Xelkê Sirînê li dijî tecrîdê meşiya

Şêniyên navçeya Sirînê ya Kobanê bi pêşengiya jinan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Li navçeya Sirînê ya Kobanê, bi dehan kes bi pêşengiya jina li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev kom bûn.

Girseya gel li destpêka navçeyê li hev civiya û ber bi Şaredariya Sirînê meşiya.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn.

Li dû meşê endama Rêveberiya Kongra Star a navçeya Sirînê Mûna Ehmed daxuyaniyek da. Mûna Ehmed destnîşan kir ku bi saya fikir û felsefeya Ocalan jinan xwe bi rêxistin kirine û li he qada jiyanê xwe ispat ikrine.

Mûna Ehmed bi bîr xist ku piştî hilbijartinên Tirkiyeyê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye şidandin û bi ti awayî agahiyê ji Rêberê xwe wernagirin.

Mûna Ehmed destnîşan kir ku wê weke gel her tim li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin.