Sira dirêjiya emrê betona Romayê hat keşfkirin

Zanyarên Swîsreyî ku lêkolîn li ser avahiyên dîrokî yên Romayiyan kirin, keşf kirin ku avahî çawa bi hezaran sal in ku hilnaweşin.

Komeke lêkolînerên Swîsreyî, li qada arkeolojîk a Prîvernoya nêzê Romayê lêkolîn kir li ser nimûneyên dîwarên beton ên du hezar salî.

Li gor lêkolîna li kovara Scîence Advancesê hat weşandin, bi analîzên bi tîrêjên X’ê hatine kirin, derket holê ku kilsa nevemirî û beton bi germayî bi hev re li hev hatine xistin.

Li gor encamê, saxlemiya betonê ji agregayên mezin ên kilsê ye ku pê cihên vala tên girtin, wek kalsîyûmê ne.

KAPASÎTEYA XWE YA XWE BAŞKIRINÊ

Kalsiyûm û madeyekê din ê ku ji aliyê Romayiyan ve hatiye bikaranîn, bandorê li hev û din dikin. Ango kalsiyûm bi pozzolana re ku tehtekê volkanîk e, dikeve reaksiyonê û bi demê re tiştên krîstal ên yekcar heşk jê çêdibin.

Bi vî awayî beton hêj heşktir dibe. Li gor lêkolînerên îdia dikin bi xwe spartina vê lêkolînê ji bo betonê xwe bi xwe geşe bi reçeteyên xwe dane, agregayên kilsê ku bi ava di ber derzên betonê re diavêjin, beton dikare xwe bi hezar salan nû bike.