Dema em dimirin çi dibe?

Qeyda mejiyekê ku dimire ji hêla zanyaran ve di warê vegerandina bîranînê de aktîvîteyekî ku ne li bendê bin eşkere kir.

Yekem car qeyda mêjiyekê ku dimire ya ji hêla zanyaran ve rê da ku em fam bikin dema ku em dimirin çi tê serê mejiyê mirov.

Lêkolîna ku di kovara Frontîers în Agîng Neûroscîence de hatî weşandin destnîşan kir ku dibe ku jiyan beriya mirinê li ber çavên me re derbas bibe.

Ev keşf bi temamî tesadufî hatiye kirin.

Zanyarên neûrolojiyê pêlên mejiyê nexweşek 87 salî ku bi epîlepsiyê ketibû dipîvandin, lê dema ku nexweş di vê pêvajoyê de krîza dil derbas kir, ew qeydek neçaverêkirî ya mejiyê mirovekê ku dimire da zanyaran.

Tomar aktîvîteya mejî ya neçaverêkirî di warê vegerandina bîranînê de eşkere kir û ev yek mirov dide hizrandin ku dibe ku em beriya mirinê cara dawî jiyana xwe bi bîr bînin.

Nivîskarê hevpar ê lêkolînê Dr. Ajmal Zemmar got ku 30 saniye beriya ku mejiyê nexweş xwîn jê bê, pêlên mejî "konsansasyon, xewn, an bîranînan tîne bîra mirov."

Dr. Zemmar anî ziman, "Ev dibe ku bibe paşvegerek a bîranînên ku me di jiyanê de ceribandî be û ew di mejiyên me de di saniyeyên dawîn de beriya ku em bimirin dubare dibin."

Dr. Zemmar di axaftina ku ji Frontîers Scîence News re kirî de got, "Bi çêkirina lerizînên ku bi vexwandina bîranînê re têkildar in, mejî dibe ku bîranîna dawîn a bûyerên girîng ên jiyanê yên hema beriya mirinê bilîze, mîna yên ku di ezmûnên nêzîkê mirinê de hatine ragihandin."