Kedkarên Stêrk TV û Medya Haber TV bi gotina 'korsanwarî' û 'komployê' serdegirtina polîsên Belçîkayê şermezar kirin û gotin, "Bêguman ev êriş di encama têkiliyên qirêj ên bi rejîma Erdogan ê faşîst re hatiye kirin."
Di demekê de ku li Belçîkayê polîsan avêtin ser qenalên televîzyonê yên Stêrk TV û Medya Haber TV, li Fransayê jî 6 endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancy hatin binçavkirin.
Polîsên Belçîka bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV de girtin, dest danîn ser kompûter û kel û pelên teknîkî û eşyayên mayîn jî parçe kirin û talan kirin. Polîs ji bo weşanê qut bikin, hemû kablo qut kirin.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku jin divê xwe bi rêxistin bikin, parastina xwe xurt bikin û ji bo avakirina jiyanê beriya her tiştî divê têbikoşin.
Kurdistanî û dostên wan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û banga xwedîderketina li Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û Kurdistanê kirin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku di dema nû de ew ê tifaqên civakî yên demokratîk bînin ba hev û got ku gelê Kurd di hilbijartinan de li dijî tecrîdê peyam da.