Eşantiyona ku NASA’yê beriya 50 salan ji heyvê anîbû vekir

Mîsyonên Apollon ên di çarçoveya ajansa fezayê ya Emerîkî NASA’yê bi giştî 2196 mînakên şkêran anî cîhanê. Yek ji mînakên ku 50 sal beriya niha anînî bi xêra pêşketinên nû yên teknolojîk ji bo lêkolînê hat vekirin.

NASA hin eşantiyonan ji bo ku bikaribe di çarçoveya pêşkeftinên teknolojîk ên herî dawî lêkolîn bike sergirtî hiştibûn.

Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya rêveberê beşa Zanistên Gerstêrkan a NASA’yê Lorî Glaze dabû de got NASA "dizanîbû ku zanyarî û teknolojî wê pêş bikeve û wê bihêle zanyar bi awayên nû materyalan bixwînin û bersiva pirsên pêşerojê bidin."

Mînaka bi navê "73001", di Kanûna 1972’an de di dema mîsyona Apollo 17 de ji aliyê astronot Eûgene Cernan û Harrîson Schmîtt ve hate berhev kirin. Boriya 35 cm dirêj û 4 cm fireh ku mînaka ji Heyvê tê de bû, li zemîna geliyê Toros-Lîttrow hate çikandin.

Ji du mînakên ku li ser Heyvê hatine mohrkirin mînaka yekemîn hate vekirin. Tê gotin ku di mînakê de dibe ku gaz an maddeyên hilbar (av, karbondîoksît, hwd.) hebe.

Van gazên ku dibe di mîqdarên pir hindik de hebin, tê xwestin ku bi teknîkên spektrometrî yên ku di van salên dawî de pir hesas bûne werin derxistin û analîz kirin.

Di destpêka meha Sibatê de, lûleya parastinê ya ku mînak tê de ye, destpêkê hate rakirin. Derket holê ku gaza heyvê tê de tune ye, ev tê vê wateyê ku mînaka ku tê de bi rastî sergirtî maye. Piştre di 23’ê Sibatê de, ji bo ku boriya sereke kun bike û gaza li hundur kom bike pêvajoyek çend hefteyî destpê kir.

Di biharê de, wê şkêr bi baldarî were derxistin û perçekirin da ku ji hêla tîmên zanistî yên cihêreng ve were lêkolîn kirin.

Herêma ku ev mînak lê hatiye girtin, ji ber ku li herêma navborî şemitînek çêbûye, gelekî balkêş tê dîtin.

Ligel vê yekê, alîkara kuratorê Apollo Jûlîane Gross dibêje, "Li ser Heyvê baran nabare û em bi rastî fam nakin ka li wir şemitîna axê çawa çêdibe."

Piştî eşantiyona "73001" hîn sê mînakên din ên Heyvê yên mohrkirî hene.