe û mîtîngek girseyî bikin. Di van çalakiyan de wê desteka NATO ya ji bo dewleta Tirk a êrîşan  li ser Kurdistanê dike bên şermezarkirin.