Salih Muslim: Divê em li hemberî dronan çareseriyekê bibînin

Salih Muslim diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze milyonek penaber û koçberên ji Sûriyeyê vegerîne û got “Armanca vê gavê ev e ku li qadên ku hatine dagirkirin, demografiyê biguherînin.”

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim êrişên ku dewleta Tirk dibe ser Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.

Muslim diyar kir ku dewleta Tirk êrişî Zap û Başûrê Kurdistanê dike û ev ne şerekî dûrî wan e. Muslim got “Ev êriş ji sala 2014’an û vir ve wekî parçeyekî Plana Çokdanînê tên kirin. Dewleta Tirk li hemberî Kurdan şerekî piralî dike. Armanca van êrişan ev e ku li Bakur û Rojava berxwedana gel bi êriş û dagirkeriyan bimelîsîne, Tevgera Azadiyê ya Kurdan li çiyayan bi tenê bihêle, li Başûrê Kurdistanê jî wekî modela Srî Lankayê gerîlayên PKK’ê li çiyayan qir bike.

DAÎŞ şandin ser Rojava lê êrişa DAÎŞ’ê rastî rastî berxwedanê hat û ev êriş hate şikandin. Plana wan bi ser neket. Ji ber wê ew neçar man ku têkevin Rojava. Di 24’ê Tebaxa 2016’an de ji Cerablûsê dest pê kirin û Şehba, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Êrişên wan niha jî didome, her roj bi dron û topan li Rojava didin. Di sala 2015 û 2016’an de jî li Bakurê Kurdistanê êrişî Nisêbîn, Şirnex û Amedê kirin û qetlîameke ji ya DAÎŞ’ê xerabtir kirin. Ew li gorî xwe dibêjin ku ‘Me Bakur û Rojava paqij kir, bi tenê li Başûr li çiyayan mane, em ê wan jî qir bikin û Kurdan biqedînin.” Lê em gel jî li ber xwe didin. Li Rojava em û gelê xwe li ber xwe didin. Li Bakur bi deh hezaran kes girtî ne, faşîzmeke mezin heye lê li hemberî wê berxwedaneke mezin jî heye. Bi sed hezaran kes di Newrozan de daketin qadan û berxwedan qet nesekinî.”

GEL PIŞTGIRIYÊ DIDE GERÎLA

Salih Muslim diyar kir ku gel bi PKK’ê re bûye yek û got “Gerîlayên li Zapê ne bi tenê gerîlayên ji Bakur in. Îro ji her çar parçeyên Kurdistanê gerîla li Zapê şer dikin. Ev çiyayên Kurdistanê ne. Gerîla ji sala 1982’an û vir ve li wir in. Ev tevger êdî bûye gel. Gerîlayên PKK’ê ne bi tenê Kurd in. Ereb, Suryan û ji gelên din jî gerîla hene. Ev ne şerekî wisa ye ku wê bi tenê li çiyayan bimîne. Vî şerî dewleta Tirk dixwaze gelan qir bike. Ev şer li dijî paradîgmaya jiyana azad a gelan e. Gelên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî li vê paradîgmayê derketine.”

DEWLETA TIRK DIXWAZE BAŞÛR DAGIR BIKE Û STATUYA WÊ TUNE BIKE

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim diyar kir li Başûr hinek hêzên herêmî mixabin piştgiriyê didin dewleta Tirk û got “Plana Tirkan li holê ye. Naxwazin statuyeke Kurdan hebe. Plana dewleta Tirk ev e ku statuya Başûre Kurdistanê û federasyona li vir hilweşîne. Rayedarên Tirk ên faşîst her roj derdikevin televîzyonan û dibêjin ‘Em ê Kerkûkê bikin wîlayeta xwe ya 82’emîn’ Ev ne bi tenê gotin e. Li Iraqê di nav hemû alozî û kaosan de Tirkiye heye. Derdê Tirkiyeyê ne ev e ku li hemberî gerîlayan bi tenê şer bike. Nexwe çima li Başûrê Kurdistanê 40 baregehên mayînde çêkirine? Çima li Başîkayê baregeh çêkirine? Armanca dewleta Tirk ev e ku Başûr dagir bike û statuya wê ji holê rake. Ji bo wan dost û dijmin ferq nake, Kurd Kurd in û divê statuya wan tune bike. PDK çima naxwaze vî tiştî bibîne û vedişêre, ez nizanim. Heta niha Tirkiyeyê statuya Başûr qebûl nekiriye, navê wan jî nabêje. Nikare bibêje ‘Kurdistan’ Dema ku rayedarên ji Başûr diçin Tirkiyeyê em wê rezaletê dibînin. Dewleta Tirk bi çavekî biçûk li wan dinihêre, a rast bi çavê tunekirinê li wan dinihêre. Dewleta Tirk bi vî çavî li Kurdan dinihêre ku dibêje gelo ez ê çawa wan bera ber hev bidim û ez ê wan çawa bi kar bînim.”

