Lêkolînvan wê bikevin hundirê çiyayê volkan

Enstîtû û şîrketên lêkolînê yên ji gelek welatan xwe amade dikin ku ji du kîlometreyan kûrtir sondajê bikin da ku bigihîjin dilê volkanek li Îzlandayê.

Proje hem pêşketinên di zanistiya bingehîn de hem jî pêşketinên di karanîna enerjiya jeotermal a bi navê "super-germ" de dihesibîne. Lê di heman demê de tê armanc kirin ku teqînên volkanîk û xetereyên wan pêşbînî bike.

Di hedefê de volkana Krafla heye. Ew yek ji ecêbên xwezayî yên Îzlandayê tê hesibandin. Di kratera ku bi ava şîn a fîrûze tije bûye, hilm, kukurt û ava herî ya bêhna hêkên xerabûyî dide jê dipijiqe.

Li vir, hevalbendiyek navneteweyî ku bi şêwaza jûles Verne ya di heman demê de armancên enerjiyê jî heye, ji bo ku yekem çavdêriya magmaya binerdî ya cîhanê ava bike xwe amade dike ku bi projeyek ya zêdetirî du kîlometreyan rasterast di kûrahiya volkan de bikole.

Ew planek mezin e ku tê texmîn kirin 100 mîlyon dolarî ye, bi sondaja yekem di 2014’an de destpêkir û ji bo 2024’an hatiye plankirin.

Zanyar û endezyarên 38 enstîtû û şîrketên lêkolînê yên li yanzdeh welatan ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Kraliyeta Yekbûyî û Fransa jî di nav wan de ne piştgirî didin lêkolînê.

Armanca lêkolîneran ew e ku bigihîjin deverek tije magma ya bi navê "Krafla Magma Testbed". Ji ber ku cudatirê lav’ên ser rûyê erdê, kevirên heliyayî yên bi kîlometreyan kûr hîn jî wekî erdek nenas girîngiyê digirin.

Di çarçoveya vê projeyê de bi baştir têgihîştina tiştê ku di dilê volkanekê de diqewime, wê bike ku hem teqînên volkanîkî hem jî xetereyên wan baştir bên pêşbînîkirin. Lê beriya her tiştî pêşketina di zanista bingehîn de tê armanckirin. Ya rast sondajeke bi vî rengî wê îmkana gihandina zinyaran ji şilavên "super krîtîk", ango kevirên bi germahiya zêde ku wekî rewşên şil û gazê têne zanîn pêkan bike.

Di warê enerjiya jeotermal de, bi germahiya ku digihêje derdora 450 dereceyî, enerjiya ku li wir tê hilberandin ji ya tesîsên heyî pênc-deh qat zêdetir e. Du bîrên "super krîtîk" wê karibin bi qasî 60 turbînên bayê hilberînin û elektrîka 60,000 heta 90,000 xaniyan bidin. Û tê pêşbînîkirin ku ev hemî bêyî gramek CO2’ya wê hebe gengaz be.

Li gorî ajansa nûçeyan a Swîsreyê ATS’ê, rêveberê karûbarên jeotermalê yê şîrketa elektrîkê ya neteweyî Landsvirkjun, Vordís Eiríksdóttir dibêje: "Bi projeyê, em dixwazin teknolojiyek nû pêş bixin da ku kûrtir biçin û vê enerjiyê bi rengek ku berê nehatiye dîtin bikar bînin."

Encax sondajkirina di hawîrdorek wiha tund de pirsgirêkên teknîkî di xwe de dihewîne. Pêwîste ku amûrên bên karanîn werin adapte kirin ku li hember korozyona ku ji ber hilma super germ’ê çêdibe li berxwe bidin. Li gorî Profesorê Emerîtûs Jeolojî û Jeofizîkê John Eîchelberger yê li Zanîngeha Alaska, îhtîmala ku operasyon bibe sedema teqîna volkanîkî "xemgîniyek xwezayî" ye, lê bi "derzîkirina fîlekê re" wekhev e.

Eîchelberge îddîa dike: "Bi dehan kun li sê cihên cuda (ên cîhanê) bi magmayê ketin û tiştek cidî çênebû.”