Sivîlên li Efrînê ji aliyê çeteyan ve hatibûn girtin, ketine grevê

Sivîlên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li Efrînê esîr hatine girtin, dest bi grevê kirine.

Pêkanînên dermirovî, revandin, êşkence û girtina sivîlan a li Efrînê dewam e.

Sivîlên bê hiqûqî hatine girtin êşkecekirin, dest bi grevê kirine.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, sivîlên hatine revandin û girtin, ji ber êşkence û mercên giran ketine greva birçîbûnê. Hate ragihandin ku kesên ketine grevê tenduristiya wan xirab bûye, dewleta Tirk û çeteyê wê rê nadin bên dermankirin.