YPG: Em ê bi ruhê berxwedanê yê Kobanê mizgîniya azadiyê bidin

YPG'ê salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji çeteyên DAÎŞ'ê silav kir û got, "Ji bo paşerojeke azad em ê li ber xwe bidin."

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî salvegera 8'an a rizgarkirina Kobanê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Em salvegera dîrokî ya 8′an a rizgarkirina bajarê Kobanê pêşwazî dikin. Em vê rojê li tevahî lehengên ku bê teredut, bi ruhekî fedaî û bi berpirsyariyeke neteweyî sîngesîng li dijî çeteyên terorîst ên DAIŞ’ê şer kirin û gihan asta şehadetê pîroz dikin. Her wiha em li Rêber Apo, li gelê Kobanê, tevahî gelê Kurdistanî û li cîhanê, vê serkeftina dîrokî pîroz dikin.

Kobanê wek cihê destpêkê yê ku çirûska şoreşê lê pêketî, bi welatparêzî û dilwêrekiya xwe tê zanîn, ji salên destpêkê yên Şoreşa Rojava û heya roja me ya îro rastî gelek êrîşên dijwar hatiye. Êrîşa herî mezin û giran di 15′ê Îlona 2014’an de pêk hat. Çeteyên terorîst ên DAIŞ’ê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ji her alî de hatibûn amadekirin, çawa ku bi baweriyeke kor a îslamê ve êrîşê Şengalê kirin û komkujî pêk anîn, bi heman şêwazî û heta bi amadekariyeke xurtir berê xwe dan Kobanê. Xwestin tola binkeftina xwe ya li Şengalê, bi dagirkirina Kobanê re ragihînin û bi vî rengî çirûska şoreşê bitemirînin.

Êrîşa li ser Kobanê di demeke wisa de pêk hat ku ji Iraqê bigire heta Sûriyeyê û heta tevahî welatên cîhanê li hemberî hovîtiya DAIŞ′ê bê çare mabûn. DAIŞ bêyî ku tu hêzê li pêşiya xwe bibîne diket kîjan bajarî tar û mar dikir û qirkirinên mezin pêk dianî. Anku ji bo tevahî cîhanê metirsiyeke mezin ava kiribû. Bi vê hêrsê berê xwe da Kobanê. Lê li Kobanê rastî mertalên zindî hat. Rastî berxwedana dîrokî ya şervanên YPJ-YPG’ê hat û rastî hêrsa gelê Kobanê hat. Çawa ku çeteyên DAIŞ’ê Kobanê ji çar alî ve dorpêç kiribû. Gelê Bakurê Kurdistanê jî li dora Kobanê xelekek ji piştgirî û berxwedanê ava kir. Rojane pêl bi pêl keç û xortên Bakurê Kurdisatnê, yên Rojhilat û Başûrê Kurdisatnê berê xwe dan vê cenga giran.

Her kuçeyeke bajarê Kobanê, bi dehan destan tê de hate nivîsandin. Vê destanê tevahî gelên cîhanê herikande qadan û bi sedan ciwanên enternasyonalîst berê xwe dan Şoreşa Rojava. Anku berxwedana Kobanê bû pirek di navbera gelên bindest ên Rojhilata Navîn û cîhanê û ruhek gerdûnî bi xwe re ava kir. Ruhê ku li Kobanê hate jiyankirin, ruhê şerê gelê şoreşgerî bû. Ev ruh di kêliya herî kirîtîk û xeter de zafer bi dest xist. Dengê kenê şervanan, dengê stranên lehengan û hêrsa tolhildanê di kêliya ku hat gotin; “Kobanê ket, va ye dikeve” nefes li çeteyan çikand û şikandina dîrokî ya çeteyên DAIŞ’ê dest pê kir.

Bê guman ev zafera dîrokî ya Kobanê bi ked, fedekarî û lehengiya hevrêyên me yên şehîd ên mîna Rêvan Rojava, Arîn û Gelhat’an, her wiha birîndarên ku heya roja îro vê berxwedanê di ruhê xwe de zindî digrin ve pêk hat. Em hemû minetdarên vê keda pîroz a giranbiha ne.

Bê guman îro cardin di serî de Kobanê tevahî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi heman xeteriyê re rû bi rû ye. Rojane dewleta Tirk a dagirker bi tifaqên herêmî û navdewletî êrîşan pêk tîne û bingehê êrîşeke bejayî amade dike. Ji 19’ê Mijdara 2022’yan heta roja îro herêma me bi konsepteke nû ya êrîşan re rû bi rû ye. Ev êrîş di heman demê de bi xwe re metirsiya ji nû ve zindîbûna DAIŞ’ê jî ava dike. Di serê salê de bi êrîşa li ser bajarê Reqayê jî hate dîtin ku hewldanên DAIŞ′ê yên êrîş û pêkanîna qirkirinên nû hene. Li ser vê bingehê QSD’ê dest bi operasyonên nû kir.

Wek Yekîneyên Parastina Gel YPG çawa me bi bedelek giran rizgarkirina bajarê Kobanê diyarî Kurdistan û cîhanê kir, em ê mizgîniya rizgarkirina herêmên xwe yên dagirkirî jî bidin gelê xwe. Her wiha em ê tevahî herêma xwe bi ruhê berxwedana Kobanê biparêzin. Li ser vê bingehê tevahî gelê me, her mirovek welatparêz, şoreşger, azadîxwaz û ekolojîperest divê li hemberî êrîşên bi vî rengî hişyar be û xwedî helwest be. Ji ber ya ku bi dagirkirinê re tê kirin qetla jiyan, xweza û mirovahiyê ye.

Em careke din salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin. Em soz didin ku heya siberojeke azad û aştiyeke mayînde em ê bê teredut şer bikin, li ber xwe bidin û zaferê pêk bînin."