ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Nasnameya şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku ji endamên wan Şahêr El Sultan li Dêrazorê şehîd bûye. -
Li Til Temirê bîranîna şehîdan
Li navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê 111 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn. -
Dewleta Tirk li Efrînê kesek revand, dest danî ser wesayita wî
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kesekî din revand û dest danî ser wesayita wî. -
Li Kobanê têkildarî erdheja li Gemlîkê daxuyanî
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê diyar kir ku ew têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar in û divê tavilê agahî jê bê girtin. -
‘Dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîla têk diçe’
Şêniyên Kobanê diyar kirin ku dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîla têk diçe û gotin: “Di van êrîşan de û di şexsê gerîla de dixwazin me tune bikin. Gerîla ji bo me riya azadiyê ye.” -
Li Sûriyeyê kesên ku kuvarkan berhev dikin bûn hedef
SOHR’ê ragihand ku roja Yekşemê di encama teqîna mayineke çeteyên DAÎŞ’ê ya li çola Reqqayê de herî kêm 13 kesên kuvarkan berveh dikirin, jiyana xwe ji dest dan. -
Cenazeyê şehîd Qusey Salih hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Salih El Kirdî li Goristana Şehîdan a Şedadê bi merasîmekê hate veşartin. -
Li heft navendan daxuyaniya çapemeniyê: Ji Abdullah Ocalan re azadî!
Di çalakiyên ku li heft navendên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatine de, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin. -
Li Hesekê 16 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
QSD'ê ragihand ku li bajarê Hesekê 16 çeteyên DAÎŞ'ê hatine girtin. -
Bi coşeke mezin pêngava komkirina îmzeyan li Şêrewa berdewam dike
Bi pêşengtiya Înîsiyatîfa Gelan a Ji Bo Azadiya Abdullah Ocalan pêngava komkirina îmzayan hate ragihandin, ev pêngav bi coş û kelecaneke mezin li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrewa berdewam dike. -
Ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehbayê daxuyaniya li ser tecrîdê
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehbayê ragihand ku fikarên wan ên li ser rewşa tenduristî û ewlekariyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde bûne û xwest, tecrîd tavilê bi dawî bibe. -
Cenazeyê Ebdulmecîd El Omer hate veşartin
Şervanê Erka Xweparastinê Ebdulmecîd Hesen El Omer li Şedadê bi merasîmekê hate veşartin. -
Gelê Tebqayê li qadan e: Rêber Apo çavkaniya hêza me ye
Gelê Kantona Tebqayê tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin û peyama, "Em hêza xwe ji têkoşîna 50 salî ya Rêber Abdullah Ocalan digirin. Em ê dîwarên Îmraliyê hilweşînin" dan. -
Desteya rêveberiya herêmî û şaredariyan li dijî biryara qutkirina avê daxuyanî da
Desteya rêveberiya herêmî û şaredariyan a Şehbayê li dijî biryara UNICEF’ê ya qutkirina avê daxuyaniyek da û got: “Em bang li aliyên pêwendîdar dikin ku zextê li UNICEF’ê bikin da ku erkên xwe yên exlaqî û qanûnî li hember vî gelî pêk bîne.” -
Komek ciwanên Ereb û Kurd tevlî nava refên HRE’yê bûn
Komek ciwanên Ereb û Kurd tevlî nava refên HRE’yê bûn û gotin: “Em li dijî dijminê ku li herêmên dagirkirî her cure êrîşan dike, cinayet, revandin, tecawiz, desteserkirina mal û milkên gel û guhertina demografik tevlî nava refên HRE’yê dibin.” -
Însiyatîfa ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang li saziyên hiqûqê yên cîhanê kir
Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman ku piştî erdheja li Gemlîkê fikarên wan ên der barê tenduristiya Rêberê Gelê Kurd de hê zêdetir bûne û bang li saziyên hiqûqê yên cîhanê kir ku li peywira xwe rabin. -
HRE: Leşkerek û çeteyekî dewleta Tirk hatin kuştin
HRE'yê ragihand ku li herêmên Merî û Babê yên dagirkirî, di encama çalakiyên hêzên wan de leşkerek û çeteyekî dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin. -
Li Dêrazorê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin
QSD’ê ragihand ku di operasyona 21’ê Sibatê ya li dijî şane û noqteyên DAÎŞ’ê yên li Dêrazorê de çete yê bi navê Hisên Newaf El Hisên tevî hejmareke zêde çek û alavên leşkerî hate girtin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê dadgeha parastina Hevpeymana Civakî were avakirin
Meclîsa Gel a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê zagona ku di van demên dawî de ji bo avakirina dadgehekê ji bo parastina Hevpeymana Civakî hatibû pêşdîtin, pejirand. -
'Em ê her tim li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ser piyan bin’
Ebdilqadir Remî diyar kir ku ew ê her tim li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser piyan bin û got ku dewleta Tirk ji hêza gel û hêza gaziyên şer ditirse, lewma êrîş dike. -
Li Reqayê perwerdeya siwarên hespan
Piştî ku Reqa ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirin, Klûba Siwarên Hespan a Fîrûsiye di sala 2021'ê de hate restorekirin û malovaniyê ji 150 hespan re dike. Ji bo mirovên di navbera 10-45 salî de perwerdeya siwarbûna li hespê tê dayin. -
Ji bo du şehîdan li Şehbayê sersaxî
Merasîma sersaxiyê ya ji bo şervana YPJ’ê Şîlan Efrîn û şervanê HRE’yê şehîd Şoreş Efrîn li Wargeha Serdemê hate lidarxistin, bi girseyî hate ziyaretkirin. -
Cenazeyê şervanê QSD'ê El Kurdî li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD`ê Elî Hemod El Kurdî li Reqayê hate veşartin. Şêniyên Reqayê gotin ku ew ê heta serkeftinê şopdarên rêya şehîdan bin. -
Li Rojava çalakiyên 21’ê Sibatê: Em xwedî li Kurdî derkevin
Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. -
Şagirt û mamosteyên Amûdê: Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin
Şagirt û mamosteyên bajarê Amûdê roja zimanê dayikê ya cîhanî li hemû netewan pîroz kirin û gotin: "Xwedîderketina li ziman, berpirsyariyeke li serê milê me ye. Divê em zimanê xwe ji her qirkirin û çewisandinê biparêzin."