'15'ê Tebaxê deriyê netewebûnê vekir'

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku biryardariya li ser Pêngava 15'ê Tebaxê pêşî li tunebûna Kurdan girt û li ser bingeha azadiyê deriyê netewebûnê vekir.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevpeyvîneke xwe de ya sala 1994'an, diyar kiribû ku Pêngava 15'ê Tebaxê gava rizgariya neteweyî û netewebûnê ya pêşketina dîrokî ya hezaran salî ye.

Abdullah Ocalan bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê ji rojnameya Ozgur Ulkeyê re axivî bû. Hin ji beşên vê hevpeyvînê wiha ye:

"Em giraniyê didin ser vê pêvajoyê ku di bin navê Pêngava 15'ê Tebaxê de şensê destpêkê û dawiyê yê gelê Kurdistanê di asta şer de dimeşe. Cihê vê pêngavê yê li nava dîrokê ew e ku mirov dikare vê pêngavê weke gava rizgariya neteweyî û netewebûnê ya pêşketina dîrokî ya hezaran salî binirxîne.

Gelê Kurd ku di dîrokê de kir nekir nekarî xwe ji belavbûyîna eşîrî û qebîletiyê û nakokiyên wan rizgar bike, di sedsala 20'î de ku netewebûn bi lez bi pêş diket, bi rêya vê gavê pêşî li dûrketina wê ya ji netewetiyê hate girtin. Têkoşîna PKK'ê bi taybetî jî Pêngava 15'ê Tebaxê hem pêşî li tunebûnê girt, hem jî li ser bingeha azadiyê deriyê netewebûnê heta dawiyê vekir. Dikare bê gotin ku Kurdan bi vê pêvajoyê re li ser bingeheke xurt û ber bi serketinê ve xwe weke elîtekî nas kir û bawerî pê anî ku dikare rizgar bibe. Bêhêvîtiya bingehîn a sedan salî têk bir. Em hîn jî di nava êşên vê serûbinbûyînê de ne. Hêvî gelekî mezin e, baweriya bi serketinê li nava her kesî belav bûye. Dikare bê gotin ku ji bilî serketinê bendewariyeke cuda ya gelê me nîne. Baweriya xwe bi serketinê aniye û ji bo serketinê jî ev gelekî girîng e.

Dema ku serhildanên salên dawî bêne nirxandin, ji bo heman aqûbeta têkçûnê rû nede, ev çalakî gaveke welê ye ku bi hesasiyet û zanebûn hatiye avêtin. Yanî sedemên têkçûnê yên raperînên heta niha hatin nirxandin û hewl hate dayin ku bêyî bikeve nava lawaziyên bingehîn ên serhildêriya Kurd, gaveke bi vî rengî hate avêtin. Me tepisandina serhildanên Kurd ên bi destê dewleta Tirk hatin kirin, bi sedemên wê nirxand. Her wiha çepgirî hebû ku bi salên 1970'î re destpê kir. Bala vê çepgiriyê li ser meseleya Kurd bû. Me ev jî nirxand. Em zanin ku bi rêya vê çepgiriyê gaveke biçûk jî nekarî bê avêtin. Gav avêtin li aliyekî, em ji dîroka PKK'ê baş zanin ku bi şovenîzma civakî ya giran re xwestin ku pêşî li rizgariya neteweyî ya Kurd a rasteqîn bê girtin.

Her wiha tecrûbeya PDK'ê ye ku xwedî îdîaya neteweperestiyê ye. Ev tevgera ku bi neteweperestiya kevneperest bi rê ket, nirxandina encamên raperînê li aliyekî, mîna tevgereke bazirgan a erzan xebitî û di nava 40 salên dawî de ji raperînên beriya niha yên neteweperestiyê jî kêmtir ma. Di çarçoveya nirxandina van hemûyan de têkoşîna PKK'ê û şerê 10 salan destpê kir. Ji şer jî wêdetir hewl hate dayin ku jinûve vejîna gelê me bê kirin, rê û rêbazên sazîbûna neteweyî û nîzama neteweyî bêne afirandin.

Di vê pêvajoya şer de niha baştir tê fêhmkirin ku ev hemû belasebep nebûn. PKK veguherî bingeha nirxên gelê Kurd û bû hêzeke madî ya mezin. Ji aliyê îdeolojîk, siyasî û çandî ve serwer e. Ji aliyê leşkerî ve jî biryardariya xwe dewam dike. Li gel astengiyan jî her bi pêş dikeve. Di asta herêmî û navneteweyî de jî bandorê dike. Nasnameya Kurd cara yekê di asta navneteweyî de tê qebûlkirin. Êdî em gihîştine wê astê ku cîhan jî dibêje 'divê çareserî pêk were'. Ev yek di dîroka Kurdan de yekemcar rû didin.

Ji bilî vê yekê em gelekî hewl didin ku sazîbûna neteweyî divê di kîjan çarçoveyê û şêweyî de be. Bi nirxandina rastiya gelekî ku ewqasî winda kiriye, em hewl didin ku ne tenê netewebûnê, her wiha netewbûneke azad pêk bînin. Ji wergirtina dersên ji hilweşîna reel sosyalîzmê re em hewl didin ku di nava şert û mercên azad û wekhev de nasnameya gelekî, neteweyeke ku xwe dispêre kedê biafirînin. Dibe ku li cîhanê weke mînakeke bi îdîa tê nirxandin. Aliyekî xwe yê bi vî rengî yê navneteweyî jî heye.

Em dikarin Pêngava 15'ê Tebaxê ji aliyê leşkerî û siyasî ve jî binirxînin. Artêşa Tirk a ku cîhan li pişt e û şerê herî giran ê taybet dimeşîne, hatiye xitimandin. Ev jî bi hunera leşkerî dibe. Her wiha jiyana siyasî ya Tirk a ku xwe dispêre artêşê xitimandiye. Her wiha bi her cûreyî polîtîka û dîplomasî hatin ferzkirin, li dijî van jî bi rengekî serketî berxwedan hate kirin. 15'ê Tebaxê navê gelek pêşketinên bi vî rengî yên bi wate ye."