Facebook, Instagram û WhatsApp rawestiyan

Ji saetên danê nîvroyê ve tevnên dijîtal ên mîna Facebook, Istagram û WhatsAppê hatin sînordarkirin.

Xwegihandina 3 xizmetên Facebookê hatin sînordarkirin. Li gorî daxuyaniya şirketê ya hesabê Twîterê Facebook (FB), Instagram, WhatsApp ji saetên nîvroyên Dûşemê ve hatine sînordarkirin.

Facebook li ser Twîtterê daxuyanî da û ev got: “Em di ferqê de ne ku xwegihandina hinek kesan a ji bo berhem û bernameyên me. Em di nava hewldanan de ne ku bikarin zûtirîn demê çareser bikin, ji ber vê yekê lêborînê dixwazin.”

Lê rêveberên Facebookê têkildarî sedemê xwenegihandina Instagram û WhatsAppê ti aghaî parve nekir.