Salih Muslim diyar kir ku Tirkiye her roj êrişî qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike  û got “DYE û Rûsya bi tenê hinek daxuyaniyan didin, van êrişan şermezar dikin an jî dibêjim em bi fikar in. Lê dewleta Tirk ji van daxuyaniyan fêm nake, ew ji şer fêm dike. Bi tenê gerîla ji zimanê ku dewleta Tirk fêm dike, bersivê dide. Ew jî li ser bingeha xweparastinê vî tiştî dike, ne ku Tirkiyeyê hilweşîne.

Hêzên navneteweyî her çiqasî li hemberî êrişên Tirkan hinek daxuyaniyan bidin jî çek dane destê dewleta ku tu pîvanê nas nake. Ev jî dron e. Em mecbûr in di warê parastinê de tevdîrên xwe werbigirin. Ev dron li Ukraynayê li leşkerên Rûs didin lê li hemberî vî tiştî jî dengê xwe nakin.  Bi van dronan mirovên me şehîd dibin. Divê em tevdîrên xwe bistînin, xwe biparêzin û li hemberî van dronan çareseriyekê peyda bikin.”

BI PENABER Û KOÇBERAN DIXWAZIN DEMOGRAFIYA HERÊMÊ BIGUHERÎNIN

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim diyar kir dewleta Tirk li Rojava li qadên ku dagir kiriye her roj dibistanan vedike û got “Li Bab, Cerablûs, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi êrişên dagirker bi sed hezaran Kurd dan koçberkirin. Plana wan ev e ku bi şeran Kurdan qir bikin, bidin koçkirin û li qadên dagirkirî demografiyê biguherînin.

Tirkiyeyê ji Gûta, derdora Şamê û Îdlîbê cîhadîstên radîkal ên Ereb û Tirkmen aniye efrînê. Niha ji bo wan kamp û gundên mezin ava dike. Pereyê vî tiştî jî ji Îxwana Muslim distînin. Bi pereyên ku ji Kuveyt, Katar û welatên kendavê bi pereyên saziyên Îxwanê ji bo guherandina demografiya Efrînê û herêmên din ên hatine dagirkirin dixebitin. Erdogan û faşîzma dewleta Tirk Sûriye şewitand. Penaberên ku birine Tirkiyeyê jî ji bo xwe bi kar tînin. Gelek Sûriyeyiyên dewlemend bi 5-10 hezar dolaran derxistin Ewropayê. Ev qaçaxçî hemû xebatkarên wan in, hemû bi îstîxbarata Tirk re dixebitin. Ji Ewropayê ji bo penaberan 40 mîlyar dolar pere stendin. Ev tişt ne ji bo penaberan lê ji bo şerê li hemberî Kurdan bi kar anîn. Niha jî bi pereyên ji saziyên Îxwanê stendine li herêmên dagirkirî xaniyan lêdikin û siyaseta guherandina demografiyê dimeşîn.

Nasnameya Tirkiye û hemwelatiyê dan 300 hezar Sûriyeyiyan. Ev jî dewlemendên ji Sûriyeyê ne. Ev kes bi kêrî wan tên. Wê di hilbijartinê de van kesan bi kar bînin. Yên mane jî wê bişînin herêmên dagirkirî û li serê Kurdan bikin bela. Jixwe heta niha çek dane 120 hezar kesan û ev kes ji xwe re kirine çete. Ev kes şandin Lîbya û Azerbaycanê. Niha jî tê gotin dişînin Ukraynayê.”

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim diyar kir li hemberî van êrişan ew ê li ber xwe bidin û got “Em ji hêzên navneteweyî û yên derve tu bendewariyê nakin. Ji xeynî me tu kes ji bo me tiştekî nakin. Heke em xwe baş rêxistin bikin û xwe biparêzin, em ê bikaribin planên dewleta Tirk têk bibin. Dewleta Tirk ev çend sal in êrişî me dikin, ji her derê ji bo wan êrişan pereyan distîne lê dîsa jî li ber îflasê ne. Ji ber ku em li ber xwe didin û planên dewleta Tirk bi ser nakeve. Vî şerê ku Tirkiye dibe ser Kurdan, dewlet jî nikarin li ber xwe bidin. Ev berxwedana me wê bi ser bikeve.”