Google, Apple û Mîcrosoft wê şîfreyan ji holê rakin

Ev şîrketên mezin ên teknolojiyê di nava salekê de wê êdî ‘teşqeleya şîfreyan’ ji holê rakin.

Şîrketên teknolojiyê Google, Apple û Mîcrosoft diyar kirin bêyî jiberkirina hinek îşaretan ji bo piştraskirina nasnameyê wan peymanek çêkirine.

FIDO Alliance (Fast Identity Online Alliance) daxuyaniyek da çapemeniyê û got “Bi vê taybetmendiyê re êdî cîhaz û pergala xebatê çi dibe bila bibe, bêyî ku şîfre hebe, wê bikarhêner karibin nasnameya xwe piştrast bikin.

FIDO Alliance ji sala 2012’an ve van şîrketên di sektorê de ji bo xebata li ser pergalên piştrastkirina nasnameya tîne ba hev.

Bi awayekî şênber malperek dikare bipirse ‘Gelo ew bi pênasekerên FIDO’yê dixwaze xwe piştrast bike’ yan na.

Wê ev peyam di telefonê de jî were dîtin û ji bo ku bikarhêner têkeve malperê wê kilîda ekranê veke û qebûl bike.

Her sê şîrketan diyar kirine heta salekê wê ev pergal li Androîd, IOS, Chrome, Edge, Safarî, macOS’ê de were bikaranîn.

Appleyê diyar kir ev ev pergal ji teknolojiyên din ên wekî kodên ji bo carekê ku bi peyaman tê şandin wê ewletir be.

Her sê şîrketan bi wesîleya 5’ê Gulanê Roja Şîfreyan a Dinyayê ev bangewazî kirin.