Rêveberiya Xweser: Êrişa li Konyayê sûcekî qirkirinê ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê êrişa li dijî malbateke Kurd a li Konyayê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ev êriş sûcekî qirkirinê ye.

Rêveberiya Xweser îro daxuyaniyek da raya giştî û êrişa li dijî malbateke Kurd a li Konyayê şermezar kir

Rêveberiya Xweser di destpêka daxuyaniya xwe de got: “Dewleta Tirk li ser bermahiyên Osmaniya ku ji holê rabûye hatiye avakirin û ji wan mîrasa pêkanîna komkujî û qirkirinan li dijî gel û pêkhateyên cuda mîna Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û gelek gelên din, wergirtiye.”

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku dewleta Tirk heta vê kêliyê dev ji wê mîrasê bernedaye û êdî siyaseta ku dimeşîne ji hemûyan re eşkere bûye ku rêzê ji nirxên mirovahiyê û peymanên navneteweyî yên têkildar re nagire.

 Rêveberiyê Xweser daxuyand ku ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve dewleta Tirk destwerdan kir, şoreş ji rêya wê ya rast derxist û komên Sûriyeyê pêşwaz kir da ku siyasetên xwe yên mêtîngeriyê li dijî sûriyan û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne.

Rêveberiya Xweser her wiha da zanîn ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi siyaseta dewleta Tirk nehat xapandin û li hemberî projeyên tesfiyekirin û qirkirinê xeta parastinê pejirand û ji bo pêşxistina projeyeke demokratîk li Sûriyeyê têkoşiya.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de ev yek diyar kir: “Ji Efrînê bigire heta Serêkaniyê, Girê Spî û hemû herêmên dagirkirî, dewleta Tirk hemû cureyên sûcan pêk tîne, piştgiriya komên çeteyan ên mîna terorîstên Ehrar El-Şerqiye dike da ku gelê Sûriyeyê qir bike.”

Rêveberiya Xweser têkildarî êrişa li Konyayê got: “Li rex lîsteya sûcên dewleta Tirk a dagirker di qirkirin, tesfiyekirin û nîjadperestiyê de êrişa li Konyayê ku beriya çend rojan li dijî malbateke Kurd pêk hatî, binpêkirineke hovane nirxên mirovahiyê û qirkirina etnîkî ye. Bi taybet ku beriya wê jî gef li malbatê hatibû xwarin ji ber ku malbat Kurd e. Dewleta Tirk berpirsa vê êrişê û sûcî ye.”

Rêveberiya Xweser êrişa li dijî malbata Kurd a li Konyayê şermezar kir û bang li saziyên hiqûqî, mirovî û yên navneteweyî kir ku rola xwe bilîzin û hesabê ji sûcdaran bixwazin.