Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku tevî hemû êrîş û hîleyan di hilbijartinan de serketina dîrokî hate bidestxistin û AKP’ê 10 navend desteser kirine.
Koordînasyona KJK'ê got, "Ji bo cîhaneke bi rengê jinê û sîstemeke konfederal a demokratîk a jinê, ji bo jiyaneke azad a bi nirxên jinê em 18'ê Nîsanê salvegera damezrandina KJK'ê bi xurtkirina avakirina jiyaneke azad pîroz bikin."
Pisporê ceza û hiqûqa navneteweyî Parêzer Jan Fermon, diyar kir ku tecrîda li îmraliyê ne hiqûqî ye û got, "Her çend Tirkiye înkar bike jî Abdullah Ocalan dîlgirtiyê şer e. Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor dikare destwerdanê li rewşa Ocalan bike."
Parêzer Rezan Sarica anî ziman ku têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne hiqûqa navxweyî ne jî peymanên navneteweyî bi cih têne anîn û got, li ser Tirkiyeyê ti pêkanîn nayê ferzkirin.