Mîkrocîpek bi qasî hebek xîzê mezin û difire hate çêkirin

Zanyarên DYE'yî mîkrocîpa herî biçûk a cîhanê çêkir ku bi qasî hebek xîzê ye û difire. Hate ragihandin ku ev mîkrocîp wê ji bo tespîtkirina nexweşiyên mîna Covîd-19 li hewayê belav dibin, pîvandina qirêjiya hewayê çavdêriya li nifûsê bê bikaranîn.

Endezyarên Zanîngeha Northwesternê, ji bo çavdêriyê li tovên bi bê belav dibin, amûreke herî biçûk a cîhanê ya difire çêkirin. Mîkrocîp a ku motora xwe nîne, cismê herî biçûk e ku heta niha bi destê mirovan hatiye çêkirin.

Hate ragihandin ku mîkrocîp bi bandora bê difire.

Lêkolîneran diyar kirin ku mîkrocîp dema ku difire qirêjiya hewayê û parçikên nexweşiyan tespît dike.

Tevî vê yekê, ji bo mîkrocîp a bi qasî hebek xîzê karibe qirêjiya hewayê bipîve, asta pêlên cuda yên radyasyona tavê lêkolîn bike û kalîteya avê tespît bike sensoreke PH lê hate bicihkirin.

Zanyaran ragihandin ku li gel van sensoran her wiha amûrek bîrê li mîkrocîk hatiye bicihkirin ku daneyan kom bike.

Ji afirînerên mîkrocîpê profesorê endezyariya biyoeelktronîk Joh Rogers got, "Ji bo qirêjiya hewayê bişopîne, çavdêriyê li nifûsê bike û nexweşiyên li nava hewayê belav dibin bi hêsanî bişopînin me ev cîhaz çêkir."