ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Minbicê êrîşa balafira bêmirov: 2 kes birîndar bûn
Artêşa Tirk a dagirker bi balafira bêmirov bombe li gundê Hoşeriyê yê bakurê Minbicê barand; yek jê bi giranî 2 kes birîndar bûn. -
Dewleta Tirk li Minbicê gundiyek birîndar kir
Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li gundên Minbicê barand. Di encamê de kesek birîndar bû. -
Şehîd Ferhan Hacî hate oxirkirin
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Ferhan Hacî bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin û kesên beşdarî merasîmê bûn tekez kirin ku ew ê li ser xeta şehîdên xwe têbikoşîn. -
‘Em ê xwedî li mîrateya jinên têkoşer derkevin’
Nûçegînana Jin TV’yê Xeznê Celal bi wesîleyê 8’ê Adarê got, “Weke rojnamevanên jin, ji bo ku em xwedî li mîrateya jinên têkoşer û jinên ku di kargehan de hatin şewitandin derkevin, têkoşîna me berdewam dike.” -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşa çeteyan li a li ser Seyade têk bir
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Seyade yê Minbicê kir. Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersivek xurt da êrîşê û êrîş têk birin. -
SOHR: Di êrîşa DAÎŞ’ê de 18 kes hatin kuştin
SOHR’ê ragihand ku çeteyên DAÎŞ’ê li başûrê Dêrezorê êrîşî kesên ku kuvark berhev dikirin kirin û di encama êrîşê de 18 kes hatin kuştin. -
Dewleta Tirk li Efrînê 4 xwendekar revand
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê çar xwendekar revand. -
Dagirkeran 2 gundên din ên Şehbayê bombebaran kirin
Dewleta Tirk a dagirker 2 gundên din ên Kantona Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir. -
Balafira bêmirov gundê Şêx Îsa bombebaran kir
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Şêx Îsa yê navçeya Til Rifet barand. -
Cebhet El Ekrad li Minbicê droneke kamîkaze xist xwarê
Tûgaya Siwar Idlib a Hêzên Cebhet El Ekrad li gundê Boyêhic ê Minbicê droneke kamîkaze xist xwarê. -
Li 5 navendên Kantona Cizîrê meşên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li 5 navendên Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê meş hatin lidarxistin. -
Dewleta Tirk gundên Minbicê bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û obusan du gundên Minbicê bombebaran kir. -
Leyla Waşûkanî: Azadiya Rêber Apo azadiya tevahiya jin û civakê ye
Fermandarên YPJ’ê Leyla Waşûkanî bi wesîleya 8’ê Adarê bang li hemû jinan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe mezintir bikin û got, “Azadiya Rêber Apo azadiya tevahiya jin û civakê ye.” -
Şervanên YPG/YPJ’ê: Sedsala 21’emîn ew ê bibe ‘Sedsala Jinê’
Şervanên YPG/YPJ’ê û Gaziyên şer bi wesîleyê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê gotin, “Di roja îro de li her çar aliyên cîhanê jin di eksena paradîgmaya Rêber Apo de kombûne û bi vê hêzê re li dijî zîhniyeta desthilatdar têdikoşin.” -
20 milyon hebên kaptagonê ji Tartûsê derbasî Mînbîcê bûne hatin desteserkirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Minbicê li dijî depoyên madeyên hişbirê operasyonek li dar xist û 20 milyon hebên kaptagonê desteser kirin. -
Cenazeyê şehîd Nîzamedîn Silêman hate veşartin: Em ê xeyalên wî pêk bînin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Nîzamedîn Silêman hate veşartin. Birayê şehîd wiha got: “Em ê têkoşîna wan berdewam bikin heta ku armanc û hêviyên wan pêk bînin.” -
Operasyona Ewlehiyê: Hêzên Ewlekariya Hundirîn 47 çete girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê û rêxistinên sûcan operasyona ewlehiyê da destpêkirin. Di operasyonê de 47 kes hatin binçavkirin, gelek çek û madeyên hişbir hatin desteserkirin. -
Li başûrê Hesekê operasyona li dijî çeteyan
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li başûrê Hesekê li dijî çeteyan operasyoneke ewlekariyê ya berfireh dan destpêkirin. Hate ragihandin ku gelek çete hatine girtin. -
'Xewn û xeyalê pêşiyên me pêk hatin'
Xwendekar û mamosteyên zanîngeha Kobanê, diyar kirin ku wan bi du mamosteyan dest bi perwerdehiyê kirine, îro bi hezaran mamoste, xwendekar û dibistan hatine avakirin û gotin, “Xewn û xelayê pêşiyên me pêk hatin.” -
Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 1,5 milyon îmze hatin komkirin
Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ragihand ku di kampanya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku 9'ê Sibatê hate destpêkirin, heta doh 1,5 milyon îmze hatin komkirin. -
Avahiya nû ya Zanîngeha Kobanê hat vekirin
Zanîngeha Kobanê ya Kantona Firatê bi merasîmeke heybet û bi beşdariya mêvanan ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navenda xwe ya nû li başûrê Kobanê, vekir. -
'Dewleta Tirk meha Sibatê li Efrînê 4 kes kuşt, 27 jî revand'
Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe di meha Sibatê de li Efrînê 4 kes kuştin, 27 kes jî revandin û 800 dar birîn. -
Egîd Roj: Çar parçeyên Kurdistanê ji bo Efrînê şer kir
Yek ji şahidên Berxwedana Serdemê ya 2018'an rojnamevan Egîd Roj got, "Hêviya Rêber Apo ya 50 salan ku dixwaze çar parçeyên Kurdistanê bigihîne hev, li Efrînê pêk hat. Ji ber ku li Efrînê xwîna Kurdên ji çar parçeyan rijiya." -
‘HRE li gorî hemû yasayên navneteweyî rewa ye’
Parêzer Cibraîl Mistefa diyar kir ku HRE bi hemû operasyonên xwe, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dike hedef û got: "Li gorî Hevpeymana Cinêvê ya çerem; mafê her gelekî ye ku çarenivîsa xwe diyar bike û li dijî hêzên dagirker şer bike." -
Li Efrînê kesek din jî hate revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Şera ya Efrînê kesê bi navê Seydo Omer (42) revand.