Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari bal kişand ser polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP-MHP'ê û got: "Li şûna şer derî bi derî biçe, deriyê Îmraliyê bixin."
Koordînasyona KJK'ê di daxuyaniya xwe ya bi boneya Hefteya Lehengiyê de soza berfirehkirina xeta serketinê da. KJK’ê bal kişand ser hilbijartinan û ev bang li Kurdan kir: “Di her şert û mercî de dengê xwe bidin vîna xwe, rêveberiya xwe û xwe."
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Bazarcix û Dîgorê axivî. Bakirhan diayr kir ku gelê Kurd wê di 31'ê Adarê de li hemberî tifaqa JÎTEM'ê xwedî li rûmeta xwe derkeve.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir li Bazîdê axivî got, "Em mêtîngeriyê qebûl nakin. Divê Kurd bibin yek. Em ê bersivê bidin zîhniyeta faşîst û yên plana şer dikin."
Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê diyar kir ku wan gelek bûyerên binpêkirina mafên girtiyan tespît kirine û destnîşan kir, ku divê tecrîda li Îmraliyê tavilê bê rakirin.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, mîtînga fînalê ya Botanê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi beşdariya bi hezaran kesî destpê kir.