ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Bi deh hezaran kes li dijî komployê meşiyan
Li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi deh hezaran kes li dijî komploya navneteweyî û tecrîda li Îmraliyê meşiyan û gotin, "Berxwedana topyekûn wê serketinê bîne. Bi şerê gel ê şoreşgerî em ê sîstema Îmraliyê hilweşînin." -
Şêniyên Efrîn û Şehbayê meşiyan: Em ê sîstema Îmraliyê hilweşînin!
Bi hezaran kes ji şêniyên Efrîn û Şehbayê di salvegera komploya navneteweyî de daketin qadan. Di çalakiyê de hate gotin, "Em ê sîstema Îmraliyê hilweşînin." -
Komploya 15'ê Sibatê: Li çar kantonan bi deh hezaran kes li qadan e
Di salvegera komploya 15'ê Sibatê de li çar kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi deh hezaran kes daketin qadan. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê 15'ê Sibatê jiyan sekinî
Ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê jiyan sekinî. -
'Fikra Rêber Apo erşa desthilatdariyê û hegemoniyê hejand'
Şervan Mislim got: ‘’Çawa ku Îbrahîm Xelîl erşa Nemrûd hejand, fikr û felsefeya Rêber Apo jî erşa desthilatdariyê û hegemoniyê hejand. Divê tavilê gelên azadîxwaz rabin ser piyan da ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. -
Şêniyên Efrînê: Divê her kes li dijî tecrîda li ser Rêbertî rabe
Şêniyên Efrînê bi wesîleya salvegera Komploya 15'ê Sibatê diyar kirin ku ew ê ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan heya mirinê têbikoşin. -
MSD: Divê Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrîşên Tirkiyeyê helwestê nîşan bide
MSD’ê bertek nîşanî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî avahiya Federasyona Gaziyên şer li Qamişlo da û diyar kir ku divê Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrîşên dewleta Tirk helwestê nîşan bide. -
Desteya Tenduristiyê ya Kantona Firatê Komploya 15’ê Sibatê şermezar kir
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê 25’emîn salvegera Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. -
Li Kobanê ji bo sê şehîdan konê sersaxiyê hate danîn
Ji bo yek ji fermandarên YPJ'ê Sorxwîn Rojhilat, hevrêya wê Azadî Dêrik û Çîçek Kobanê li Kobanê konê sersaxiyê hate danîn. -
Li Tebqa û Eyn Îsayê meşên 15'ê Sibatê
Bi wesîleya salvegera komploya 15'ê Sibatê li Tebqa û Eyn Îsayê bi pêşengiya ciwanan meş hatin destpêkirin. -
'Em ê komployê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin'
Berdevka Akademiya Şehîd Şîlan Kobanê Firyal Temî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji erdekî hişk û zûha, darek şîn kir û got: “Hegemonyayê jî xwest wê darê bi riya komployê ji holê rake, lê bi bin ket.” -
QSD'ê hewldana çeteyan têk bir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li Dêrazorê hewldaneke çeteyên hikumeta Şamê têk birine. -
TEV-DEM: Em vê salê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo
TEV-DEM'ê komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û got, "Em vê salê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Rêber Apo dikare pirsgirêkên li herêmê hemûyan çareser bike." -
Reşîd: Di kesayeta Rêber Apo de azadiya Kurdan hedef digirin
Endamê PYD’ê Heyder Reşîd diyar kir ku di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de azadiya gelê Kurd tê hedefgirtin û got ku fikrên Rêbertî û têkoşîna PKK'ê îro li hemberî projeyên hêzên hegemon bûye bend. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezarkirina komployê
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan hat şermezarkirin. -
Cenazeyên şehîdan li Cizîr û Helebê hatin veşartin
Cenazeyên 3 şehîdan li kantona Cizîrê hatin veşartin. Cenazeyê şervanê QSD'ê Mihemed Şêx Mistefa li Helebê hat veşartin. -
Dewleta Tirk êrîşî Şehbayê kir: 2 leşkerên Şamê mirin
Dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser gundekî li herêma Şehbayê. Di bombekirina nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê de 2 leşker mirin. -
Ciwanên Kantona Firatê dest bi meşa dirêj kirin
Ciwanên Kantona Firatê li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê dest bi meşeke dirêj kirin. Meş wê sê rojan dewam bike. -
Li Kobanê cenazeyê şehîd Sorxwîn Rojhilat bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Şêniyên Kantona Firatê şehîd Sorxwîn Rojhilat bi merasîmeke girseyî spartin axê û Çîçek Kobanê jî bi bîr anîn. Di merasîmê de soza tolhildanê hat dayîn. -
YPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
YPG'ê ragihand ku şervanê wan Cabir El Ebo di qezeyeke trafîkê de şehîd bûye. -
'Dixwazin gundên me vala bikin, lê em dest ji warê xwe bernadin'
Êrîşên dewleta Tirk bi ser herêmên Şehba û Şêrewa bi rojane berdewam dike. Ji şêniyên herêmê Mihemet Gênco yê 70 salî diyar kir ku ew ê herêmê neterikînin û li kêleka şervanên xwe wê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin. -
Li Şêrawayê di êrişa dewleta Tirk de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Artêşa dewleta Tirk a dagirker doh bi şev bombe li gundekî Şêrawayê barand. Di encamê de leşkerekî Şamê û şêniyekî ji herêmê jiyana xwe ji dest da. -
Cenazeyê 4 şehîdan li Tebqayê hatin veşartin
Cenazeyê 4 şervanên QSD’ê yên ku di êrîşa çeteyên girêdayî hikûmeta Şamê de li bejahiya Dêrazorê şehîd bibûn, li Tebqayê hatin veşartin. -
'Divê em ji bo azadiya Rêber Apo bênavber têbikoşin'
Di forûma ku li Qamişlo li dijî Komploya Navneteweyî hat lidarxistin, peyama “Divê em ji bo azadiya Rêber Apo bênavber têbikoşin” hate dayîn. -
4 şervanên QSD’ê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
Şervanên QSD’ê Udey El Îbrahîm, Essaf El Hesîno, Miwefeq Xiêf û Silêman Silêman bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.