Çîn di teknolojiyê bi pêşiya DYE’yê ket

Di raporekê de ku ji aliyê Enstîtuya Polîtîkaya Stratejîk a Awûstralyayê ve hat weşandin, hat diyarkirin ku di nav 44 teknolojiyên herî dawî li ser hatine rawestin, Çîn di 37 heban de li pêş e.

Li gor nûçeyeke di rojnameya Gûardîanê de, Enstîtuya Polîtîkaya Stratejîk a Awûstralyayê ku saziyeke fikrî ya gelek giring e, raporek weşandiye ku tê de Çîn di gelek warên teknolojîk de bi pêş ketiye.

Li gor raporê ji 44 teknolojiyên vekolîna wan hatiye kirin, Çîn di 37 heban de ji DYE’yê û welatên sereke yên Rojavayî derbas kiriye.

Li gor vê lêkolînê DYE bi tenê bi tenê di warê derzî, kompîtur û pergalên fezayî yên firandinê de li pêş e.

Nivîskarên Raporê, destnîşan dikin ku bi lêkolîna wan derketiye holê ku Çîn, li cîhanê bingeha ku xwe wek hêzeke super di warê zanist û teknolojiyê de bi cih bike, daniye.

Di piraniya 44 teknolojiyên lîsta wan hatiye çêkirin de, Akademiya Zanistî ya Çînê ya yekemîn e ya jî duyemîn e.

Li gor Enstîtuyê, Çîn di standina tiştan ji der ve de jî bi pêş ve diçe û têkildarê çekdarbûna de jî dide xuyakirin ku bipêşveçûyîna Çînê di fuzeyên hîpersonîk ên bi kapasîte de jî diyar e. 

Li gor raporê pênc salên dawîn, ji sedî 48,49’ê gotatên lêkolînê yê herî bi bandor ji aliyê Çînê ve hatine nivîsîn. Ji deh enstîtuyên lêkolînê yên herî baş heft jê li Çînê ne.