ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Di 2’yemîn salvegera şehadeta Dilara, Ronahî û Kobanê de soza tolhildanê hate dayîn
Li ser gora şehîd Dilara, Ronahî û Kobanê, soza tolhildanê û berxwedanê hate dayîn. -
Sekreterê Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas jiyana xwe ji dest da
Sekreterê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas jiyana xwe ji dest da. -
Ji bo azadiya Abdullah Ocalan 3 milyon û 699 hezar îmze wê ji YE re bên şandin
Înîsiyatîfa Abdullah Ocalan a Sûriyeyê xwe amade dike ku 3 mîlyon û 699 hezar îmzeyên ku di encama kampanya îmzeyan de kom kir, ji YE’yê re bişîne. Ji Înîsiyatîfa Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Nûha Omer diyar kir ku armanca sereke azadiya Abdullah Ocalan e. -
Li Şehbayê 292 kedkarên tenduristiyê xizmetê didin
Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê ku ji sala 2018’an û vir ve xizmeta gelê Şehbayê dike bi 292 kedkarên tenduristiyê re xizmetê didin. Nexweşxaneyên Avrîn û Til Rifet sê navendên tenduristiyê û sê klînîkên diranan jî xizmetê ji gel re dikin. -
Li Qamişloyê pêşengaha wêneyên Rêberê Gelê Kurd hat vekirin
Li Qamişloyê têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Amarayê heta Îmraliyê bi pêşengeheke wêneyan hat vegotin. -
Nerazîbûn nîşanî êrîşa dewleta Tirk hate dayîn: Divê helwest bê nîşandan
Rêxistina Sara êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê şermezar kir û bang kir ku helwesteke zelal bê nîşandan. -
Di êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de 28 leşker û milîsên Şamê hatin kuştin
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li hemberî otobuseke leşkerî ya li Hûmûsê û baregeheke li nêzî sînorê Iraqê de herî kêm 28 leşker û milîsên Şamê hatin kuştin. -
Dewleta Tirk êrîşî Kobanê kir: 2 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker li Kobanê wesayîtek bombebaran kir. Elî Mistefa Osman û hevjîna wî Helîme Mihemed Osman birîndar bûn. -
Merasîma veşartina şehîdan: Berdêl çi dibe bila bibe em ê bi ser bixin
Cenazeyê şehîd Çeko Xidirbejî û şehîd Ciwan bi merasîmeke bi heybet li Kobanê hat veşartin û gerîlayê HPG’ê Argeş Kobanê û Garzan Tolhildan hatin bibîranîn -
Salvegera damezrandina KJK'ê li Kobanê û Hesekê hat pîrozkirin
19’emîn salvegera damezrandina KJK'ê li Kobanê û Hesekê bi çalakiyên cuda, hat pîrozkirin. Bi vê wesîleyê li bajarê Hesekê gul hatin çandin. -
PYD û Kongra Star bi tifaqê tevlî hilbijartinê dibin
PYD û Kongra Star biryar dan ku bi tifaqê tevlî hilbijartinên şaredariyan bibin. Ji bo hilbijartinê jî banga tevlîbûnê li gel kirin. -
Şehîd Ezîz Ereb li Minbicê hat bibîranîn
Şêniyên kantona Minbicê şehîd Ezîz Ereb di salvegera şehadeta wî ya 38'emîn de bi bîr anî. -
Ji bo du şehîdan konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo şehîd Garzan Tolhildan û Mizgîn Dilbirîn konê sersaxiyê hate vedan. Di axaftinên çalakiyê de derbên giran ên gerîla li dewleta Tirk hate silavkirin. -
'Şehîd Garzan Tolhildan soz da bavê xwe yê şehîd û xwedî li soza xwe derket'
Met û birayê şehîdê HPG’ê Garzan Tolhildan, diyar kirin ku ew bi şehadeta Garzan serbilind in û gotin, "Garzan têkoşîna bavê xwe û apê xwe berdewam kir, wê teqez bi hezaran ciwan jî rêya wî bişopînin û bi ser bikevin." -
Ji Rêveberiya Xweser û TEV-DEM'ê peyama Çarşema Serê Nîsanê
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) cejna Çarşema Serê Nîsanê ya Êzidiyan pîroz kirin. -
Çeteyan êrîşî yek jê zarok 2 kesan kir
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî li zarokekî û ciwanekî dan û motorsiklêta wan desteser kir. -
Cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê hate veşartin
Cenazeyê Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Xidir El Yûnis li Hesekê hate veşartin. -
‘Armanca me parastina xweza û jîngehê ye’
Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Arîf Balî, diyar kir ku ji bo parastina jîngeh û xwezayê wan giranî dane xebatên xwe yên çandina daran û semîneran û got, “Armanca me jîngeheke baş û mirovek bi tendûrist avakirine.” -
Rêveberiya Xweser: Wê genim û pembû ji cotkaran bê kirin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku dê îsal hemû berhemên genim û pembû ji cotkaran bikirin. -
Gelê Kantona Firatê sersaxî da malbata Şehîd Mizgîn Dilbirîn
Gelê Kantona Firatê sersaxî da malbata Şehîd Mizgîn Dilbirîn ku li herêma Avaşînê şehîd bû. -
Cenazeyê şehîd Mihemed hat veşartin, şehîd Mizgîn jî hat bîranîn
Gelê Kantona Firatê cenazeyê şehîd Mihemed bi merasîmeke bi heybet spart axê. Her wiha şehîd Mizgîn Dilbirîn jî hat bîranîn ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. -
Li Efrînê welatiyek din jî hate revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Reco ya Efrînê welatiyek revandin. -
Bi civaka rêxistinkirî re şaredariya rast pêkan e
Cîgira Berdevka Yekîtiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer, diyar kir ku ji bilî xizmetên bingehîn, li şaredariyên ku civak xwe lê bi rê ve dibe, bi civaka rêxistinbûyî şaredartiya rast pêkan e. -
Uveyş Ocalan li Helebê hat bibîranîn
Dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan li Helebê bi civînekê hat bibîranîn. -
'Em ê tim xwedî li keda şehîdên xwe derkevin'
Heyfa Mihemed a dayika Delîl Cûdî ku Cûdî yekem şehîdê YPG’ê yê Hesekê ye got: ‘’Delîl bû şehîdê xwişk-biratiya gelan. 4 şehîdên malbata me hene. Em ê tim xwedî li keda şehîdên xwe derkevin.’’