ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ji bo 6 şervanên QSD’ê yên şehîd merasîma leşkerî hat lidarxistin
Ji bo 6 şervanên QSD’ê yên ku di êrîşa milîsên girêdayî Îranê ya li ser qada petrolê ya Omer a li Dêrezorê de şehîd bibûn, merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. -
Serdana şîna şehîd Seqman kirin: Em ê rêya şehîdan dewam bikin
Şêniyên Kantona Minbicê sersaxî dan malbata şehîd Seqman ku 2’yê Sibatê şehîd bû. -
QSD: Êrîşa li Dêrazorê ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve hate kirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê ragihand ku êrîşa bi droneyê ya li Dêrazorê ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve hatiye kirin, ku di encamê de 6 şervanên QSD'ê şehîd bûn. -
QSD: 6 şervanên me şehîd bûn
QSD'ê diyar kir ku çeteyên hikumeta Şamê êriş birin ser akademiya perwerdeyê ya li Dêrazorê û di encamê de 6 şervanên wan şehîd bûne. -
Serçeteyekî şaneyên suîqastkirinê hate kuştin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandin emîrê şaneyên suîqastkirinê ku berpirsê zêdetirî 80 êrîşên suîqastkirinê li Kampa Holê û derveyî wê ye, hate kuştin. -
Komploya 15’ê Sibatê li Rojava hate şermezarkirin
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên cuda hatin şermezarkirin. -
QSD: Şervanê me Seqman şehîd bû
QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe yê ê bi navê Hêlan Cilwî El Ferîc El Selame (Seqman) eşkere kir. -
Dagirkeran di meha Çileyê de li Efrînê 4 kes qetil kirin
Dewleta Tirk a dagirker di meha Çileyê de li Efrînê 4 kes qetil kirin û zêdeyî 50 kes revandin. -
Li Kobanê çalakiya li dijî komploya navneteweyî
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Kongra Star ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Qinê ya Kobanê konê çalakiyê veda. -
Bi girseyî serdana konê sersaxiyê hate kirin
Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbatên 4 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn re xwestin ku di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn. -
Li Kampa Holê gelek teqemenî hatin desteserkirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di operasyona li beşa duyemîn a Kampa Holê de bombe û gelek guleyên çeteyan desteser kirin. -
Cenazeyên 4 şehîdên Qamişloyê hatin veşartin
Cenazeyên 4 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di bombebarana dewleta Tirk a dagirker li bajarê Qamişloyê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê hatin veşartin. -
Cûdî: DAÎŞ’ê xwe spartiye dewleta Tirk
Ji fermandarên QSD’ê Serdar Cûdî wiha got: “Li Kampa Holê her roj nifşên nû yên DAÎŞ’ê mezin dibin. DAÎŞ’ê xwe spartiye dewleta Tirk.” -
Zarokên ku li kampa Holê bi zîhniyeta DAÎŞ’Ê tên mezinkirin
Li Kampa Holê 30 hezar zarok hene. Hemû jî ji aliyê dayik û jinên DAÎŞ'î ve bi vê zihniyetê tên mezinkirin. Eger midaxile û bernameyeke cidî neyê kirin, tê wê wateyê ku di pêşerojê de wê 30 hezar endamên DAÎŞ’ê derkevin holê. -
Nasnameyên şehîdên Qamişloyê hatin eşkere kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameyên 4 endamên xwe ku duh di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, eşkere kir. -
QSD: Heta ku kampa Holê bi ewletir dibe, em ê bixebitin
QSD’ê hûrgiliyên qonaxa sêyemîn a ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ parve kir û ragihand ku heta niha 37 çeteyên DAÎŞ’ê hatine girtin. -
Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk bi her awayî piştgiriya çeteyan dike
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Hêzên Ewlekariya Hundirîn da û diyar kir ku armanca wan ew e ku hêzên ewlekariyê li kampa Holê asteng bikin. -
Xelkê Kobanê sersaxî da malbata Şehîd Çîçek Kobanê
Xelkê Kobanê serdana malbata Şehîd Çîçek Kobanê kir ku yek ji 5 şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê bû û di çalakiya li Basilê de şehîd ket. -
HRE’yê nasnameyên 5 şehîdên Basilê eşkere kirin
Nasnameyên 5 şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê yên di çalakiya gundê Basil ê Efrînê şehîd bûn, hate eşkerekirin. Di wê çalakiyê de 20 dagirkerên dewleta Tirk hatibûn kuştin. -
Li Qamişloyê di êrîşa hewayî de 4 şehîd
Hate ragihandin ku di êrîşa bi balafira bêmirov a bombebarkirî de ya li taxa Mahata ya bajarê Qamişloyê de 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûne. -
Îsraîlê êrîş bir ser başûrê Şamê: 3 kes mirin - NÛ BÛ
Artêşa Sûriyeyê ragihand ku Îsraîlê ji Girên Golanê êrîş bir ser başûrê Şamê. -
‘Em ê bi her awayî berxwedanê bidomînin’
Welatiyên bajarê Qamişlo destnîşan kirin ku ew ê bi her awayî berxwedaniya xwe bidomînin û rê li ber dagirkeriyê bigrin. -
Êrîş li ser Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate kirin - HATE NÛKIRIN
Li bajarê Qamişloyê yê Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrîşek hate kirin. -
Êrîşên dewleta Tirk rê li ber karesata jîngehê vedike
Komîteya awarte ya ji aliyê Meclîsa Navçeya Til Birakê ve hatiye avakirin, ji bo paqijkirina petrola ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de diherike çemê Cexcexê, bend ava dikir û li wir daxuyanî da. -
Rêxistinên Sûriyeyê bang li rêxistinên navneteweyî kirin
Rêxistinên li Sûriyeyê diyar kirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rê li ber "krîzeke mirovî" vedike û bang li hêzên navneteweyî kirin ku bi lezgînî tevbigerin.