Mûtasyona genetîk a dibe sedema kanserê hate tespîtkirin

Zanyaran mûtasyona genetîk a dibe sedema kanserê tespît kirin.

Zanyarên DYE'yî tespît kirin, ku gen a BRCA2 a ji prîmatan derbasî mirovan dibe, mûtasyona ku lê dibe hîn bêhtir meyla kanserê zêde dike.

Gen a BRCA2 weke geneke ku tumorê asteng dike tê naskirin. Di vê genê de ku DNA'yê sererast dike, dema ku guhertineke biçûk lê çêdibe, meyla mirovan a li kanserê zêdetir dike.

Di nava prîmatan de kanser nexweşiyeke ku kêm caran çêdibe. Lê belê li nava mirovan, nexweşiya kanserê duyemîn sedema herî mezin a mirina mirovan e.