ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Rêveberiya Xweser şehîdên Komkujiya Helebceyê bi bîr anîn
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê qurbaniyên Komkujiya Helebceyê bi bîr anî û bang li hêzên navneteweyî kir ku li hember qetlîamên dewleta Tirk a faşîst bi rola xwe rabin û berpirsyartiyên xwe pêk bînin. -
Rûken Ehmed: Newroza 2024’an wê bibe Newroza Rêber Apo
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed wiha got: “Newroza sala 2024’an wê bibe Newroza Rêber Apo. Divê hem li hemû qadan daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bikin.” -
4 endamên Heyva Sor a Kurd jiyana xwe ji dest dan
Di qezaya ku duh li Dêrezorê qewimî de 4 endamên Heyva Sor a Kurd jiyana xwe ji dest dan. -
QSD'ê şehîdên YAT'ê bi bîr anî
Fermandariya Giştî ya QSD'ê 9 şervanên Antî Terorê bi bîr anî ku di qezaya helîkopterê de ya li Başûrê Kurdistanê şehîd bûn. -
Kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan kêm maye bigihêje 3 milyon îmzeyan
Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a li Sûriyeyê ragihand ku kêm maye ew bigihêjin armanca xwe ya ji berhevkirina îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
Canda Mihemed: Îradeya rêveberiya Şamê tune ye!
Cîgira Hevseroka MSD’ê Canda Mihemed, anî ziman ku hikûmeta Şamê bersiv nedaye bangên diyalog û çareseriyê û got, “Ji ber ku îradeya wê tune ye. Di bin kontrola Rûsya û Îranê de ye.” -
‘Agirê Newrozê tê gurkirin’
Li Qamişlo û Çilaxa bi beşdariya sedan kesî agirê Newrozê hat vêxistin. Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed diyar kir ku ew ê Newroza 2024'an bikin sala pûçkirina komployan û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
Li Dêrazorê 3 jinên kuvark berhev dikirin hatin qetilkirin
Li bejahiya başûrê Dêrezorê kesên nasnameya wan nediyar jinên ku kuvarkên çolê berhev dikirin gulebaran kirin û 3 jin hatin qetilkirin. -
Şehîd Şêro Kobanê bi merasîmek girseyî hat veşartin
Li Kantona Firatê bi merasîmeke girseyî cenazeyê şervanê QSD’ê Şêro Kobanê li Goristana Şehîd Dîcle hat veşartin. -
Li Girkê Legê û Tebqayê agirê Newrozê hat vêxistin
Şêniyên Girkê Legê û Tebqayê agirê Newrozê vêxistin û li dora agir govend gerandin. -
Li Efrînê zarokekî Kurd kuştin, cenazeyî wî avêtin bîrê
Kesekî ji Idlibê ku li navçeya Cindirêsê rûdinê, zarokekî Kurd ê 15 salî kuşt û cenazeyî wî avêt bîrê. Malbata Ehmed Xalid diyar kirin ku heta ku kujer bê girtin wê cenazeyê xwe veneşêrin. -
Cenazeyê şehîd Rohat Hesekê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Rohat Hesekê yê duh li Dêrezorê şehîd bû, li Amûdê hat veşartin. -
15 kes ji Efrînê hatin revandin û ew xistin girtîgehên Tirkiyeyê
Dewleta Tirk a dagirker 15 kes ji Efrînê revand ku 6 ji wan jin in û ew xistin girtîgehên li Tirkiyeyê. -
Li Hesekê 14 bazirganên tiryakê hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî bazirganên tiryakê li Hesekê operasyonek pêk anîn û di encama operasyonê de14 firoşkar û belavkarên tiryakê hatin girtin. -
Şehîdên Serhildana 12’ê Adarê li Qamişlo hatin bibîranîn
Ji bo şehîdên Serhildana 12’ê Adara 2004’an li Qamişlo merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de peyama, “Em ê berxwedana xwe ya li hember tecrîd, qirkirin û dagirkeriyê ji bo parastina şoreşa gelan bidomînin” hat dayîn. -
'Em ê êrîşên li ser îradeya gelê xwe têk bibin'
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîdên serhildana Qamişloyê ya 12'ê Adarê bi bîr anî û diyar kir ku berxwedana ji stadyûma Qamişloyê destpê kir û li tevahiya Rojava, Heleb û Şamê belav bû, zext û tirs şikand. -
MSD: Şoreş di 12'ê Adara 2004'an de bi wate bû
MSD'ê têkildarî salvegera serhildana Qamişloyê daxuyaniyek da û diyar kir ku bicihanîna hêvî û daxwazên guherînê yên gelê Sûriyeyê bi diyalogê dibe. -
Ruhê 12’ê Adarê bi modela neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser zindî bû
Hevserokê Komîteya Karên Hundir a Herêma Cizîrê Kenan Berekat: Dewletê di 12’ê Adarê xwest ku gelan li dijî hev rake, lê gelan ev lîstok pûç kirin. -
Malbatên Şehîdan: Gerîla hêz û hebûna gelê Kurd e
Malbatên Şehîdan ên Efrînê ji ANF'ê re diyar kirin ku berxwedan û qehremantiya ku gerîla li çiyayên azad nîşan dide, hêz û morala gelê Kurd bilind dike. Her wiha dan xuyakirin ku wê her tim piştevaniyê bidin gerîla ji ber ku gerîla hebûna gelê Kurd e. -
Çeteyan li Efrînê 5 kes revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji DAÎŞ’iyan pêk tê, yek jê ji Helebê û 4 jî ji Cindirêsê ya Efrînê 5 kes revandin. -
Rapora Sûriyeyê nû ya NY’ê: Êrîşên Tirkiyeyê di çarçoveya sûcên şer de ne
Komîsyona Lêkolînê ya NY’ê ya Sûriyeyê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û êrîşên li ser sivîlan û binesaziya sivîlan di çarçoveya sûcên şer de ne. -
PYD: Serhildana 12'ê Adarê bingeha şoreşa Rojava ye
PYD'ê ji ber salvegera 20'an a komkujî û serhildana Qamişloyê daxuyaniyek da û got, "Hem yek ji faktorên bingehîn ên şoreşa Sûriyeyê ye, hem jî hîmê Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an e." -
Ji TEV-DEM'ê daxuyaniya 12'ê Adarê: Em berxwedana xwe mezin bikin
TEV-DEM'ê bi wesîleya salvegera 20'an a Serhildana 12'ê Adarê daxuyaniyek da û ji bo mezinkirina têkoşîn û berxwedanê bang kir. -
Li Dêrazorê mayina DAÎŞ’ê teqiya: Zarokekê jiyana xwe ji dest da
Li rojavayê Dêrazorê di encama teqîna mayineke çeteyên DAÎŞ’ê de zarokek jiyana xwe ji dest da û 4 zarok jî birîndar bûn. -
Ji bo gerîlayê HPG’ê Şaho Dalaho merasîma xiyabî hat lidarxistin
Ji bo gerîlayê HPG’ê Şaho Dalaho yê di 14’ê Tîrmeha 2017’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, merasîma xiyabî hat lidarxistin.